AMED - Di doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de şandeya dadgehê daxwazên parêzeran red kir û biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê dosyayê ji dozger re bişîne.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li Sûr a Amedê hate qetilkirin. Derheqê qetilkirina Elçî de doz hatibû vekirin û 9’emîn danişîna doza li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê didome. Polîsên ku negirtî tên darizandin Sînan Tabûr, Mesût Sevî û Fûat Tan bi sedema “ji ber qisûra xwe bûn sedema mirinê” tên darizandin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Di heman demê de di vê danişînê de rapora TUBÎTAK’ê ya têkildarî qeydên dîmenên Mardîn Kebapevî ku qada Elçî lê hatiye qetilkirin dikişand jî hate xwendin.
'3 DÎMEN WINDA NE’
Di rapora TUBÎTAK’ê de hat îdiakirin ku kameraya behsa xeberê di dîroka qetilkirina Elçî de qad nekişandiye û dîmenên heyî yên sala 2010’an in. Di raporê de hat destnîşankirin ku di nava qeydên kamerayê de 9 qeyd hene û ji van 3 jê “winda” ne. Her wiha hat gotin ku dîmenên roja 28’ê mijdara 2015’an ku Elçî hatibû qetilkirin nehatine dîtin. Di raporê de hat gotin ku sedema ekrana şîn a ku her tim tê nîşandan, ji ber xerabûna kamerayê ye û di lêkolînê de rastî daneyên jêbirina dîmenan nehatine.
'DI 3 KAMERAYÊN CIHÊ BÛYERÊ DIBÎNIN DE DELÎL HATIN TUNEKIRIN’
Parêzera malbata Elçî, Gamze Yalçin Îlboga di danişînê de diyar kir ku taybetiya hevpar a 3 qeydên kamerayên qada Elçî lê hatiye qetilkirin dikişînin ew e ku kêliya Elçî hatiye qetilkirin tê de tune ne û wiha got: “Li cihê bûyerê kamerayên PTT, Mardîn Kebapevî û kamerayên çapemenî û Şaxa Foto Fîlm a polîsan hene. 13 saniyeyên dîmenên polîsan winda ne û dîmenên kameraya Mardîn Kebapevî jî winda ne. 3 kamerayên hundirê kargeha Mardin Kebapeviyê dibînin dixebitin lê kameraya 4’emîn a cihê cînayetê dibîne naxebite. Ev yek, reşkirina delîlan e.Em dizanin ku ev kamera cihê bûyerê dibîne. Li ser hêmayên vî dîmenî delîl hatin reşkirin. Her wiha ji 9 qeydên vê kamerayê 3 jê winda ne. Ev yek nîşanî me didin ku delîl hatine reşkirin.”
'MUDAXILEYÎ DÎMENAN HATE KIRIN’
Ji parêzeran Mahsunî Karaman jî wiha got: “Beriya niha hatibû tespîtkirin ku qeydên kamerayên Mardin Kebapeviyê aydê 5 sal berê ne. Dema em paşve diçin, dîmenên roja qetilkirina Elçî ne. Ev qeyd aydê wê rojê ne. Lê mudaxile lê hate kirin. Ji ber îdiaya montajê em dixwazin ev dîmen dîsa bên lêkolînkirin.”
DAXWAZA BILA KEŞF JINÛVE WERE KIRIN
Parêzer Zahîde Beyda Tiraş Onerî jî xwest ku li cihê bûyerê keşf jinûve bê kirin û dîsa li şahidan bê guhdarîkirin. Onerî, got ku di keşfa piştî bûyerê de tu hûrgilî tune ne û wiha domand: “Em dixwazin ku keşf ji pêşiya Ceylan AVM’ê ku îstîxbaratê dest bi şopandina du PKK’iyan kir heta ber Mînareya Çarling a Elçî lê hatiye qetilkirin bê kirin. Em dixwazin ku di dema keşfê de bersûc, şahid û mudaxil amade bin. Her wiha em dixwazin deng û dîmenê keşfê bê kirin. Em dixwazin di dema keşfê de polîs, endamên çapemeniyê û îstîxbaratê yên bûne şahidê bûyerê jî amade bin.”
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Em ê bi tu awayî nehêlin dosyaya Tahir Elçî bêceza bimîne. Lê mixabin dosya nehatiye asta ku em dixwazin. Dozgerê ku li dosyaya Sûrê dinihêrt, hewl da delîlan ji holê rake. Çi karê vî dozgerî di vê dosyayê de hebû?”
Parêzer Orhan Kemal Cengîz jî diyar kir ku helwestekî neguhêr ê dadgehê heye ku daxwazan red dike û wiha got: “Dadgehê guhdarîkirina endamên îstîxbaratê red kir. Lê eleqeya van kesan bi dosyayê re heye. Di vê mijarê de îxbara polîsê bi navê Ahmet Soylu heye ku fikarên xwe tîne ziman. Soylu xwest îfadeyê bide lê we red kir.”
'QEDEXEYA KETIN-DERKETINA SÛRÊ’
Parêzer Mesût Beştaş jî diyar kir ku Elçî piştî gotina “PKK rêxistina terorê nîne” hedef hatiye girtin û wiha got: “Ji bo ketin û derketina Sûrê bihata qedexekirin, diviya Tahir Elçî bihata kuştin. Em dixwazin gotinên siyasiyan ên ku Elçî hedef digirtin, parvekirinên li ser medyaya dijîtal û parvekirinên gumanbaran bên lêkolînkirin.”
Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan jî got ku biryara guhdarîkirina li serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû hatiye betalkirin û got: “Ev 8 sal in destek heye ku hewl dide ev cînayet ronî nebe. Helwesta dadgehê jî bi vî rengî ye.”
Piştre jî tevahiya serokên baroyan û parêzerên ku daxwaza wan mudaxilbûnê hatine redkirin li ser navê Baroya Amedê parastin kirin. Polîsên bersûc jî gotin ku îfadeyên xwe yên berê dubare dikin.
DOZGER JI BO MUTALAAYÊ DOSYA XWEST
Dozger jî li dijî daxwazan mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest ku daxwazên ji bo lêkolînkirina dîmenan û keşfê red kir. Her wiha dozger xwest ku dosyaya Yakişir ji dosyayê were veqetandin. Dozger xwest ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya jê re were şandin.
Şandeya dadgehê jî piştî navberê biryar xwe da. Dadgehê tevahiya daxwazên parêzeran red kir. Dagdehê daxwaza dozgeriyê esas girt û biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê tevahiya delîl û ewraqên di dosyayê de ji dozgeriyê re bên şandin.
Şandeyê, biryar da ku dozger dikare mutalaaya amadekirî di navbera rûniştinan de radestî şandeyê bike û danişîna dozê taloqî 6’ê adara 2024’an kir.