ŞIRNEX - Ji parêzeran ku têkildarî tecrîda Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan Sertaç Ozkan bi bîr xist ku meseleya kurd bi şer û çekê çareser nabe û got: "Azadiya fızîkî ya Ocalan tê wateya azadiya Tirkiyeyê."
Di 22'yê çileyê de hezar û 330 parêzer ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ku di şert û mercên tecrîda girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û 35 meh in agahî jê nayê girtin, hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dabûn. Ji parêzerên serlêdan kiribû Sertaç Ozkan diyar kir ku azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê wateya azadiya Tirkiyeyê.
‘EM BI FIKAR IN'
Ozkan bibîr xist ku ji Rêberê PKK'ê Ocalan ê ku ev demeke dirêj e li Girava Îmraliyê tê girtin tu agahî nayê girtin û got: "Em tevî gelek hevalên xwe ji rewşa tenduristî û fizîkî ya wî bi fikar in. Ev demeke dirêj e ne bi rêya telefonê û ne jî bi tu awayî nikare têkiliyê bi malbatê re deyne. Ji ber vê yekê tevî saziyên pîşeyî yên wekî baro û hevpîşeyên xwe me serî li Wezareta Dadê da."
Ozkan serlêdana hezar û 330 parêzeran a ji bo Wezareta Dadê nirxand û got: “Encama serlêdana me bi rewşa hiqûqî ya ku Tirkiye ve girêdayî ye. Tirkiye bi awayekî fermî ji pîvanên dewleta hiqûqê dûr dikeve. Me bi gelek hevalên xwe re serlêdan kir, lê em jî dizanin ku konjonktur destûrê nade. Wezareta Dadê dê pêvajoya vê serlêdanê diyar bike."
‘NAXWAZIN DENGÊ WÎ BÊ BIHÎSTIN'
Ozkan bal kişand ser tecrîda mutleq ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li heman girtîgehê û got: “Pêwîst e rewşa birêz Ocalan bi du perspektîfên cuda yên hiqûqî û siyasî were nirxandin. Dema em ji aliyê hiqûqî ve lê binerin, Komara Tirkiyeyê ew welat e ku peymanên navneteweyî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) qebûl kiriye û bi hemû cîhanê re entegre bûye. Lê Tirkiye ev demeke dirêj e hewl dide ku ji pîvana hiqûqê derkeve. Rewşa heyî vê nîşan dide. Êdî qanûnên xwe yên înfazê jî bi cih nayîne, biryarên DMME'yê jî esas nagire. Qanûna înfazê ya ku niha li ser birêz Ocalan tê sepandin jî li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye. Bifikirin welatekî ku hiqûqa xwe jî pêk nayne. Ev aliyê hiqûqî yê mijarê ye. Aliyê siyasî yê birêz Ocalan jî heye. Birêz Ocalan girtiyekî ji rêzê ye. Di çarçoveya pirsgirêka kurd de kesekî pir girîng e. Ew kes e ku peyva wî esas tê girtin. Ev ne tenê ji aliyê me ve, ji aliyê dewletê ve jî tê dîtin. Di pêvajoya çareseriyê de çûyîna heyetan a Îmraliyê, esasgirtina nêrînên birêz Ocalan girîngiya wî ya di çarçoveya pirsgirêka kurd de nîşan dide. Ji ber vê yekê yên ku niha sûdê ji pêvajoya şerî sûdê digirtin, naxwazin dengê wî di aliyê siyasî de were bihîstin. Bê guman li ser rewşa heyî nêrînên wî yên girîng hene. Lê biryareke siyasî ya bi vî rengî tê cîbicîkirin ji bo ku ev nêrîn û raman negihên raya giştî."
‘AZADIYA TIRKIYEYÊ YE'
Ozkan bal kişand ser çalakiyên ku li Tirkiye û gelek welatên cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên lidarxistin û wiha domand: "Ev çalakî gelek girîng in. Meşa Azadiyê niha li Tirkiyeyê didome. Girseya ku beşdarî vê çalakiyê dibe, li erdnîgariyeke ku 40 sal şer lê diqewime dijî. Gelek êş, travma û serpêhatiyên van mirovan hene. Lê em dibînin tevî van tiştan jî ev gel di aştiyê de israr dike, ev gelekî girîng e. Yê ku rê li ber aştiyê vekir birêz Ocalan e. Me berê jî ev yek dît. Xwedîderketina li birêz Ocalan, tê wateya parastina aştiyê. Lewma xwedîderketina civakê ya li van çalakiyan tê wateya xwedîderketina li aştiyê.”
Ozkan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Gava azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin, wê li Tirkiyeyê guhertineke mezin çêbibe. Lewma azadiya fizîkî ya Ocalan tê wateya azadiya Tirkiyeyê. Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan tê wateya pêşîgirtina li hemû krîzên aborî û siyasî."
‘RÊYA BER BI AŞTIYÊ VE VEKIN'
Ozkan bang li rayedaran kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bi taybetî ji dewletê re dibêjim; Pirsgirêka ku em jê re dibêjin pirsgirêka kurd, pirsgirêkek e ku zêdeyî sed sal in didome. Ev pirsgirêk tenê bi dîroka komarê ne sînordarkirî ye, ji dema OSmaniyan ve heye. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkek e ku bi şer û çekê û her cure sûcan were nixumandin. Ev pirsgirêk bi vî awayî çareser nabe. Pêwîst e rojek berî rojekê rêya ber bi aştiyê ve diçe bê vekirin. Ji bo aştî bê vê xakê ji destê kê çi bê divê bike. Bi taybetî divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û nêrînên birêz Ocalan bi raya giştî re bê parvekirin.”
MA / Omer Akin