Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir

  • rojane
  • 11:51 6 Kanûn 2023
  • |
img
ÊLIH - Îşkenceya li dijî ciwanên HEDEP’î yên ku dema belavok belav dikirin ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin li emniyetê jî berdewam kir. Ji ciwanan Adnan Vural got ku wan raporên derbkirinê wergirtine û dê giliyê polîsan bikin. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) dê di 24’ê kanûnê de li Amedê kongreya xwe li dar bixe. Ji bo kongreyê, ciwanên partiyê di 3’yê kanûnê de xwestin li Êlihê belavokan belav bikin. Lê polîsan êrişî ciwanan kirin û tundî lê kirin. Endamên Meclisa Ciwanan a Êlihê Mehmet Alî Teknal, Serhat Salman, Adnan Vural, Samet Aravîn, Seyîthan Çetel, Fatîh Başaran, Eyûp Alphan û Mehmet Çîçek bi lêdanê hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê. 
 
Ciwanên ku bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911 a civîn û xwepêşandanan” hatin tawanbarkirin, rojek piştre hatin berdan. 
 
Derket holê ku îşkenceya li naverasta kolanê li ciwanan hatiye kirin li midûriyeta emniyetê jî berdewam kiriye. 
 
‘EM HATIN ÎŞKENCEKIRIN’
 
Ji ciwanên hatine îşkencekirin Adnan Vural wiha qala bûyerê kir: “Ji bo tevlibûna kongreyê me li ser Cadeya Diyarbakirê belavok belav dikirin. Ji ewil li Parka Yilmaz Guney pêşiya me hate girtin. Polîsan xwestin nasnameyên me kontrol bikin û belavok neyên belavkirin. Lê me dîsa jî belavok belav kirin. Lê îcar jî li pêşiya Batmanpark AVM’ê rê li me girtin. Bêyî ku sedemek were nîşandan, gotin ku belavkirina belavokan qedexe ye. Me jî jê re got ku partiyên din ên siyasî her roj li vir xebatan dimeşînin lê li hemberî wan tu astengî nayên derxistin. Me xwest ku têkildarî qedexeyê biryara walîtî û dozgeriyê nîşan bidin. Lê tu yek ji wan nîşan nedan. Ji polîsan yekî got; ‘ez nahêlim hûn li vî bajarî belavokan belav bikin’ û dest bi heqaretan kir. Piştî vê jî polîsan dest bi êrişê kirin. Polîsan li wir îşkence li me kirin.” 
 
JI BER PÊHNA LI SINGÊ WÎ KETÎ Û GAZA ÎSOTÊ BI SER HIŞÊ XWE ÇÛ 
 
Vural, da zanîn ku piştî binçavkirinê hem di wesayîta polîsan de hem jî li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê îşkence berdewam kiriye û wiha pê de çû: “Dema em dibirin emniyetê, hem di rê de hem jî li emniyetê îşkenceya fîzîkî li me kirin. Ji nêz ve gaza îsotê avêtin çavên min. Pêhnek li singê hevalekê me xistin û gaza îsotê avêtin lewma hevalê me bi ser hişê xwe çû. Li nexweşxaneyê girtin muşahideyê. Me tevan jî rapora derbkirinê wergirt. Ling, mil, pişt û piyên me tevan reş û şîn bûn. Di dema binçavkirinê û li emniyetê çêrên pir giran li me kirin. Îşkence li me kirin. Di kêliyên ewil de nehiştin em bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Em ê giliyê polîsên îşkence li me kirin û yên fermana îşkenceyê dayîn bikin.” 
 
'DÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BIDOME’ 
 
Vural, anî ziman ku tevî her tiştî jî ji bo tevlibûneke xurt a kongreyê ya ku ji destê wan tê dê bikin û wiha qedand: “Dê têkoşîna me ya li dijî faşîzmê bidome. Li dijî koletî, pişaftin û tiryaka li me tê ferzkirin em ê qadan neterikînin. Li dijî van êrişan, em ê ciwanên rêxistinkirî û berxwedêr bihêztir bikin. Ji bo kongre girseyî derbas bibe em ê xebatên xwe mezintir bikin.” 
 
MA/ Fethî Balaman
 

Sernavên din

08/12/2023
15:44 Hatîmogûllari: Girtiyên di greva birçîbûnê de doza azadiya Ocalan dikin
15:23 DÎSK dê li 11 bajaran meşan li dar bixe
15:18 Girtiyan ji Nobeta Edaletê re peyam şand: Yan azadî yan azadî
15:06 Erdogan duh ji bo Mîçotakîs gotibû ‘kesekî wisa ji bo min tune ye’ îro got ‘dostê min’
15:06 Diyanetê di vebijêrkên ziman de cih neda kurdî
14:54 Altiparmak: Otorîteyên populîst hiqûqê weke amûr bi kar tînin
14:16 Li dijî Seferatxaneya DYA’yê ya Bexdayê êriş hate kirin
14:07 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû piştî 32 salan hate berdan
13:55 Biryarên demborînê yên têkildarî cînayetên siyasî û komkujiyan xist rojeva Meclisê
13:17 Tevî serlêdanan tevdîr nehatin girtin, malbat bê avahî man
13:12 Berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê didome
13:11 Di êrişa komên paramîlîter de 7 leşkerên Şamê hatin kuştin
12:48 Hiqûqnas dê ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT û Wezareta Dadê bidin
12:25 Polîsan tundî li Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê kirin
12:23 Têkildarî xetereya li ser Girava Îmraliyê pêşnûme dan Meclisê
12:22 Doza rojnameger Canozer ji ber dubareyê hate redkirin
12:22 AYM fikraya ‘her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ betal kir
11:38 Piştî erdhejê malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kirin
11:29 Rojnameger Gok: Ya ku dê dawiya li faşîzmê bîne heqîqet e, divê mirov biisrar be
10:55 NÇM dê 32’yemîn salvegera xwe bi konserekê pîroz bike
10:32 Li dijî parêzerê li qereqolê bi miwekîlê xwe re bi kurdî axivî êrîş hate kirin
10:21 Girtî: Rêya xelasiya ji krîzê azadiya Abdullah Ocalan e
09:53 Qeyûm tabelaya bi kurdî rakir
09:29 Rojnews: 45 roj in rojnamevan Silêman hatiye revandin!
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 12’an de didome
09:27 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye: Daxwazên wan banga ji bo aştiya civakî ne
09:26 Dê biryara ATK'ê ya der barê Makbûle Ozerê de rê li ber gelek mirinan veke
09:25 Banga ji bo mîtînga 'Malnişîna Mezin': Ji bo siberoja zarokan
09:24 Dayika Ayten Beçetê: Em naxwazin bar tenê li ser milê girtiyan be
09:24 Bêyî plana îmarê li qeraxa çem destûra înşeatê hatiye dayîn
09:01 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Darizandineke dijhiqûqî hate kirin
09:00 Prz Bekçî: Daxwaza girtiyan ji daxwazên gel dûr nîn in
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2023'YAN
07/12/2023
19:14 Hatîmogûllari: Em ê hemû şaredariyan car din bi dest bixin
18:24 Doza Kobanê: Bi vê dozê re li Konya û Îzmîrê Kurd hatin qetilkirin
17:01 Bertek nîşanî biryara domandina rewşa girtî ya rojnameger Muftuoglû dan: Rojnamegerî sûc nîne
17:00 Danasîna mîrateya çanda Amedê li Îzmîrê hate kirin
16:53 Têkildarî êrişên li dijî cenazeyan daxuyanî hatin dayîn: Dawî li van polîtîkayan bînin
16:50 Meclisa Jinan a HEDEP’ê ji bo bernamzetiyê bang li jinan kir
16:43 Nobeta Edaletê: Nifteya azadî û edaletê di destê Ocalan de ye
16:32 Serokê Meclisê Kûrtûlmûş çû serdana HEDEP’ê
16:24 Fîncanci: ATK ne qonaxa dawî yê dayîna biryarê ye
15:59 HEDEP’ê li Dîlokê ji bo hilbijartinê daxuyanî da: Îdiaya me mezin e
15:44 Derbarê rojnamevan Yildiz de biryara beraetê hate dayîn
15:34 TJA’yê piştgiriya karkerên Ozak Tekstîlê kir
15:24 Di Konferansa Kurd de Lozan hate nîqaşkirin: Projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê
15:09 Çîçek piştî erdhejê pêşniyazpirsek da Meclisê: Rewşa Abdullah Ocalan çawa ye?
13:54 Hatîmogûllari çû serdana gorên Poyraz û Tanhan
13:33 Doza rojnameger Muftuoglû: Hêj parastin neqediyayî biryara domandina rewşa girtî hate dayîn
13:03 Erdogan dîsa ji gotina xwe vegerî: Dê bi Mîçotakîsê tune hesiband re hevdîtinê bike
12:32 Miftî xwest karkerên ji bo mafên xwe li ber xwe didin ji mizgeftê derxîne
12:27 Projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ didome
12:14 Olûçê HEDEP’î: Kesên ji pêşhilbijartinê derbas nebin nikarin bibin namzet
12:13 135 saziyên sivîl piştgirî dan TTB’ê: TTB em in, em li vir in
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:59 Rojnameger Furkan Karabay hate binçavkirin
11:55 Dayik, keç û neviya wê ya 3 salî ji ber îdiaya polîsan a ‘qûşxane-tawa’ hatin girtin
11:04 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: 36 jin hatin qetilkirin
10:41 Girtî: Çalakiya me heya em digihijin armanca xwe dê bidome
10:10 Leyla Guven: Hêj darbest derneketin divê her kes tişta ji dest tê bike
09:44 Ji rojnameger Silêman Ehmed 44 roj in tu agahî nayên girtin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 11’an de didome
09:43 Derûnas Tekînalp: Modernîteya kapîtalîst çavkaniya nexweşiyên derûnî ye
09:42 Sêrtî namzetên çawa dixwazin?
09:39 Li Efxanistanê mirina biguman a jinan zêde dibe: Di 4 salan de 4 hezar û 300 jinan jiyana xwe ji dest dan
09:12 ‘Deriyê Îmraliyê dê bi têkoşînê vebe'
09:11 Ji Nobeda Edaletê bang: Xwedîderketineke civakî divê
09:04 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin
09:01 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN
06/12/2023
22:12 Bi etîketa ‘#DirenişTecridiYenecek’ banga ji bo grevên birçîbûnê: Tu jî bibe dengê wan
20:27 Doza Kobanê: Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e
19:47 Grevên birçîbûnê li ber NY’yê hatin silavkirin
19:40 Dê li gelek deverên cîhanê çalakiyên ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bên lidarxistin
18:29 Li Rihayê fîlmê Press hat pêşandan
17:12 Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn
16:59 Cenazeyê zaroka ku hate îdiakirin xwe avêtiye çem hate dîtin
16:45 Tecrîda girankirî û greva birçîbûnê di rojeva Meclisê de ne
16:44 Beştaş: Ji bo ku tecrîd rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin
16:17 Ji bo parastinê dem dan Ogun Samast
16:05 Nobetên Edaletê yên Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê: Dê dawî muhteşem be
15:21 Dozger di mutala xwe de xwest ku Mehmet Emîn Ozkan bê cezakirin
15:00 Bi dronê êrişî baregeha leşkerî ya DYA’yê hate kirin
14:51 Gundekî Pîranê ev 20 roj in bêceyran e
14:40 Karkeran li Ozak Tekstîlê hilberîn dan sekinandin
14:29 HEDEP’a Mêrsînê ji bo serlêdanan bang kir
14:25 Danişîna doza cerdevanê tecawizkar: Zarokê got ku gef lê hatiye xwarin
13:42 Tevî du raporên ‘dikare ceza lê were birîn’ jî amirê polîsan cara sêyemîn sewqî ATK’ê hate kirin
13:17 Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin
13:04 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:44 Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê bang li jin û ciwanan kir
12:37 Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin
12:30 Darizandina Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê hate rawestandin
11:54 18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan dest pê dike
11:52 Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi sedan wesayît di dorê de man
11:51 Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir
11:20 Ji Sefîrtiya Japonyayê daxuyaniya PKK'ê
11:07 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstilê kirin
11:01 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Tecrîda mutleq sînorên tehemûlê derbas kir