NAVENDA NÛÇEYAN - Hevalê Viyan Soran a ku 18 sal beriya niha li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, Abubakir Mecîd ew vegot. Mecîd, diyar kir ku Viyan Soranê bi tevlibûna xwe sînorên civakî yê ku jinan re hatine xêzkirin derbas kir û got: "Bi çalakiya xwe biryardayina pêşengiya jiyaneke azad nişan da."
Di dîroka berxwedana Kurdistanê de hin jin hene bi tîpên zêrîn navê xwe li mohra dîrokê dane. Jinên ku di her pêvajoyan de bûne ronahiya tekoşînê helbet di roja me ya îro de jî vê rol û mîsyona xwe dilîze. Yek ji van jî Viyan Soran a bi nasnavê Leyla Walî bû. Viyan Soran di sala 1981'an li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik dibe. Di sala 1997'an tevli nava refên PKK'ê dibe û di sala 2004'an de cihê xwe di komîteya jinûve avakirina PKK'ê de digire ku yek ji 12 kesên ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve ji bo vê erkê hate peywîrdarkirin û gihişt asta fermandariya Yekîneyên Jinê yên Azad (YJA Starê).
Soran, di çarçoveya pêngava "Hûn nikarin roja me tarî bikin" de li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir.Viyan Soran bi vê çalakiyê helwesta xwe û berteka xwe ya li dijî xiyanetê û komploya navnetewî nişan dide.Viyan Soran beriya ku vê çalakiyê pêk bîne jî nameyekê li pişt xwe dihêle û di wir de wiha dibêje: "Xweziya ji canê min buhatir tiştekî din hebûya ku min di rêya azadiya Serok, gel û jinên bindest de gorî bikira. Ev çalakiya min bersiva li siyaseta înkarê ya li ser gelê kurd û siyaseta tecrîdê ya li ser Serok Apo ye. Ji bo azadiya gelê kurd û jinê, li dijî zilm û zextê eger tiştekî ji canê min hêjatir hebûya, min ê ew jî bida. Lê belê di demeke bi vî rengî de ku gelê Kurd her roj li ser piyan e û ber bi serketinê ve diçe, fedakirina jineke mîna min gelekî kêm dibînim. Ez jî mîna gelek hevalan xwe deyndarê gel û jinên êşkişandî dibînim.” Piştî Soran jî ev çalakî pêl bi pêl belav bû. Bi minasebeta şehadeta Viyan Soranê ya 18'emîn de hevalê wê Abubakir Mecîd axivî.
'KESAYETEKE BI DISÎPLÎN Û BIRYARDAR BÛ'
Hevalê wê Mecîd, diyar kir ku Viyan Soran xwedî îrade bû û wiha got: "Bi rêzdarî bejna xwe li ber şehîd Viyan ditewînim.Viyan di nava jinên başûrê Kurdistanê de mînakeke ku kêm tê dîtine. Ew di temenê biçûk de beşdarî têkoşîna azadî û demokrasiyê bû. di sala 1997’an de ji malbatê bi du hevalên jin re biryar da ku tev li nava refên PKK’ê bibe. Li gel vê tevlibûna wê malbatê wê aciz bû û wisa fikirîn ku Viyan û hevalên wê bi darê zorê hatine birin. Lê tişta ku tê bîra min ew e ku rêxistinê li dijî vê helwesta malbatê gotibû, 'ger bi zorê hatine bila vegerin' Wan jî gotin na, em bi zorê nehatine, em bi bîr û baweriyên xwe beşdar bûne. Şehîd Viyan xwedî kesayeteke bi disîplîn û biryardar bû, di destpêkê de min ew nedîtibû. Lê piştî ku min nas kir min dît ku ew ji aliyê kesayet û şoreşgerî jêhatî bû."
'VIYANÊ SÎNORÊN KU HATINE XÊZKIRIN DERBAS KIRIN'
Mecîd, da zanîn ku Viyan Soran bi tevlibûna xwe di nava civakê de diwarên ku jin nikarin bişkînin, şikandin û got ku bi vê çalakiya xwe fedakariya xwe ya ji gelê xwe re careke din nişan da û wiha domand: "Cara ewil min ew di sala 2013'an de dema rejîma BAAS hilweşiya û PÇDK ava bû, ew yek ji damezrînerên wê bû, em çûn Mûsilê û li wir min yekem car dît û ez matmayî bûm, pişt re vegeriyam Silêmaniyê, mixabin dîsa min nekarî wê bibînim heya nûçe belav bû ku wê çalakiyek kiriye, ez xemgîn bûn. Ji ber ku min got ew kesek pir çalak û bi biryar bû. Min dizanibû ku heval ji bilî çareseriya pirsgirêkên siyasî wê jiyana xwe li tu çalakiyan zêde nekin, dê ji bo xatirê gel û rêxistinê her fedakariyê bikin. Şehîd Viyan karîbû sînorên civakî yên dijwar ku malbatê ti carî rê neda jinên Başûr tev li têkoşîneke wiha bibin, şehîd Viyan karîbû pêk bîne, çalakiya wê qehremaniyek bû bi vê çalakiyê biryardayina xwe ya pêşengiya jiyaneke azad nişan da. Di heman demê de xwendekareke pir jêhatî û jîr bû û mamoste jî ji wê razî bûn, heta radeyekê hemû nerazî bûn ku wê dev ji dibistanê berda. Ev hemû nîşaneya wê yekê bûn ku asta pêşengtiya azadiya jinê bi rastî di kesayeta şehîd Viyan de xwe dide der."
'PIR DIXWEST KU RÊBER APO BIBÎNE'
Mecîd, da zanîn ku yekem daxwaza Viyanê ew bû ku carekê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibîne û ev tişt got: "Dema ku tevli bû yekser derbasî dewreya perwerdeyê bû. Dema ku dewreya xwe qedand sala 1998’an bû. Wê salê em ber bi komployeke navneteweyî ve diçûn. Ji bilî Şehîd Viyan, çend rêhevalên din jî xwe amade dikirin ku wan bişînin qada serokatiyê. Yek ji derdê şehîd Viyan di nivîsên xwe de nivîsiye, nedîtina Rêber Apo bû. Pir dixwest ku Rêber Apo bibîne û dixwest beşdarî perwerdeya wî bibe. Lêbelê rewşê rê neda vê yekê, Rêber Apo bi komployekê revandin û tecrîd kirin. Xwe şewitandin ne karekî hêsane û lûtkeya biryardariyê ye, ji dijmin re peyameke ku em ê ji bo parastina doza xwe ya girîng û Rêberê xwe canê xwe feda dikin. Em xwedî li ruhê teslîmiyetê derketin û êdî ruhê me yê fedayî, berxwedan û parastinê heye. Ev peyama şehîd Viyan ji tevahî gelê kurd û dijminan re bû."
MA / Zeynep Dûrgût