ENQERE - Nûnera ÇHD’ê ya Enqereyê Parêzer Ceren Yilmazê tecrîd wek “polîtîkaya îmhakirinê” bi nav kir û got ku li şûna ku guh bidin girtiyên di greva birçîbûnê de, cezayên disîplînê li wan dibirin. Yilmazê da xuyakirin ku gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di sala 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin û 25 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Bi cezayên disîplînê yên bêhincet nahêlin ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û 35 meh in tu xeber jê nayê girtin. Bi armanca azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û bi armanca bidawîkirina tercrîda li Îmraliyê di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li seranserê dinyayê li 74 navendan bi daxuyaniyên hemwext kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate destpêkirin.
Greva birçîbûnê ku girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyayê de dane destpêkirin, di roja xwe ya 76’an de ye.
Nûnera Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Enqereyê Parêzer Ceren Yilmaz têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê û têkildarî wan grevên birçîbûnê axivî ku li girtîgehan hatiye destpêkirin.
‘LI ŞÛNA KU GUH BIDIN, CEZAYÊ LI WAN DIBIRIN’
Yilmazê da zanîn ku teqrîben li sed girtîgehî ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê grevên birçîbûnê yên dorveger hene û bal kişande ser wê yekê ku li dijî girtîgehên (cure S, R, Y)yê 3 kes di greva birçîbûnê de ne û 1 kes jî di rojiya mirinê de ye.
Yilmazê amaje bi wê yekê kir ku li şûna ku guh bidin girtiyên di grevên birçîbûnê de, cezayên disîplînê li wan dibirin û wiha domand: “Di qanûna înfazê de têkildarî vê yekê madeyek heye. Ne mimkin e ku mirov bibêje ev made madeyeke wisa ye ku li gorî mafan be. Greva birçîbûnê bi awayê xwe yê hiqûqî rêbazeke berxwedana pasîf e. Lewma ne mimkin e ku ji hêla hiqûqî ve jê re ceza were dayîn. Lê îro em dibînin ku cezayên disîplînê tên birîn.”
Yilmazê anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî rûmeta mirovahiyê ye û îşkence ye.
‘TECRÎD POLÎTÎKAYA ÎMHAKIRINÊ YE’
Yilmazê diyar kir ku berê tecrîda li Îmrali li girtîgehên cure F’yê di rojevê de bû, lê niha bi girtîgehên bi ewlekariya bilind û bi girtîgehên cure Y’yê di rojevê de ye û wiha pê de çû: “Em dibîhizin ku li van girtîgehan girtiyan tenê rojekê derdixin hewagirtinê û tê gotin ku tav nade nav hucreyan. Tevî ku tecrîd rêyeke îşkenceyê ye, di heman demê de polîtîkayeke îmhakirinê ye jî, polîtîkayeke teslîmgirtinê ye. Li her dera cîhanê bi vî rengî tê praktîzekirin. Ew madeyên di lehê girtiyan de ku di qanûna înfazê de hene, hemû bi têkoşînên bi dehan salan hatin bidestxistin. Lewma peywira saziyên girseyên demokratîk e û her wiha peywira me ye ku em ji bo van madeyan tê bikoşin.”
Yilmazê bal kişande ser têkoşîna hevpar û wiha got: “Teqrîben li sed girtîgehî grevên birçîbûnê yên dorveger hene. Em dibihîzin ku pêwîstiyên girtiyan nayên dabînkirin, vîtamînên wan kêm in. Ji hêla din ve Huseyin Karaoglan li Sincan YGC 1’yê di greva birçîbûnê ya bêdorveger de ye, dîsan Baki Can Işik û Sezgin Zengin li YGC 2’yê di greva birçîbûnê ya bêdorveger de ne û Nurettin Kaya ku bi daxwaza girtina girtîgehên YGC û girtîgehên cure Y û ji bo bidawîbûna tecrîdê di rojiya mirinê de ye.”
‘DIVÊ HEMÛ HIQÛQNAS LI DIJÎ VÊ YEKÊ DERKEVIN’
Yilmazê ragihand ku tecrît bi tena serê xwe polîtîkaya tenêhiştin û îmhakirinê ye û li her dera cîhanê bi vî rengî tê praktîzekirin û wiha got: “Tecrîda li girtîgehan, helbet tecrîdkirina gel e. Lewra tevî tecrîda li Îmraliyê divê tecrîda li hemû girtîgehan demildest bê bidawîkirin. Me berî niha bi gelek saziyan re serî li CPT’yê da ku rapora xwe aşkera bike. Divê CPT demildest rapora xwe aşkera bike. Divê hemû hiqûqnas mafên bidestxistî biparêzin û li hemberî vê sîstema îşkenceyê rawestin.”