MANÎSA - Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got ku girtî doza azadiya Abdullah Ocalan û ji bo çareserkirina meseleya kurd, doza rakirina tecrîdê dikin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûlay Hatîmogûllari beşdarî civîna gel a li eywana dawetê ya navçeya Yûnûsemre ya Manîsayê bû. Parlamenterên HEDEP'ê Bûrcû Gul Çûbûk, Îbrahîm Akin, George Aslan û Oznur Bartin û gelek welatî beşdarî civînê bûn.
Hevserokê HEDEP'ê yê Manîsayê Alî Gok ku di civînê de ewil axivî, bi bîr xist ku hewl tê dayîn ku deriyê HDP'a edaletxwaz û azadîxwaz bê girtin. Gok anî ziman ku lê hevserokên wê serdemê gotine, "Hûn partiya me bigrin jî, em ê gelê xwe bê çare nehêlin" û got: "Ev gotin, gotinên helwesteke rast in ku hevserokan gotibû. Çi pêwîst bû me kir û li gel hemû bêderfetiyan û zextan jî me gelê xwe bê çare nehişt. Em bûn hêviya gelê xwe û beşdarî hilbijartinan bûn. Têkoşîna edalet, aştî û azadiyê dê ji aliyê HEDEP'ê ve bidome."
'DÊ TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ BIDOME'
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tûlay Hatimogûllariyê jî diyar kir ku her çend navê partiyan hatibe guherandin û partî hatibin girtin jî dîsa bi awayekî bihêztir partî ava kirine. Hatîmogullariyê da zanîn ku desthilat bi awayekî ku cûntaya leşkerî ya 1980'yî tîne bîra mirovan, tevdigere û got: "Li aliyekî partî tê girtin, li aliyê din jî girtîgehan veguherandine îşkencexaneyan. Tecrîda li ser birêz Ocalan di çarçoveya 'Plana Çokşikandinê' de li ser gelê kurd berdewam dike. Girtî ji bo azadiya birêz Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Heta ku ev pêk neyê em ê dest ji israra xwe ya ji bo aştiyê bernedin. Çawa kurdên li Rojavayê li ber xwe dan, em ê jî li vir li ber xwe bidin. Wekî HEDEP'ê ji bo geşkirina aştiya Rojhilata Navînê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Hatîmogûllariyê bal kişand ser krîzên ekolojîk ên li Manîsayê jî û got ku ew ê xwedî li xwezaya xwe û qadên xwe yên jiyanê derkevin.
'EM HÊZA XWE JI JINAN DIGIRIN'
Hatîmogullariyê bal kişand ser polîtîkayên desthilatê yên li hemberî jinan û got ku dîroka 5 hezar salî ya li ser jinê di bin rêveberiyên desthilatên faşîst de hê xerabtir bûye. Hatîmogullariyê diyar kir ku AKP piştî hilbijartinên giştî hewl dide bi rêya jinan qanûnên civakî biguherîne û got: "Hewl didin jinan wekî yên sergirtî û servekirî dabeş bikin. Lê belê jin wê ji yên ku hewl didin me parçe bikin re bêjin 'raweste'. Tundiya li ser jinê ne tenê li ser jinên muxalîf tê kirin, mafê jinên ku dengê xwe didin AKP'ê jî desteser dikin. Vekişîna ji Peymana Stenbolê geşedanek bû ku rê li ber tundiya li ser hemû jinan vekir. Ji bo azadiya jinê me bedelên mezin dan. Partiya me, pergala hevserokatiyê ku ji bo hemû cîhanê mînak e, pêk anî. Em hêza xwe ji Sêveyan, ji Sakîneyan, ji 'Jin, Jiyan, Azadî'yê digirin."