AMED - Durrî Kaygusuz ku kurê wê Şaban Kaygusuz ê dest û lingê wî yê rastê tune ne ji Dîlokê hate Amedê û tev li Nobeta Edaletê bû. Kaygusuz, wiha got: “Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye.”
Greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran a tecrîdê de tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk daye destpêkirin di roja 77’an de didome. Xizmên girtiyan jî bi heman daxwazan Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin û çalakî berdewam dike.
Kesên di Nobeta Edaletê de cih digirin, hewl didin bibin dengê girtiyan. Nobet, her ku diçe li bêhtir bajaran belav dibe. Yek ji kesên di Nobeta Edaletê ya li Amedê de cih digire jî Durrî Kaygusuz e ku kurê wê girtiyê nexweş Şaban Kaygusuz li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T’yê ya Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.
Şaban Kaygusuz ji sedî 90 astengdar e û dest û lingê wî yê rastê tune ne û ji 2018’an ve girtî ye.
Dayika Kaygusuz piştî ku li ser televîzyonan hîn bû ku Nobeta Edaletê hatiye destpêkirin, li wesayîtekê siwar bû û berê xwe da Amedê.
JI BO KURÊ XWE STRAN DERXIST
Durrî Kaygusuz, demekî kin berê ji ber sedemên siyasî hatibû girtin û piştî tehliyeya xwe jî ji bo kurê xwe têkoşîna xwe domand. Ji bo kurê xwe yê di çalakiyê de stranek nivîsand û diyarî hemû girtiyên siyasî kir. Dayik Kaygusuz, stran li gel dayikên din striya û got ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî tev li çalakiyê bûye.
Kaygusuz, anî ziman ku ragirtina mirovekî di nava çar dîwaran de û destûrnedayîna wî ya hevdîtina bi parêzer û malbatê re sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Lewma jî tecrîd nayê qebûlkirin. Heta ku ev tecrîd tê rakirin jî ne em ne jî gelê tirk dikare azad bibe. Nexwe dê ev gel her tim weke nexweşan be.”
'EM ÊDÎ NAXWAZIN BIGIRÎN!’
Têkildarî grevên birçîbûnê jî Kaygusuz ev tişt anî ziman: “Ji ber tecrîdê îro li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Di demên berê de jî em bûne şehaid û heta ku girtî mirin jî di grevê de man. Ji girtîgehan cenaze derketin. Heke îro jî em nebin dengê girtîgehan dê cenaze derkevin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Bila dilê dayikan neşewite û hêsiran nebarînin. Em naxwazin êdî bigirîn.”
Kaygusuz, diyar kir ku ev 50 sal in ew daxwaza azadî û aştiyê dikin û heta mirinê jî dê dev ji van daxwazan bernedin. Kaygusuz, axaftina xwe wiha qedand: “Tekane armanca me ev e. Hemû dayik ji bo zarokên xwe di Nobeta Edaletê de ne. Hêvîdarim em bi ser kevin. Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye. Banga min ji bo her kesî ew e ku xwedî li Nobeta Edaletê û Meşa Mezin a Azadiyê derkevin.”