ÎZMÎR - Rojnameger Halît Ermîş anî ziman ku hêzên navneteweyî bi komployekê hewl dan têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tesfiye bikin lê belê bi pêşengtiya Abdullah Ocalan gavekî fikrî avêtiye û wiha got: “Li Rojhilata Navîn tekane çareserî, paradîgmaya Neteweya Demokratîk e.”
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 15’ê sibatê de bikeve sala 26’an. Starta komployê di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê hate dayîn. Di 15’ê Sibata 1999’an de bi radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê re jî berdewam kir. Ji dîroka behsa xeberê heta niha Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin.
Ocalan di nirxandinên xwe yên piştre de komploya li dijî xwe weke “Mezintirîn komploya sedsala 21’emîn” nirxand. Ocalan, got: “Heke komplo li gorî daxwazên wan pêş biketa, ev dihat wê wateyê ku dê Anatoliya di nava xwînê de bihata hiştin.” Her wiha Ocalan da zanîn ku tevî komployê jî ji bo avakirina bingeha aştî û demokrasiyê dê di nava hewldanan de be. Tevî hewldanên Ocalan jî tecrîda li Îmraliyê bênavber berdewam kir. Ev 35 meh in jî tu agahî jê nayên girtin.
Gelek derdor, komploya li dijî Abdullah Ocalan weke “Gava ewil a ji bo mudaxileya li dijî Rojhilata Navîn” dinirxînin. Rojnameger Halît Ermîş têkildarî komployê bi ajansa me re axivî.
Komploya navneteweyî dikeve sala 26’an. Armanca komploya bi pêşengtiya DYA’yê çi bû?
Piştî ku Yekitiya Sovyetan ji hev belav bûyî, hem li eniya sosyalîst hem jî li seranserî cîhanê belavbûnek çêbû. Her wiha eniya îslamî ya ku li ser bingeha netewe dewletan hatiye avakirin jî xurt bû. Lê belê li Kurdistanê ku di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de ‘mirina’ wê hatibû ragihandin, bi PKK’ê re vejîn û eniyeke berxwedanê jinûve belav dibû. Xeta sosyalîst a PKK’ê û jinûve şîrovekirina reel sosyalîzmê ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku digot hewceye xwe ji xefikan biparêzin û fikrên wî, ji bo hegemonyaya rojava xetereyek bû. Pêşketina xeta PKK’ê ne tenê ji bo herêmê, di heman de ji bo gel û neteweyên bindest jî dibû çavkaniya hêviyê. Hewl dan pêşî li vê rewşê bigirin.
Fikrên Abdullah Ocalan xetere li ser hegemonyaya rojava çêdikir. Xwestin pêşiya vê rewşê bigirin. Lê belê têkoşîna bênavber a gelê kurd û terzê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê ev plan vala derxist.
Di heman demê de li herêmê netewe dewlet hebûn ku roj bi roj mezin dibûn. Piştî şoreşa 1979’an, Îran ji bin kontrola DYA’yê derket. Vê jî xetere li ser berjewendiyên hegemonyaya rojava ya ji bo demekî dirêj çêdikir. Lewma xwe neçar dîtin ku herêmê veguherînin şiklekî wisa ku bikarin heta demekî dirêj birêve bibin. Komploya navneteweyî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate pêşxistin û bi vê yekê xwestin têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê tesfiye bikin. Ji ber ku ji bo xwe gelê kurd weke xetereya herî mezin didîtin. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst, di nava sedsalan de hewl da xwe li ser şerê li dijî eniya sosyalîst li ser pêyan bigire. Di esasê xwe de eniya îslamî jî bi vê mebestê li herêmê pêş xistin. Sosyalîzma ku nehiştibûn bikeve herêmê, di şexsê PKK’ê de hem li ser tecrûbeyên cîhanê hem jî ji navenda Rojhilata Navîn derdiket.
Bi vê komployê xwestin herêmê dîsa tev li çerxa pergalê bikin, hêzên heyî bên biçûkkirin û daxilî pergalê bikin, tevgerên li derveyî pergalê tesfiye bikin û bi vî awayî jî pergala mêtingeriyê jinûve ava bikin. Lê belê ev planên wan weke ku li ser maseyê amade kiribûn pêş neketin. Têkoşîna birêxistinkirî ya gelê kurd, têkoşîna wan a bi zanebûn û bênavber ev plan asteng kir û teşhîr kir. Ya duyemîn jî şêweyê têkoşîna Rêberê Gelê Kurd a li Îmraliyê bû. Pergal baş nirxand, di têkoşîna xwe de taktîk û rêbazên nû pêş xist. Pergal baş analîz kir û gelê kurd di çarçoveya van perspektîfan de derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê bû. Lewma qonaxa yekemîn a dîzaynkirina herêmê bi vî awayî vala hate derxistin. Rastiya ku berêya tevahiya geşedanên piştre qewimîn diyar kirî jî ev rastî bû.
Mudaxileya hûn qala wê dikin bandoreke çawa li Rojhilata Navîn kir?
Mudaxileya hêzên hegemon, di nava netewe dewletên ku êdî li herêmê jiyan nema dikare tê de bidome, kaosek ava kir. Dîktatorên ku netewe dewlet afirandin jî êdî rastî berteka gelan dihatin. Şerên netewe, ol û mezheban dîsa hatin sorkirin. Di esasê xwe de nakokiyên dîrokî dîsa hatin têkvedan û hewl dan hegemonyaya xwe li ser vê dîsa ava bikin. Lê belê di rewşeke wiha ya kaosê de pergala nû ya civakî û perspektîfa jiyana hevpar a têkoşîna azadiya Kurdistanê rastî eleqeyeke mezin hat.
Piştî komployê, analîzên Rêberê Gelê Kurd ên têkildarî dîrok, civak û pergalê de di têkoşîna gelê kurd de rê li ber qonaxeke pir cuda vekir. Ev tiştekî wisa jirêzê nebû. Gelê kurd êdî dîrok û roja me bi hev re dinirxand. Li rexekî stratejî û taktîkên têkoşîna xwe pêş dixist, li rexa din jî bi gelên herêmê re peywendiyên xurt pêş xistin. Lewma rewşa peywendîdanînê yên domdar, têkoşîn gihand derdoreke berfireh. PKK a ku dixwestin tesfiye bikin, hîn bêhtir derfet dît ku di nava gelê herêmê de belav bibe. Êdî civakan li gorî nêrîna xwe wate dan dîrok û civakê.
Şoreşa Rojava tam jî mînaka vê rastiyê ye. Heta niha di dîroka Rojhilata Navîn de tu hêzan nekarîbû gelan bi dilxwazî bîne gel hev û yekitiyeke bizanebûn ava bike. Împaratoriyên ewqas mezin jî tenê bi zor û tundiyê feth kiribûn û ev gel xistibûn bin serdestiya xwe. Di serdema netewe dewletan de ji xwe neteweyên din rastî cihêkarî, qirkirin û pişaftinê hatin. Gel û rengên cuda veguherîn çavkaniya pevçûnan. Li ser van pevçûnan jî dîktatoriya serdestan hatibûn avakirin. Amûra mêtingeriyê ya netewe dewletan a li herêmê jî bi temamî li ser vê rewşa şer a cudahiyên li herêmê bû. Ev zîhniyet û ferasetên li dijî hev hêj niha jî di nava şer de ne. Rastiya îro li Iraq û Sûriyeyê li holê, gelek mînakên vê rastiyê radixe ber çavan.
Di vê komployê de roleke çawa dan Tirkiyeyê?
Di demên berê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tespîta ‘rola gardiyantiyê’ kiribû. Divê mirov fêm bike bê ka rola gardiyantiyê çi ye. Gardiyan, ew kes in ku fermanên hêzên serdest di pratîkê de bi cih tînin. Tenê peywira ji wan re hatiye dayîn pêk tînin. Anku mehkûmî efendiyên xwe hatine iklrin û tenê bi fermanên wan dikin.
‘Rola gardiyantiyê dan Tirkiyeyê.’ Dewleta tirk, kete nava hesabên erzan û xwest destkeftiyên gelê kurd di şexsê Ocalan de tesfiye bike.
Dema heta niha bi ser re derbas bûyî ev rola dewleta tirk piştrast kir. Dewleta tirk di nava vê demê de ji bo tesfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û ji bo sedsala nû li ser vê ava bike gelek hewl da. Vaye tişta ku Erdogan digot ‘Hedefa me ya 2023’yan’ jî ev bû. Hêzên kûrewî hewl dan hêzekî mîna PKK’ê ku li Rojhlata Navîn rê li ber ronansê vekiriye tesfiye bikin û ji ber vê jî piştgirî dan hemû hewldanên dewleta tirk ên ji bo vê armancê. Heta teşwîq kirin.
Dewleta tirk di çarçoveya peywendiyên taktîkî yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kete nava hesabên erzan û xwest destkeftiyên gelê kurd di şexsê Ocalan de tesfiye bike. Tirkiyeyê çawa ku dît ev têkiliyên taktîkî jî ji bo gelê kurd vediguherin destkeftiyên stratejîk, tirsiya û xwest tune bike. Tecrîda li ser Ocalan giran kilr û polîtîkaya tecrîda girankirî xist meriyetê. Di heman demê de Ocalan ev pêvajo weke ‘destpêka Şerê Sêyemîn ê Cîhan’ pênase kir. Jixwe ev 25 sal in li Rojhilata navîn şer xelas nebûn û krîzên heyî girantir bûn.
Encamên komployê bûn çi û çi da windakirin?
Komplo yan jî midaxileya kûrewî ya li dijî Rojhilata Navîn li herêmê rê li ber kaoseke mezin vekir. Pirsa ‘kaos çima tên jiyîn’ girîng e; piştî ku hêzên hegemon ên cîhanê bûn du beş, kete nava krîzekê. Pêşketina teknolojîk, di serdema ragihandin û zanistê de ev pergal nema dikariya bê domandin. Dema wiha bûyî jî ji bo domandina pergalê hewcehî bi mudaxile û dîzayneke nû dîtin. Bi rastî jî ma ev pêwîst bû, li gorî min ne hewce bû. Lê pergal û zîhniyeta ku xwe li ser hegemonyayê ava kirî, ji bilî vê tu tiştekî ji bo domandina hebûna xwe nabîne. Nexwe yan dê hilweşiyabûya yan jî ji bo vê krîza xwe derbas bike midaxileyeke wiha bikira. Lewma jî mudaxile kirin. Lê kesên ku mudaxile lê hatine kirin ne kesên berê bûn. Ne netewedewletên herêmê mîna roja ewil bûn ne jî di serî de gelê kurd, bindestên li herêmê mîna sedsal berê bûn. Vê yekê jî krîza hêzên hegemon li herêmê û cîhanê dijiya kûrtir bû.
Weke mînak; dev ji tesfiyebûnê berde gelê kurd kete nava lêgerîn û pêngavên nû. Mudaxileya wan a li Iraqê rê li ber derketina dînamîkên nû vekir. Ev dînamîke jî ne ji wan dînamîkan bûn ku dema lê dixî yekser teslîm bibin. Rastiya Iraqê mînaka vê ya herî şênber e. Lê gelek avadaniyên weke hêzên berxwedana cewherî derketin holê di demên piştre de ketin bin kontrola hêzên cuda. Ji bo vê jî Iraq mînak e. Ji vî alî ve tehlîlkirina rewşa li Iraqê dê ji bo vegotina tehlîlkirina xitîmîna hêzên herêmî û yên kûrewî mînakeke baş be.
Heke em bên ser mijara bê ka herêmê çi winda kir; neteweyên serdest û hêzên hegemon, hêj niha jî weke tekelên mêtingeriyê serdestiya xwe didomînin. Dema mirov ji vî alî ve lê dinêre, tespîteke weke ku bi vê mudaxileyê gelên herêmê azadiya xwe winda kirine li gorî min zêde rast nîne. Lê belê bi destê hêzên serdest bêhtir li dijî hev şer dikin. Lê serdestiya fikrî ya hêzên kûrewî û dewletan hate şikandin. Ji vî alî ve winda kirin. Tişta ku em jê re dibêjin Bihara Ereban di esasê xwe de encama serhildana gelan a li dijî dîktatoran bû. Dê bi demê re diyar bibe bê ka ev pêvajoye ber bi ku de biçe. Lê li gorî min rewşa heyî ev e.
Abdullah Ocalan dema di bin tecrîdê de ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tên jiyîn fikrên girîng pêşkeş kir. teza modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst mînaka vê ye. Gelo mimkin e ku ev kaos bi vê modêlê çareser bibe?
Ji bo xwexelaskirina ji rewşa kaosê di serî de hewceya sedemên rê li ber wê vekirîn bên zanîn. Lewma divê mirov rêya xelasiyê jî li ser vê bingehê ava bike. Bi qasî sedemên pirsgirêkê, her wiha rê û rêbazên çareseriyê jî girîngin. Sedema krîza modernîteya kapîtalîst ew e ku li gorî wê dikare her tiştekî ji bo avakirina hegemonyayê bi kar bîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê rewşê weke ‘bireserkirina her tiştekî’ pênase dike. Hêzên hegemon ên ku xwe weke kirde dibînin, dibêjin qey weke kirde çi bixwazin dikarin li ser bireseran bikin. Her rêya digihijîne armancê jî rewa dibînin. Dema zîhniyet ev be, dikarin her tiştekî bi kar bînin, tune bike û heta dawiyê jê bixwe. Xitîmîna herî mezin jî ev e. Krîz bi vî awayî hate afirandin. Weke mînak; xwezayê pir bêperwa bi kar tînin, heta ku ji îktîdara wan re xizmetê bike vê ji xwe re weke mafekî dibîne. Germbûna kûrewî wiha derket holê. Mêtingeriyê û serdestiya mutleq ji xwe re weke heq dibîne. Netewe dewlet jî bi vî awayî derketin holê. Şerê bi gelan didin kirin ji bo xwe weke mafekî dibînin. Şerên di navbera ol, mezheb, çand û neteweyan de jî bi vî awayî derketin. Îdeolojiya lîberal li ser vê hate avakirin.
Li dijî îdeolojiyên modernîteya kapîtalîst berxwedaneke civakî heye. Çandên Rojhilata Navîn ên weke ‘paşverû’ dibînin li dijî wan li ber xwe didin. Di rewşa heyî de tekane çareseriya krîza heyî neteweya demokratîk e.
Niha li dijî vê îdeolojiyê berxwedaneke civakî heye. Herî zêde jî çandên Rojhilata Navîn ên ku weke ‘paşverû’ dibînin li dijî wan li ber xwe didin. Dev ji cewhera xwe bernade. Lê belê hêzên kûrewî, pirsgirêka azadî û hebûnê ya gelekî ewqas mezin tenê di çarçoveya mafên şexsî de dinirxîne. An jî netewe dewletan weke rê nîşan dide. Weke mînak pirsgirêka Îsraîl-Filistînê ji bo vê mînakeke şênber e. Tenê dema wiha ji hev parçe kirin dikarin jê bixwin û birêve bibin.
Forma sereke ya civakîbûna Rojhilata Navîn a li dijî zexta lîberalîzmê disekine, eşîr in, ol in, mezheb in. Lê binêrin, ev çanda eşîrtiyê ev bi hezaran sala ye didome. Di serdema ku pergala kapîtalîst li tevahiya cîhanê di lûtkeyê de jî li Rojhilata Navîn demarên esasî yên civakî eşîr in. Xwediyên pergalê jî vê dibînin. Eşîr, mezheb, bawerî forma civakî ya vê erdnîgariyê ne. Lewma pergalên li Lubnan, Iraq û hwd. li gorî van forman hatin avakirin. Lê li aliyê din jî şer sor kirin lewma pergala wan rûnane. Bêguman ên li vir şerê heyî sor dikin ne tenê hêzên kûrewî ne. Di heman demê de hêzên herêmî jî wisa din. Dema rewş wiha jî tu çareserî pêş nakevin.
Di vê çarçoveyê de çareseriya neteweya demokratîk a ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, ji bo pirsgirêkên civakî, dîrokî û pergalî weke tekane rêya çareseriyê derdikeve pêşiya me. Bi pêşengtiya nûnerên rewa yên gelan tên gel hev, bi rêbazên demokratîk xwe di nava pergalê de tînin ziman, bi awayekî azad dijîn û yekitiyeke bi dilxwazî tê avakirin. Ji vê avadaniyê re dibêjin neteweya demokratîk. Anku tu netewe serdestiyê li ser neteweyeke din nake, red nake û nake mêtingeha xwe. Lewma di krîza heyî de tekane çareserî çareseriya neteweya demokratîk e.
Kurdan û dostên wan di asta kûrewî de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dan destpêkirin. Gelo em dikarin bibêjin ev kampanya jî di vê çarçoveyê de ye? Fikrên Ocalan li cîhanê çawa tên pêşwazîkirin?
Me girîngiya fikrên wî yên ji bo Rojhilata Navîn kêm zêde vegot. Bi heman awayî ji hêla cîhanê ve jî wiha ye. Ji ber ku hêzên hegemon ên teşe didin Rojhilata Navîn, dixwaze teşe bide cîhanê jî. Îdeolojiya lîberal civakîbûnê dirizîne. Ev yek jî hem li Rojhilata Navîn hem jî li Ewropa û deverên din ên cîhanê wiha ye. Anku li her derê bi heman awayî tevdigere.
Heke civakîbûn cewhera mirovahiyê be, lîberalîzm dibe dûrxistina kesekî ya ji cewher-eslê xwe. Kesê ku li xwe biyanî dibe, bi tenê dimîne û li hemberî pergalê bêparastin dimîne. Mînaka vê herî zêde di şexsê welatên rojavayî de tê jiyîn. Ez nabêjim ev teqez bi ser ketiye lê cewhera wê ev e. Ji ber ku ev serkeftin nîne, kaosê dijî. Êrişî xwezaya mirovan dike û mirov jî li dijî vê bertekê nîşan didin. Ev bertek xwe birêxistin dike û civakîbûneke nû diafirîne. Ji deverên cîhanê yên cuda gel û çandên cuda li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên gel hev. Ev yek nîşan dide ku ev fikr xîtabî wan dikin. Bersiva nakokiyên bi pergalê re dijîn di vir de dibînin. Lewma li ku derê mêtingerî, biyanîbûn û bêedaletî hebe, modernîteya demokratîk û pergala wê neteweya demokratîk herî zêde dê li wir pêş bikeve. Nakkokî bi xwe re dê rewşekî wiha biafirîne.
Ev 34 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin, gelo tecrîda girankirî dê bi xwe re encamên çawa bîne?
Her ku kurd têkoşîna xwe li herêm û cîhanê pêş dixin û derdorên cuda lê zêde dikin dê hîn mezintir qezenc bikin. Dewleta tirk, bi vî awayî bingeha qutbûnê ava kir. Jixwe ev sedsal in bi rêya dagirkerî û komkujiyan û di nava 45 salên dawî de jî bi şerê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bingeha vê amade kir. Lê heke hûn vî tiştî bi kesekê ku gelek jê re dibêje ‘Rêberê min e’ bikin, wê demê hûn hemû têkiliyên navberê qut dikin.
Rewşa tecrîdê di nava kurdan de rê ber pirsan vedike. Dibêje, heke ev vî tiştî li rêberê min bike gelo dema derfet ketin destê dê çi bi serê me bîne. Qutbûn jî ji vir dest pê dike. Ev yek di heman demê de bi xwe re gavên nû jî tîne. Dibe ku niha zextekî giran hebe û ev pêngav xwe zêde nadin hîskirin lê her ku diçe bêhtir dide zorê.
Weke mînak; li bakurê Kurdistanê tevî her cureyên zor û tundiyê yênd ewletê jî civak xwe birêxistin dike û siyasî dibe. Êdî siyasetmedarên diavêjin girtîgehê parastinên xwe li ser bingeha dîrok û analîza civakê dikin. Pergalê dinirxînin û nakevin nava parastinên jirêzê. Vaye ev yek, encama fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Ji ber ku cara ewil wî ev yek kir. Parastinên xwe li ser analîzkirina civaka dîrokî, çîn û dîroka pergala mêtingeriyê pêş xist. Anku li şûna parastinê, dest bi darizandina pergal û serdestan kir. Vê jî bandoreke mezin li kurdan kir. Di nêrîna li dijî dîrok, dewletên serdest û xwe de guherînên mezin çêkir. Vaye ev jî encama wê ye. Gelê kurd an dê êdî azad bijî yan jî dê jiyaneke di bin mêtingeriyê de qebûl neke.
MA / Delal Akyuz