STENBOL - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak, da zanîn ku dê şandeyek bi daxwazên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û rakirina tecrîdê bi rêxistinên hiqûqê re serî hem li CPT’yê hem jî li Wezareta Dadê bidin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 15’ê sibata 1999’an de bi komployeke navnetewî anîn Tirkiyeyê û xistin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 25 sal in di bin tecrîdê de ye. Tecrîd her ku diçe girantir dibe û destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan ê 33 meh in agahî jê nayên girtin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Hewldanên ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan didomin, herî dawî di 10’ê cotmehê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” starta kampanyayeke kurewî hate dayîn. Dostên gelê kurd, li 74 navendên cuda daxuyanî û meş li dar xistin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê jî di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakî û aktîvîte tên kirin.
Girtiyên siyasî di 27’ê mijdarê de ragihandin ku di çarçoveya kampanyayê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Ji bo daxwazên girtiyan werin bi cih anîn, li gelek bajaran çalakiyên Nobeta Edaletê hatin destpêkirin.
Hewldanên rêxistinên hiqûq û mafên mirovan jî li dijî tecrîda Îmraliyê didomin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo di 29’ê mijdarê de şandeyekê bişîne Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabû.
Hate zanîn ku Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî ji bo astengiyên li pêş hevdîtinên li Îmraliyê bên rakirin dê serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Wezareta Dadê bide.
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak
‘AMADEKARIYÊN JI BO SERLÊDANA CPT’YÊ’
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak ê em têkildarî mijarê pê re axivîn, agahî da ku dê serlêdaneke bi vî awayî çêbibe û wiha got: “Ji bo ku CPT’ê li gorî armanca damezrandina xwe tevbigere û peywîra bi cih bîne em ê serlêdanê bikin.”
DAXWAZ DÊ ÇI BIN?
Çakmak, bal kişand ku tevî bi ser serdana dawî ya CPT’yê demekî dirêj derbas bû jî ji rayagiştî û parêzerên wî re tu agahî nehatiye parvekirin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku CPT berpirsyariya xwe bi cih bîne em ê çend daxwazên şênber bikin. Daxwaza me ya ewil dê bibe rakirina tecrîdê. Her wiha em ê ji wan bixwazin ku ji bo astengiyên li pêş hevdîtina bi malbat û parêzeran re bê rakirin bikevin nav hewldanan. Em plan dikin ku bi saziyên hiqûqî û baroyên ku em bikarin lê zêde bikin re serlêdanekê bikin ku serdanên xwe bi rayagiştî re parve bikin.”
DÊ SERÎ LI WEZARETA DADÊ JÎ BIDIN’
Çakmak, ragihand ku ji bo şandeyek biçe Îmraliyê dê serî li Wezareta Dadê jî bidin û anî ziman ku dê di vî warî de li hemû parêzerên li welat bangeke wan hebe. Çakmak destnîşan kir ku armanca wan ew e ku baro û rêxistinên din ên hiqûqî tev li serlêdanê bikin û bal kişand ku pêkanînên li Îmraliyê bandorê li civakê dikin û ji bo bikaranîna mafên bingehîn dibin asteng.
‘RÊYA XELASIYÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE’
Çakmak ê qala çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kirî, kir û ev tişt gotin: “Yekane rêya xelasiyê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye.”
‘DIVÊ HERKES JI BO TECRÎDÊ DENG DERXÎNE’
Çakmak, destnîşan kir ku aştî û demokratîkbûn ji bo erdnîgariya Mezopotamyayê “heqîqet e” noxteya bingehîn a pêşiyê li vê heqîqetê digire jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Çakmak, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Argumana sereke û rêya çareseriyê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Ji bo ku bigihin heqîqetê û mirovên li welat bi hev re di nava aştî, xwişk û biratî û aramiyê de bişîn divê ev rê were vekirin. Armanca me ya hiqûqnasan a sereke ew eku ev tecrîda li ser muwekîlên me were bidawîkirin. Em bi daxwazeke hiqûqî tên. Lê belê heke berdêla vê daxwaza hiqûqî bandorê li tevahiya erdnîgariyê bike, her kesên li vê derê dijîn û xwe li têkildarî pêşeroja welêt berpirsyar dihesibînin, divê li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû