NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê saziya Parastina Mafê Rojnamegeran a Navenda Metroyê Diyarî Ehmed, diyar kir ku Silêman Ehmed zêdetirî sê mehan e di girtîgehê de ye û destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got: “Herkesên ku bi mafên mirovan, bi azadiyê bawer dike divê li dijî binpêkirina mafan dengê xwe bilind bike û li dijî vê derbikeve. ”
Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistana Federe bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 111 roj in agahî jê nayê girtin.
Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Li tevî hemû serlêdanên parêzeran jî ji aliyê Asayişê ve destûr nayê dayin ku parezer bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Agahî nestandina ji Ehmed bi xwe re fikaran tîne. Der barê rewşa Ehmed û agahî jê nestandinê de yek ji rêveberê saziya Parastina Mafê Rojnamegeran a Navenda Metroyê Diyarî Ehmed ji ajansa me re axivî.
‘POLÎTÎKAYÊN PDK’Ê DIBE SEDEMA KÊMBÛNA ROJNAMEGERAN’
Ehmed, diyar kir ku polîtîkayên PDK’ê yên li dijî rojnamegeran dibin sedem ku rojnameger dev ji kar berdin û wiha axivî: “Em her sal binpêkirinên li dijî rojnamegeran û dezgehên ragihandinê bi belge dikin. Em dibînin ku di raporên Navenda Metro û saziyên herêmî de her sal gelek binpêkirin li dijî rojnameger û saziyên çapemeniyê tên kirin. Di raporên sazî û konsulxaneyên navdewletî, nûnerên welatên ku ofîsên wan li Herêma Kurdistanê hene û rewşê dişopînin dibînin ku van du salên dawî de azadiya ragihandinê û rojnamevaniyê kêm bûye.
Hişmendiya desthilatdar a Herêma Kurdistanê hişmendiyeke xeternak e. Ev hişmendiye medyayê ji bo xwe metirsîdar dibîne. Dixwaze ku sazî û dezgehên ragihandinê hemû di bin fermanên wan de li gorî daxwaza wan nûçeyan çêbikin û belav bikin. Aşkereye ku dixwazin medyayê têxin bin kontrola xwe. Bi hişmendiyeke dijminatî li çapemeniya azad dinêrin. Hikumet xebatkarên çapemeniya azad ji xwe re weke metirsiyê dibîne û ji ber wê jî qasî ku ji destê wan tê van êrişên xwe zêde dikin. Ev êriş, zext, girtin, binçavkirin dibin sedema kêmbûna rojnamegeran.”
‘ÎSAL 36 ROJNAMEGER BEYÎ BIRYARA DADGEHÊ HATINE GIRTIN’
Diyarî Ehmed, bi lêv kir ku bi awayekî keyfî doz li rojnamegeran tê vekirin û tên girtin û wiha domand: “Tê gotin ku Herêma Kurdistanê herêmeke cuda ye. Dibêjin ku zagonên wê hene û ev zagon jî azadiya rojnamegeran diparêze. Lê mixabin ne wisa ye. Heger em li rapora CPJ ya di sala 2022’yan binêrin em ê bibînin ku di cîhanê de heta niha 293 rojnamevan hatin girtin ku 4 ji wan li Iraqê ne. Her wiha Herêma Kurdistanê di lîsteya rojnamevanên girtî de cihê xwe girt. Cara ewile ku tişteke wiha çêdibe. Em dibînin ku rojnameger li vir bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne.
Girtîgeh tijî rojnameger in û bi keyfî doz li wan tên vekirin. Gelek ji van cezayê wan hatiye erê kirin, gelek ji wan jî dosyayên wan li dadgehê ne. Her sal em li Navenda Metroyê binpêkirinên li dijî rojnamevanên ku bêyî biryara dadgehê tên binçavkirin şermezar dikin. Ìsal zêdetirî 36 rojnamevanan bêyî biryara dadgehê hatine binçavkirin.”
‘SÊ MEH IN HEVDÎTIN NAYÊ KIRIN’
Ehmed, anî ziman ku daraz bi awayekî adilane nayê birêvebirin û wiha domand: “Ev jî nîşanî me dide ku hişmendiya desthilatê ne hişmendiyeke bi ewle ye û nikare bi aqil tevbigerin. Bi zext û êrişên li dijî mantiqê tevdigerin. Derbarê rojnamegerên Behdînanê de û rojnameger Silêman Ehmed de pêvajoya darizandinê ya adil nehatiye kirin. Girtina Silêman Ehmed jî vê yekê piştrast dike. Silêman Ehmed zêdetirî sê meh in ku di girtîgehê de ye û destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.”
‘DIVÊ KU LI HER DEVERAN EM DAXWAZA AZADIYA ROJNAMEGERAN BIKIN’
Diyarî Ehmed, bi lêv kir ku li Herêma Kurdistanê mafên jiyanî yê sereke tên binpêkirin û ev tişt anî ziman: “Em rêxistineke civakî ya sivîl in. Me gelek caran weke Navenda Metro xwepêşandan li dar xistine û raya giştî, rêxistinên biyanî, konsulxane û nûnerên welatên Herêma Kurdistanê agahdar kirine. Mixabin em li Herêma Kurdistanê di sîstemeke siyasî de ne, lê rêgezên mafên mirovan bi awayekî baş nehatine bicihkirin. Weke ku tê xwestin nayên dabînkirin, lewra xebatên me encam nagirin. Bi baweriya min ev ne tenê karê Navenda Metro, Sendîkaya Rojnamegeran û hin rêxistinên biyanî ye, herkesên ku bi mafên mirovan, bi azadiyê bawer dike divê ku li dijî binpêkirina mafan dengê xwe bilind bike û li dijî vê derbikeve. Ji bo ragihandina rastiyan divê ku em li her kêliya jiyanê azadiya rojnamegeran bixwazin.”