MEREŞ - Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê bû, her çend salek derbas bû jî pirsgirêka xaniyan a mexdurên erdhejê nehat çareserkirin. Ji aliyeki mexdûrên erdhejê li bendê ne ku pirsgirêkên wan ên xaniyan bên çareser kirin û ji aliye din jî li navçeyê şopa erdhejê weke roja ewil e.
Di 6’ê sibata 2023'yan de navenda wan Mereş du erdhejên mezin çêbûn. Li Mereşê tevî salek di ser erdhejê re derbas bû jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê hêj nehatine çareserkirin. Di erdheja ku pêk hat de li Mereşê li gorî daneyên fermî 12 hezar û 622 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 hezar û 940 avahî hilweşiyan. Li bajarê ku hê xebatên rakirina xirbeyan bi dawî nebûne, ji bo 19 hezar û 194 avahiyan biryara hilweşandinê ya bilez hat dayîn. Li Mereşa ku di erdhejê de gelek avahî lê hilweşiyan 112 hezar û 414 xaniyên ku ji bo mexdurên erdhejê bên çêkirin jî hê neqediya ne. Yek ji pirsgirêkên sereke yên mexdûrên erdhejê yên ku zivistana îsal bêxanî derbas kirin pirsgirêka xaniyan e. Mexdûrên erdhejê yên li Mereşê di 23 hezar û 212 konteynirên ku 51 cihan hatiye avakirin de li bendê ne ku di zûtirîn demê de pêdiviyên wan ên xaniyan bên bicihanîn.
Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê bû, li navenda navçeyê û gundan gelek xanî hilweşiyan. Li gorî hejmara dawî ya beriya erdhejê, li navçeya ku li 47 gund û 28 mezrayên wê 70 hezar û 123 nifûs heye, 872 xanî bi temamî hilweşiyan û 431 kes jî di bin xirbeyan de mirin. Ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve ji bo hezar û 752 avahiyan biryara hilweşandina lezgîn hat dayîn. Mexdûrên erdhejê yên bê mal zivistanê li bajarên konteyniran ên ku li 4 noqteyên navçeyê hatin avakirin derbas kirin, li benda xaniyan in. Ji bo maxdurên erdhejê li navçeya Bazarcixê bi gundan ve tevahî 8 hezar xaniyên ku wê bên çêkrin jî hê neqediya ne.
Li navçeya ku hê hilweşandina avahiyên ku xisareke mezin lê neqediyane, navçe bi xirbeyên ku ji holê rabûn weke erdekî vala xuya dike. Piştî erdhejê li navçeya ku gelek mexdûrên erdhejê koç kirin kolan vala man. Tevî ku salek di ser erdhejê re derbas bûye jî li Bazarcix a navenda erdhejê şopa erdhejê zindî ye.
Li Bazarcix a ku salek di ser erdhejê re derbas bû jî xebatên rakirina kavil û hilweşandina avahiyên xesara mezin girtinê hê neqediya ne. Tevî hişyariyên pisporan jî xuya ye di xebatên rakirina kavîlan de av nehatiye bikaranîn û beton û hesin li cihê bûyerê ji hev cuda bûne. Pisporan hişyarî dabûn ku hesin û beton asbestê belav dikin û ji ber vê yekê jî piştî ku bermah bên rakirin divê hesin û beton li cihên dûrî qada jiyanê ji hev bên veqetandin. Xuya ye ji bermahiyên avahiyeke ku li kolaneke qelebalix a navenda Bazarcixê hatiye rakirin, av lê nehatiye reşandin û hesin û beton di nava xirbeyên avahiyê de ji hev hatine cudakirin.
Hilweşîna avahiyên ku zirareke mezin dîtine û ji bo wan biryara hilweşandina lezgîn hat dayîn, tevî salek derbas bû jî bi dawî nebû. Li Taxa Cengîz Topel a Bazarcixê avahiya ku zirareke mezin dîtiye, tevî ku salek derbas bûye jî hê nehatiye hilweşandin. Li taxa ku xebatên hilweşandinê nehatine kirin, gelek avahiyên ku xisar dîtine bi zehmetî li ser lingan dimînin.
Li Bazarcix a ku gelek mexdûrên erdhejê bê mal man, tevî ku salek derbas bû jî, pirsgirêka xaniyan nehat çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên ku xaniyên wan hilweşiya ne, li bajarên konteynirê yên li 4 noqteyên navçeyê hatine avakirin, li bendê ne ku pirsgirêkên wan ên xanî bên çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên li bajarê konteynirê yê ji aliyê Koreya Başûr ve li Taxa Memiş Ozdalê hatiye çêkirin dijîn, diyar kirin ku ew dixwazin demildest derbasî xaniyan bibin.
'ZIVISTANÊ DI KONTEYNIRAN DE SAR E'
Yek ji mexdûra erdhejê Yuksel Tuke ku di erdhejê de mala xwe winda kir û bi kurê xwe yê astengdar û 2 zarokên xwe re di konteynirê de dijî diyar kir ku di nava şert û mercên gelekî dijwar de hewl didin jiyana xwe di konteynirê de bidomînin. Tûke axaftina xwe wiha domand: “Kurekî min ê astengdar heye. Ew bêzar dibe ji ber ku ew her gav li hundir e. Ez nikarim derxim jî. Kurê min ji ber ku nikare biaxive diqîre. Dema diqîrê, yên di konteynerê de dimînin gazinan ji me dikin. Dibêjin ev me bêzar dike. Zivistan e û konteynir sar in. Dema ceyran qut dibe hundir pir sar dibe. Dibêjin dê xanî bê çêkirin, lê em nikarin wî deynî bidin. Ez hewl didim ku bi mûşeya teqawidiyê debara xwe bikim. Mexdûrên erdhejê her tiştê xwe winda kirin. Divê dewlet bibe alîkar û em mexdûrên erdhejê bê deyn derbasî xaniyên nû bibin."
MEXDURÊN ERDHEJÊ DEYNDAR DIBIN
Mexdurekî din ê erdhejê Bektaş Çoksaydi jî bi lêv kir ku di erdhejê de xaniyê wan zirareke mezin dîtiye û ev tişt gotin: “Ez nizanim dê xanî bên çêkirin an na. Gelek pirsgirêk hene. Her tişt ji bo me pirsgirêk e. Xanî hê nehatinê çêkirin. Ne kes dinêrê ne jî kes pirs dike. Dema baran dibare konteynir tijî av dibe. Konteynir ji bo şert û mercên zivistanê ne guncaw e. Ji bo em derbasî xaniyên nû bibin jî em ê deyndar bibin. Ma em ê çawa wan peran bidin?"
MA / Mahmût Altintaş