ŞIRNEX- Ji parêzerên ku ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan Dogan Adibellî got: "Hem raporên CPT'yê û hem jî raporên ku li platformên navneteweyî tên kirin nîşan didin ku li tu welatên Ewropayê tecrîdeke bi vî rengî ya giran nehatiye dîtin.”
Di 22'yê Çileyê de hezar û 330 parêzeran ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re yê ku di bin şert û mercên tecrîda girankirî de li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 35 meh in agahî jê nayê girtin, hevd,tinê bikin serî li Wezareta Dadê dan. Agahî nestandina ji Ocalan fikarên zêde dike. Ji van parêzeran Namzetê Hevşaredarê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dogan Adibellî têkildarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê axivî.
‘BEROVAJIYÊ QANÛNA ÎNFAZÊ MAF TÊN BINPÊKIRIN’
Adibellî bi lêv kir ku pêkanîna qanûna înfazê ya bi awayekî şexsî tê bikaranîn ne adil e û got: “Em weke parêzeran girêdayî hiqûqa erênî ne. Pêwîstiya me hemûyan heye ku em li gorî qanûnên erênî tevbigerin. Înfaza takekesî ne bi qanûnî ye. Zagona înfazê jixwe di bin şert û mercên ku hiqûqa ku tê diyar kirin de heye. Hewl tê dayîn ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bibe qanûneke înfazê ya şexsî. Divê em vê yekê red bikin. Ji ber ku di rewşa me ya hiqûqî de binpêkirina mafan li dijî qanûna înfazê heye. Wek hiqûqnas, em parastina azadiya kesan dikin û mudexeleya li dijî azadiya kesan red dikin. Em mafê hevdîtina bi Abdullah Ocalan û mehkûmên bi wî re yên li Îmraliyê dimînin pêwîst dibînin.”
‘LI TU WELATAN MÎNAKA VÊ NÎNE’
Adibellî diyar kir ku mînaka tecrîda li ser Ocalan li tu welatên cîhanê nehatiye dîtin û got: “ Raporên CPT’yê ya der heqê tecrîdê ya binpêkirina mafan de heye. Hem di qada navneteweyî de û hem jî di welatê me de di warê hiqûqê de birînên pir mezin hene û bedelê giran dide. Hem di raporên CPT û hem jî di raporên platformên navneteweyî de dema ku li tevahiya Ewropayê were lêkolînkirin, tê dîtin ku li ti welatên Ewropayê de jî tecrîdeke bi vî rengî ya giran nîne û nehatiye pêkanîn.”
‘TIRKIYE KETIYE NAVA DEPRESYONÊN MEZIN Ê ABORÎ’
Adibellî bal kişand ser rola Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de û ev tişt gotin: “Di pêvajoya çareseriyê de me dît ku çawa polarbûn daket asteke herî kêm û vejandina aboriyê derket asteke bilind. Me hemûyan dît ku li Tirkiyeyê veberhênanên demdirêj hatin kirin û bingeheke aştiyane hat avakirin, bingeha aştiyê bi pêvajoya çareseriyê re hatin avêtin. Dema em li pêvajoya piştî pêvajoya çareseriyê, piştî û piştî hilweşandina maseyê dinêrin, mixabin em dibînin ku Tirkiye ketiye nava depresyonên mezin ên aborî. Pêngavên ku partiya me û Îmraliyê di pêvajoya çareseriyê de avêtiye qada jiyanê ya aborî ya berçav ava kiriye. Em îdia dikin ku bi rakirina tecrîda giran û dabînkirina hawîrdoreke aram, rakirina astengiyên li pêşiya polarbûna gelan dê bigihêje asteke pir bilind.Me ev di pêvajoya çareseriyê de dît.”
‘BÛ SEDEMÊ BINGEHA ARAMIYÊ’
Adibellî da zanîn ku pêvajoya çareseriyê di nava gelên Tirkiyeyê de civateke aştî û aramiyê ava kiriye û got: "Gelê tirk û kurd gelên qedîm û parêzvanên vî welatî ne. Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin, hewl dan ku zemînekê amade bikin ku gelê kurd û tirk di rewşeke bê astengî de bijîn û ev zemîn bi rastî jî bi gavên ku hatine avêtin hat nîşandin. Ev bû sedema pêşkrtina Tirkiyeyê. Heke ku em vê rewşê zelal bikin, em bawer dikin ku ji bo gelên tirk û kurd jîngeheke aştiyane ya psîkolojîk û çandî dê di demek kin de vî welatî bigihîne dewlemendiyê. Di vî warî de em girîngiyê didin tecrîdê û em alîgirê rakirina tecrîdê û peydakirina jîngeheke aramî ne.”
‘DIVÊ DEWLET VÊ BERTEKÊ PAŞGUH NEKE’
Dogan Adibellî anî ziman ku divê li dijî pergala Îmraliyê ya ku bi awayekî derhiqûqî tê meşandin di qada hiqûqî de reflekseke cidî bê pêşxistin û got: "Ziyana giran a tecrîdê grevên birçîbûnê yên ku niha li girtîgehên Tirkiyeyê pêk tên ne. Grevên birçîbûnê wê bibe sedema zerareke mezin a hiqûqî û binpêkirina mafên mirovan. Weke hiqûqnas ji bo ku ev binpêkirinên mafên mirovan çênebin çi ji destê me tê em dikin û divê bikin. Em dixwazin hemû derdorên hestiyar bi awayekî hiqûqî û di çarçoveya hiqûqî de bertek nîşan bidin û pêşî li binpêkirinên giran ên mafan bigirin. Siyaseta ku partiya me bi navê Meşa Azadiyê dimeşîne di qadeke pir berfireh de cih girt. Pêwîst e dewlet vê berteka berfireh paşguh neke û ji bo pêşîgirtina li mafên mirovan gavên zû bavêje."
MA / Zeynep Durgut