MÊRDÎN - Li hemberî berxwedana malbata Tekîn cerdevanî, zext, tundî, binçavkirin, girtin, sirgûn û mirin bêfêde bûn. Fettah û Gurbet Tekîn ên ku di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de 2 zarokên xwe winda kirine û 2 jê li çiyê û yek jê jî di girtîgehê de, niha ji bo azadiya Ocalan di Nobeta Edaletê de ne.
Çîroka jiyana Fettah û hevjîna wî Gurbet Tekîn ên ku ji roja ewil ve di Nobeda Edaletê de ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê cih girtine û doza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareserkirina meseleya kurd dikin, eynî wekî dastaneke berxwedanê ye. Ev jiyana ku peyv têra vegotina wê nakin, di têkoşîna azadiya gelê kurd de wekî meşaleyekê vêdikeve. Fettah Tekîn ku di sala 1987'an de li dijî ferzkirina cerdevantiyê ji bêgavî koçî gundê Zonê ê navçeya Artûklûya Mêrdînê dike, piştî îşkenceya ku bajar bi bajar dîtibû vegeriya welatê xwe û niha nûnerê bajêr ê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) ye. Gurbet Tekîn ku tevî hevjînê xwe hemû eziyet kişandiye jî Hevseroka Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê a bi Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYADER) ye. Gûrbet û Fettah Tekîn ku her du jî 59 salî ne, tevî vî umrê xwe jî pêşengtiyê dikin, hema bibêje tevahiya ferdên malbata wan ketine girtîgehê. Bav Tekîn her tim bi binçavkirin û zextan re rû bi rû dimîne û di sala 1992'yan de hatiye girtin.
KOÇBERÎ, ZEXT Û GIRTÎGEH...
Kurê mezin ê malbatê Silêman Tekîn (Mazlûm Mêrdîn) ku piştî ji girtîgehê derkete di sala 1997'an de neçar ma koçî Stenbolê bike tev li nava PKK'ê bû û di sala 2005'an de li Pulumurê ya Dersimê jiyana xwe ji dest da. Di sala 2010'an de kurê din ê malbatê Selîm (Çekdar-Mazlûm Nisêbîn) tev li nava refên PKK'ê bû û di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da. Di sala 2011'an de kurê wan Delîl Tekîn ê 16 salî hat girtin. Piştî demekê di Cotmeha 2012'an de bav Fettah Tekîn ku wê demê Nûnerê MEYADER'ê yê Qoserê bû, dayika Gurbet Hevseroka BDP'ê ya Bajêr bû û keça wan Vesîle Tekîn hatin binçavkirin. Dema Vesîle Tekîn hat girtin, ji bêgavî du keçên xwe yên biçûk jî bi xwe re birin girtîgehê. Her wiha du keçn Fettah û Gûrbet TEkîn hê jî li çiyê ne. Kurê wan Yilmaz Tekîn piştî demekê di girtîgehê de ma neçar ma derkeve derveyî welêt.
‘ÇÎROKA ME DIRÊJ E'
Bav Fettah Tekîn ku got “Çîroka me dirêj e, bi vegotinê bi dawî nabe" wiha pê de çû: “Meziyeteke mezin dît. Zext, gefxwarin... Du sal berê dîsa hatim binçavkirin. Dîsa rastî gefan hatim. Zarokek min çû Rojavayê, xwest wî razî bikin ku vegere. Hewl dan me bişînin ber avahiya HDP'ê ya Amedê lê min qebûl nekir. Heta gef li neviyên min jî xwarin." Tekîn ku ji bo komploya navdewletî ya li hemberî RÊberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike navê "Zindan" li kurê xwe kiriye û 12 salan porê wî nequsandiye û got: “Em her tim li girtîgehê ne û li derve ne. Ji sala 1992’yan û vir ve em li ber deriyê girtîgehan e. Yek ji me tê girtin yek tê berdan. Niha jî wisa ye. Em nizanin dê heta kengî berdewam bike. Ji sala 1992’yan ve me paşde gav neavêtiye. Daxwaz û armanca me diyar e. Gelê azad, welatê azad! Ji bo vê me daye ser vê rêyê. Heta ku ev yek pêk neyê em ê ji rêya xwe venegerin."
‘EM DOZA AZADIYA WÎ DIKIN'
Bav Tekîn diyar kir ku îro ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyan li dar dixin û got: “Em îro rakirina tecrîdê bes nabînin. Berê me digot bila tecrîd bê rakirin û malbat û parêzerên wî hevdîtinê bikin, lê îro em dixwazin Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Bes e. Ma wê heya ku rêber girtî be? Heya rêberê me azad nebe, ne zarokên me ne jî em azad nabin. Welatê me jî azad nabe. Şerê li Rojhilata Navîn jî nayê rawestandin. Tu îro li ku dinêrî her tiştê diqewime ji ber vê tecrîdê ye. Ji ber ku Rêbertî nikare fikrên xwe bi civakê re parve bike. Ger îro aboriya Tirkiyeyê di vê rewşê de be, sedema vê yekê çi ye? Komek heye ku ji vî şerî sûd werdigire. Ev şer li gorî daxwazên wan didome. Heya ku Rêbertî di vê rewşê de be, ev mirin û ev şer ranawestin. Ji ber vê yekê em dixwazin Rêberê me ser best bê berdan. Tenê ne şerê tirk û kurdan dê şerên li ROjhilata Navînê jî rawestîne.
‘EM BI BIRYAR IN'
Tekîn bal kişand ku kesên ku bertek nîşanî êrişa Îsraîlê ya li ser Xezeyê didin, di meseleya kurd de xwe li ker û lalîtiyê datînin û wiha dewam kir: “Îro dibêjin Îsraîl sivîlan dikuje û li cihên sivîlan dixe. Li Rojavayê santralên ceyranê hedef tên girtin. Ma ev ne herêmên sivîlan in? Ma stasyonên benzînê ne qadên sivîlan in? Ma nexweşxane ne herêmên sivîlan in? Pêşî li tiştên ku li ber çavên te ye binêre û paşê qala yên din bike. Em vê yekê qebûl nakin. Loma em dibêjin; Rêberê me rojek berî rojekê berdin. Heta ku Rêberê me neyê berdan em ê vê çalakiyê bi dawî nekin. Me bixin girtîgehê jî û çi bikin jî em bi biryar û xwedî îrade ne. Ev çalakî îro bi vî rengî didome. Lê wê di rojên pêş de bi awayên cuda berdewam bike. Serokê me azad bikin û zarokên me rojek berî rojekê azad bikin. Bes e. Bila ev şer demildest bi dawî bibe.
GER EM BI RÊXISTIN BIN DÊ ÇARESERÎ ÇÊBIBE
Ger dixwazin aborî baş bibe, divê dest ji xerckirina ji bo vî şerî berdin. Ne hewce ye ku herin li ber deriyên dewletên din li pereyan bigerin. Çareserî li Îmraliyê ye. Çima îro Doza Kûmpasê ya Kobanê vekirin? Dema hûn li Peymana Dolmabahçeyê dinêrin hûn şerm nakin? Ev kirinên hovane ne. Nayê qebûlkirin. Divê gelê me jî hişyar be û van qebûl neke. Divê îro tenê malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê ne di di Nobeda Edaletê de bin. Divê hemû dayik li vir kom bibin. Divê em bi hezaran bin. Divê em çareseriyê bînin. Em çiqasî bi rêxistin û xurt bin, dê çareserî jî ew qas zûtir pêk bê."
MA / Ahmet Kanbal