ENQERE -Dadgehê di Doza Vartînîsê de ku ji di sala 1993’yan de ji heman malbatê qetilkirina 9 kesan hatibû vekirin de biryara xwe da. Dadgehê bi hinceta demborînê biryara betalkirina dosyayê da.
Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li bajarokê Vartînîs ê navçeya Til ê Mûşê avahiyek hatibû şewitandin û ji heman malbatê 9 kes hatibûn qetilkirin. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind, doz jinûve hatibû destpêkirin. Danişîna biryarê ya Doza Vartînîsê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hate lidarxistin.
Di komkujiyê de ji malbatê tenê Aysel Ogut rizgar bûbû û li gel hevjînê xwe Abdullah Ogut bi sîfetê gilîker tev li danişînê bû. Di heman demê de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Mûşê Sumeyye Boz, Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HEDEP’ê Nûray Ozdogan, endama MYK’a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, nûnerên Navenda Hafizeyê, ji parêzerên dosyayê Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, parêzerên endamên Baroya Enqereyê û endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ozgur Yaldiz jî di danişînê de amade bûn.
DOZGER XWEST DOSYA BETAL BIBE
Dozgerî di danişînê de mutalaaya xwe pêşkeş kir. Dozger, got ku divê wisa neyê fikirîn ku tekane erkdarê ku fermana şewitandina gund dayî sepelê fîrarî bersûc Bulent Karaoglû ye û xwest ku ji ber dema bi ser dosyayê re derbas bûye dosya bê betalkirin.
PARÊZER: JI BO SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DEMBORÎN NÎNE
Piştî mutalaayê, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz mafê axaftinê girt û xwest mudaxilî dosyayê bibe. Ozaras, diyar kir ku li Vartînîsê sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin û di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nîne. Ozaras xwest ku mutalaa neyê qebûlkirin. Piştre jî parêzerên Baroya Enqereyê jî di heman çarçoveyê de axivîn û gotin ku ev dosya nakeve ber demborînê. Di heman demê de xwestin beşdarî dosyayê bibin.
Şandeya dadgehê daxwaz nirxand û bi hinceta merheleya dosya gihiştiyê ev daxwaz red kir.
AYSEL OGUT: MALBATA MIN LI PÊŞ ÇAVÊN MIN HATE QETILKIRIN
Şandeya dadgehê li dijî mutalaayê mafê axaftinê da Aysel Ogut. Ogut, wiha got: “Tekane tişta ez ji we dixwazim edalet e. Bila heqê malbata min li erdê nemîne. Malbata min li ber çavên min hate qetilkirin. Ez dixwazim ev kujer bê girtin. Ez heqê xwe ji ewil hewaleyî xwedê û piştre jî we dikim.”
PARÊZER KARAÇELÎK: DOZEKE KU DIKARE LI ALMANYAYA NAZIYAN BÊ DÎTIN
Ji parêzerên dosyayê Kadîr Karaçelîk jî got ku zêdetirî 30 sal in ji bo vê dozê lêgerîna edaletê heye û wiha pê de çû: “Di danişîna ewil a vê dozê de me 5 saetan li ser usûlê nîqaş kir. Divê em ji hêla hemwelatî, parêzer û rêxistina hiqûqê ve li vê dozê binêrin. Gelo dema zarok mirin, dema mirov hatin qetilkirin em ê mafên mirovan çawa biparêzin? Senaryoyên wiha di fîlmên şer de hene. Aysel û malbata wê ji bo me tiştekî din îfade dikin. Tişta ku Ayselê jiyayî, ne tiştekî wisa ye ku xelkê vî welatî xemsar nêz bibe. Em tevek dizanin bê ka li Vartînîsê trajediyeke çawa hate jiyîn. Ev doz dozeke wisa ye ku dikare li Almanyaya Nazî bê dîtin. Divê Bulent Karaoglû di wijdana cemaweriyê de bê mehkûmkirin. Bi awayeke eşkere li faîl nehat geriyan û gotin ‘firarî bûye.’ Ji ber ku kiriyar dikeve çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê, em vê biryarê qebûl nakin.”
‘BERSÛC BI RÊYA HÊZA CEMAWERIYÊ HATIN PARASTIN’
Parêzer Fûat Ozgul jî wiha got: “Ev dosya nakeve ber demborînê. Tevî ku ev doza terorê nîne jî bi îdiaya ‘komkujî ji hêla terorîstan ve hate kirin’ lêpirsîn hate destpêkirin. Bi dehan kesên eleqeya wan bi bûyerê re nebûn hatin binçavkirin. Yên hatin girtin jî beraet kirin. Lê derheqê faîlê rast de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ji ber hewldana ‘gelo dikarim çawa ji vê dosyayê xelas bibim’ neket nava tu hewldanan. Ji bo demborîna 20 salan demekî pir kin mabû ku Serdozgeriya Komarê doz vekir. Em tev li mutalaaya dozger nabin. Hêza cemaweriyê derheqê bersûcan de lêkolîneke baş nedan destpêkirin. Ev kes ji hêla hêza cemaweriyê ve hatin parastin. Di dema demborîna 20 salan de hewceye demên hatine sekinandin lê werin zêdekirin. Di vê rewşê de dîsa tê dîtin ku dosya ber demborînê nakeve.”
‘DI VÊ MESELEYÊ DE NE TENÊ BERSÛC, ZÎHNIYETEK JÎ HEYE
Endamê OHD’ê Ozgur Yaldiz jî anî ziman ku ew tev li mutalaayê nabin û wiha derbirî: “Ji ewil got ku bersûc derketiye derveyî peywira dewletê jê re diyar kiriye. Û we gotibû ku divê teqez hinek kes bên cezakirin. Em qala kesekî ji ber hêrsa xwe çûy komkujî kiriye nakin. Li vir zîhniyetek heye. Bi tena serê xwe têr nake ku di vê dosyayê de tenê Bulent Karaoglû bê darizandin. Di dosyayê de sûcekî hatiye kirin heye. Dixwazim dosya di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de bê nirxandin.”
DAXWAZA SERLÊDANA SÛC
Parêzer Nûray Ozdogan jî daxuyand ku di Komkujiya Vartînîsê de ji bilî du kesan, tevahiya qurbaniyan zarok bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku zarok nehatin parastin û mafê jiyanê yê zarokan hate binpêkirin, berpirsyartî dikeve ser mewzûatên navneteweyî û dadgehê ku vî sûcî ronî bike. Ez dixwazim ku dadgeh ji ber negirtina bersûc û meqamên îdarî yên ferman dane hêzên ewlekariyê, serlêdana sûc bike. Her wiha dixwazim têkildarî bersûc ji yekîneyên îstîxbaratê agahî bên xwestin û komkirina delîlan bidome.”
GOTINÊN PARÊZERÊN BERSÛC RÊ LI BER RAGEŞIYÊ VEKIR
Parêzerên bersûc jî di îfadeyên xwe de biisrar gotin bûyer ji ber “pevçûna bi PKK’ê re derketiye” û bav Nasir Ogut weke “sîxûr” pênase kirin. Ji ber van gotinan di danişînê de rageşî derket.
Parêzerên din ji parêzerên bersûc re gotin “Hûn sînorên parastinê derbas dikin.” Aysel Ogut jî bertek nîşan da û got: “Hûn derewan dikin.”
DOZ HATE BETALKIRIN
Şandeya dadgehê piştî parastinan mutalaaya dozger nirxand. Şandeya dadgehê got ku bi ser demborîna dosyayê re 2 meh derbas bûne û biryara betalkirina dosyayê da.