AMED - Remziye Bîlîr a ji Îngilistanê ji bo piştgiriyê bide Nobeda Edaletê hat Amedê got: “Ez di warê wijdanî de ne rihet bûm, ez ji Îngîltereyê ji bo piştgiriyê hatim. Banga min ji hemû gel re ev e; Bila her kes bibe yek û li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin."
Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dan destpêkirin di roja 91'ê de ye. Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin didome. Hejmara kesên beşdarî çalakiya Nobeda Edaletê dibin roj bi roj zêde dibe.
Yek ji kesên ku li Amedê piştgirî da Nobeda Edaletê jî Remziye Bîlîr e ku ji Îngilistanê hatiye. Bîlîr di sala 2017’an de li Licê di şerê çekdarî de kurê xwe winda kiriye. Bîlîr ku nêzî 6 meh in li Îngilistanê dijî, ji bo dengê Nobeda Edaletê ya ku di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ji bo piştgiriya li çalakiyên greva birçîbûnê hat destpêkirin de, ji Îngilistanê hat Amedê. pirsgirêk" kampanya.
‘WIJDANÊ MIN NERIHET BÛ'
Bîlîrê ku got "Divê her kes li hev bicive û piştgiriyê bide dayikan û li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne" wiha got: "Ez di warê wijdanî de ne rihet bûm. Ez ji Îngilistanê hatim Amedê, welatê xwe, ji bo piştgiriyê bidim dayikan. Îro kesek min di girtîgehê de nemaye, lê tişta ku îro tê serê wan dibe ku sibê were serê min an jî kesekî din jî."
‘EM LI AXA XWE NIKARIN BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN'
Bîlîrê destnîşan kir ku dayik jî ji bo azadiya gelê kurd têdikoşin û bal kişand ser êrişên li ser gelê kurd tên kirin. Bîlîrê bal kişand ku gelê kurd nikare li ser axa xwe bi azadî bi ziman û çanda xwe bijî û got: “Îro li Îngilistanê û welatên din azadiya fikir û ziman heye, lê zext li ser kurdan tê kirin. Dema dor tê ser sînorên Kurdistanê û Tirkiyeyê, em nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Çima mirov ji hemû ziman û olan dikarin li Îngilistanê bijîn, lê kes nikare li vir bi zimanê xwe jî biaxive?"
‘SEROKÊ ME BERDIN'
Bîlîrê diyar kir ku ew dixwazin bi nasname û zimanê xwe bijîn û got: “Divê deriyên zindanan bên vekirin û Serokê me Abdullah Ocalan azad bibe. Li girtîgehan girtî hene û rastî binpêkirinan tên. Di nava girtiyan de polîtîkaya cudakariyê tê meşandin. Çima îro ew kesên ku ji ber tiryak û tiştekî xerab di zindanê de ne, berdidin, lê yên azadiya xwe dixwazin û dixwazin bi zimanê xwe bipeyivin, fdest û pêwyên wan girêdidin û wan davjin zindanan û cezayê muebedê li wan dibirin. Em edaletê dixwazin.”
BANGA JI BO YEKÎTIYTÊ
Bîlîrê li dijî êrişên li dijî gelê kurd banga yekîtiyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger em li dijî van hemûyan destên xwe bidin hev em ê bi ser bikevin, lê ger em nebin yek, em ê ji hev bikevin. Em ê li hemberî kesên ku dibêjin 'kurd tune ne' bibin yek û çareseriyê bibînin. Kurê min jî gerîla bû, li Licê şehîd bû. Ez dibêjim dilê min êşiya, bila dilê kesekî din neêşe. Em jî naxwazin zarokên me biçin çiyê, lê ew jî li me dinêrin, her tişt li me heram e, diçin. Ji bo aştiyê divê em bibin yek. Zarokên van dayikan bi salan di girtîgehê de rastî neheqî û îşkenceyê tên. Divê hemû gelê me li hemberî van hemûyan hestiyar bin û bêdeng nemînin. Ez ji Îngilistanê ji bo piştgiriya dayikan hatim vir û banga min li hemû gelan e; Divê her kes bibe yek û li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne û piştgiriyê bide dayikan. Em kurd em ê bi ser bikevin.”