Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad got: “Pirsgirêk û aloziyên herêmî zêde bûne. Vê yekê jî bandorek nerênî li ser pirsgirêka gelê Kurd ya li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kiriye. Niha metirsî li ser nemana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û statuya Herêma Kurdistanê çêbûye.”
 
Îro li nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê bi amadebûna Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, parlementerên DEM Partî û kesayetên biyanî, têkildarî metirsiyên li ser gelê Kurd û Kurdistanê civînek çapemeniyê lidarxist. Di civîna çapemeniyê de daxwaz ji aliyên siyasî û kesayetên Başûrê Kurdistan û her çar parçên Kurdistanê hat kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bixebitin.
 
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Pirsgirêk û aloziyên herêmî zêde bûne. Vê yekê jî bandorek nerênî li ser pirsa gelê Kurd ya li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kiriye. Niha metirsî li ser nemana Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.”
 
Hevseroka KNK’ê îşaret bi êrişên dewleta tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî kir û got: “Êriş û topbaranên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê, destkeftiyên gelê Kurd xistiye di jêr metirsiyê de. Ji ber wê heta çareserî ji doza rewa ya gelê Kurd re neyê dîtin, wê metirsiya welatên cîran a li ser gelê Kurd berdewam bike.”
 
Zeyneb Murad destnîşankir ku armanca êrişên dewleta tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo tinekirina gelê Kurd û tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurde. Zeyneb Murad got: “Dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên Başûrê Kurdistanê tine bike û şerê navxweyî di nava Kurdan de derxe. Ji bona wê giringe aliyên Kurdî hewla destpêkirina pêvajoya aştiyê bidin.”
 
Der barê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de jî Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad got: “Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ya ji bo doza rewa ya gelê Kurd wê bibe bingehê pêvajoya aştiyê. Wê bi azadiya Ocalan re dawî li êrişên dewleta Tirk werin. Wê ti behaneyek ji bo êriş û operasyonan nemîne. Ji bo wê erkê saziyên ragihandiniyê ye ku rola xwe ji bo azadiya birêz Ocalan bilîzin.”
 
Di dawiyê de jî Zeyneb Murad got: “Tecrîda giran a li ser birêz Ocalan tê wateya çaresernekirina pirsgirêka gelê kurd. Ji ber wê ev jî ziyanê digihîne gelê Kurd û herêmê. Ji bona wê daxwaz ji hêz û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û kesayetan dikîn helwest li dijî tecrîda li Îmraliyê nîşandin.”
 
Piştre Wezîrê Berê yê Dadê yê İslandayê Ugmandur Yunasun jî axivî û got: “Agahiya me jê heye ku Tirkiye bi hezaran çalakvan û azadîxwazên Kurd xistiye di girtîgehan de, di ser hemûyan re jî birêz Ocalane ku ev 25 salin li Îmraliyê ye. Îmralî bûye taqîgehek ya çewisandina azadiyan.”
 
Ugmandur Yunasun îşaret bi êrişên dewleta Tirk jî kir û got: “Tirkiye li sinorên Herêma Kurdistanê tevliheviyan derdixe. Tawanên wê yên li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.”
 
Yunasun di dewamê de got: “Birêz Ocalan her tim ji bo aştiyê û bi dawî anîna şer hewildanan kiriye. Ji bona wê giringe Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yekgirtina xwe çêkin û li dijî çewisandinan xebat bikin.”
 
Di dawiyê de jî Ugmandur Yunasun got: “Em hewl didin destdirêjî û tawanên artêşa tirk ên li dijî gelê Kurd nîşanî welatên Ewropa û parlementoya Ewropayê bikin. Her wiha emê êrişên Îranê yên li ser gelê Kurd jî bixin rojevê.”

Sernavên din

03/02/2024
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye
16:15 Meşvanên Azadiyê li Elbakê ne
15:36 Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin
15:22 Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e
15:21 Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
15:20 Li kolanên Qersê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bilind bû
15:01 Meşvanên azadiyê li navçeyên Wanê ne
14:50 Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin?
13:49 Bi pirekê ve pankarta ‘Azadiya rêbere me azadiya me ye’ hate daliqandin
13:24 Gavên ewil ên Meşa Mezin a Azadiyê hatin avêtin
12:51 Di doza tacîzê de daxwaza cezakirinê
12:44 Bayindir: Em ê tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin
Bakirhan: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
12:11 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:10 Pira dîrokî ya Şapatanê li ber hilweşînê ye
11:55 Li Qersê ‘Meşa Azadiyê’ dest pê kir: Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin
11:50 Zema ji bo simîdan dê bihata kirin taloqî piştî hilbijartinê kirin
10:58 DEM Partî komcivîna xwe ya di 6’ê sibatê de dê li Hatayê pêk bîne
10:48 Tirkiye bi hevdîtinên xwe yên bi Iraq û Îranê re çi armanc dike?
10:41 Rojnameger Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekirî dihat darizandin beraet kir
10:35 Li Wanê starta Meşa Mezin a Azadiyê hat dayîn: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo gelê kurd statû
10:33 Li Rihayê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn
10:25 Li Hatayê xwendekar hêj jî travmaya erdhejê dijîn
09:56 Danişîna 18 rojnamegeran dest pê kir
09:47 Gefa kuştinê li girtî Ekrem Gun tê xwarin
09:41 Komplo di 25 saliya xwe de ye: Çi qewimî?
09:40 Li Rihayê ne hilweşandina avahiyan ne jî avakirina wan temam bû
09:22 DFG'ê ji bo Ehmed bang li saziyên rojnamegeriyê kir: Bêdeng nemînin
09:04 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 67’an de didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 100 roj in tu agahî nayên girtin
09:03 Sedema cezayê ku li Mizrakli hat birîn: Îfadeyên îtirafkara derewîn esas hatin girtin
09:02 Dîlsîz: Tecrîd hem weke hiqûqî hem jî weke siyasî nayê qebûlkirin
09:01 Bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî hat taloqkirin
09:01 Kalçik: Li Wanê 8 qadên avî kirin ‘Bexçeyê Milet’
09:00 Sewalkar ji ber qeyrana aboriyê nikarin karê xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:00 Parlamenter Çûbûk: Divê li dijî tecrîdê sosyalîst berpirsyartiyê bigirin
09:00 Roja ku bavê wî hat girtin ji dayik bû: 31 sal in li benda berdana bavê xwe ye