ŞIRNEX - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî cezayê li Bûrak Ercan ê bi sûcdariya îstismara 43 zarokan li Cizîrê dihat darizandin hat birîn da û diyar kir ku tu hêviyên gel ji saziyên edaletê nîn e û got: "Dê ev doz bi vî rengî neyê girtin."
Nûnerê Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr-Sen) ê Cizîr a Şirnexê ku li dibistanekê cîgirê midûr bû, dest avêtibû 43 xwendekaran. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê tenê 3 sal û 9 meh ceza li Ercan birî.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan, bertek nîşanî biryara dadgehê da û diyar kir ku bi vê biryarê sûcên bi vî rengî tên teşwîqkirin.
Doganê da zanîn ku çeteleya binpêkirinên mafan ên li dijî jin û zarokan li Kurdistanê bi taybetî jî li Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve tên kirin dirêj e û got: “Ev polîtîkayeke bi salan e. Dem bi dem em behsa herêmên pîlot ên ku polîtîkayên şerê taybet lê tên meşandin dikin. Dewleta Komara Tirkîyeyê xwedî kodek mîlîtarîst e. Ev koda mîlîtarîst bi taybetî li van herêmên pîlot tê bikaranîn. Ji vir dest pê dike û li gelek deverên Tirkiyeyê belav dibe."
Doganê anî ziman ku Bûrak Ercanê 2 roj berê hat darizandin, bi polîtîkaya bêcezakirinê ya ku heta îro berdewam dike bûye xelekek nû ya vê polîtîkayê û wiha got: “Em matmayî nebûn, bi her awayî em ne li bendê bûn ku biryareke cuda bê dayîn. Ez wekî jin, wekî siyasetmedar û rojnamevanekê li hêviya biryareke cuda nebûm. Min berê vê dozê dişopand. Rûniştina dozê ji ber hincetên wekî lêgerîna delîlên şênber û belgeyên di dosyayê de tunebûn dihat astengkirin. Li welatekî ku darizandineke adil tune be, di mijara îstîsmarkeran de, wekî darizandineke adil tê kirin didin der û bi vê yekê kirasekî li qanûn û hiqûqê difesilînin."
‘POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ TÊ DOMANDIN'
Doganê anî ziman ku gava danişîn dihat lidarxistin li Tirkiyeyê 7 jin bi tundiya mêr hatin qetilkirin û wiha dewam kir: “Ev jin di encama polîtîkaya bêcezakirinê de hatin qetilkirin. Bi rastî jî qirkirinek heye. Kuştinên jinan mînakên vê yên bi êş in. Her çendî tê zanîn li şûna polîtîkaya bêcezakirin û xelatkirinê ger polîtîkayên pêximker bên meşandin dê pêşî li vê yekê bê girtin, lê li Cizîrê biryarek wiha tê dayîn. Ev hemû tezahurên cuda yên wêneyekî makroyî yên li cîhên cuda ne. Em ne li bendê ne ku saziyên pêwendîdar bi her awayî edaletê pêk bînin. Ji ber ku saziyên pêwendîdar êdî bûne saziyên neheqiyê. Bûne sembolên neheqiyê. Civak êdî ji van saziyan hêviya edaletê nake. Lê hêviyeke wê ya bi vî rengî heye; me çi qadî piştgirî da danişîna li vir. Em çi qasî li cem kesên rastî bêedaletiyê hatine bûn? Ji ber ku em behsa dozeke ku bi salan e didome dikin. Beriya her tiştî ev nûçe hatin derewandin. Piştre jî hewl hat dayîn ku rastiyên cuda bên dîtin. Zarok hatin sûcdarkirin, gef li malbatan hat xwarin ku giliyên xwe paşve vekişînin."
Doganê anî ziman ku dê ev doz li vir nemîne û bi vî rengî neyê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev bersûc wê her tim ji bo parastinê bibêjin ku pirsgirêka ewlehiyê û jiyanê ye. Weke ku her tim dibêjin, ew ê xwe bi hin rêxistinan ve girêbidin. Ji ber ku ev ya herî hêsan e û ev wekî sedem tên pêşkêşkirin. Polîtîkayên bi vî rengî konseptên ku bi taybetî li cihê ku binpêkirinên mafên mirovan tên kirin tên hilbijartin û pêkanîn. Ji ber vê yekê ev der wekî qada pîlotê tê hilbijartin û serîlêdanên ewil ji vir dest pê dikin. Lê ev yek dê tenê li vir nemîne. Em vê yekê li gelek deverên Tirkiyê dibînin. Li vê erdnîgariyê kesên ku van sûcan dikin, beriya ku dadgeh dest pê bike li parastinê digerin. Dema tên parastin jî heman sûcan didomînin. Mixabin kes ji saziyên pêwendîdar ne li benda edalet û hiqûqê ye. Ji bo vê jî divê em rêxistinên sivîl, saziyên zarokan, saziyên jinan, baro û siyasetmedarên ku li ser van mijaran dixebitin, dozên bi vî rengî bişopînin û xwedî li wan derkevin". Li vir polîtîkaya bêcezakirinê heye û divê em bi gotina 'biryareke din lê hat zêdekirin' qîma xwe neynin. Em behsa 43 zarokan dikin. Ji ber vê sedemê dê ev mesele li vir nemîne, em wê bişopînin.”
MA / Omer Akin