AMED - Parêzer Berdan Acûn anî ziman ku biryara DMME ya sala 2014'an, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Ocalan bingehek hiqûqî ava kiriye û got ku ger derî ji bo aştiyê bê vekirin dê pirsgirêk bi sererastkirineke di hiqûqa navxweyî de çareser bibe.
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 36 meh in tu agahî nayê girtin. Rêxistinên hiqûqî, baro û parêzvanên mafên mirovan ji bo dawî li vê bêhiqûqiya li Îmraliyê bê gelek caran serî li Wezareta Dadê dan. Lê belê çi erênî çi neyînî bi tu awayî bersiva van serlêdanan nehatiye dayîn. Herî dawî hezar û 330 parêzerên girêdayî 35 baroyan di 22'yê Çileyê de ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabûn.
Ji van parêzeran Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê Berdan Acûn tecrîda mutleq a li Îmraliyê dewam dike û serlêdana li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya ku hat Tirkiyeyê û piştî hat Tirkiyeyê neçûna wê ya Îmraliyê nirxand.
Acûn bi bîr xist ku Girtîgeha Îmraliyê ya ku di sala 1999'an de Rêberê PKK'ê Ocalan lê hat bicihkirin ji kontrola Wezareta Dadê hatiye derxistin û bi temamî veguheriye qada "şerê taybet" a di bin kontrola Serfermandariya Giştî de û got ku bi vî rengî pergaleke ku çûnûhatin bi sepaneke taybet ve hatiye girêdan û pêwendiya bi derve re hatiye qutkirin hatiye avakirin.
ÎTIRAZÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ
Acûn diyar kir ku bi salan e li Îmraliyê "tecrîda mutleq" tê meşandin û destnîşan kir ku ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek parêzvanên mafên mirovan li dijî vê rewşa li Îmraliyê têdikoşin.
Acûn bi bîr xist ku di sala 2022’yan de 300 parêzerên ji Ewropayê û 700 parêzerên ji Rojhilata Navîn ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dane û got: “Herî dawî di 22’yê Çile de ji 35 baroyên cuda yên Tirkiyeyê hezar û 330 parêzeran xwest ku bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Me serî li Wezareta Dadê da, lê wezaretê heta niha serlêdana me nebersivandiye. Tecrîda li ser birêz Ocalan hê jî didome.
‘RENGEVDANA ISRARA DI POLÎTÎKAYA NEÇARESERIYÊ DE'
Berdan Acûn diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê nîşaneya israra di polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd de ye ku ji avabûna komarê heta niha berdewam dike. Acûn dîsa diyar kir ku tecrîd ne tenê bi Îmraliyê re ne sînorkirî ye, di heman demê de pêşîgirtina li berdana girtiyên nexweş û berdana girtiyên siyasî yên ji aliyê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve tên astengkirin e jî û got ku têkoşîneke berfireh divê û pêwîst e bertekeke mezin bê nîşandan."
Acûn bi bîr xist ku bandora Abdullah Ocalan a li ser çareseriya pirsgirêka kurd di salên 2013-2015'an de hatiye dîtin û got: "Rabûna li dijî tecrîdê tê wateya alîgirê aştiyê. Ji bo aştiya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk were, divê astengiyên li pêşiya birêz Ocalan bên rakirin."
Acûn destnîşan kir ku tecrîd hem di hiqûqa neteweyî hem jî ya navneteweyî de îşkence û muameleya xerab e û CPT'yê rexne kir ku hat Tirkiyeyê lê serdana Îmraliyê nekir.
BIRYARA DMME'YÊ
Acûn diyar kir ku ew bêhiqûqiya ku li Îmraliyê tê kirin bi awayekî eşkere di biryara "mafê hêviyê" de ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014'an de der barê Abdullah Ocalan de dabû, dibînin û wiha got: "DMME'yê biryar da ku awayê sepandina tecrîda li ser birêz Ocalan û cezayê mubeda girankirî, binpêkirina mafên mirovan e û tê wateya îşkenceyê û muameleya xerab. Di vî warî de pêwîst bû Tirkiye di qanûnên xwe yên navxweyî de guherînekê çêbike. Diviyabû ji bo cezayên muebeda giran demên înfazê diyar bikira. Lê belê heta niha tu guherîn nehatiye kirin. Piştî vê biryara di sala 2014’an de, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê neçar ma ku vê biryarê bişopîne. Lê belê piştî 9 salan, di sala 2022'yan de piştî serlêdana rêxistinên mafên mirovan, Tirkiye hat şopandin. Xuya ye ku ji ber peymanên siyasî, leşkerî û bazirganî yên di navbera wan de, kêmasiyek rû heye. Ji ber vê yekê, berjewendiyên navdewletan bi pêvajoyeke ku biryarên hiqûqî dikin biryarên siyasî dewam dike. Ji ber vê hê jî tecrîd didome.”
‘CPT, BI SAÎQÊN SIYASÎ HEREKET KIR'
Acûn anî ziman ku rewşa CPT'yê jî bi heman rengî ye û got ku tevî serlêdanên hatine kirin jî neçûye Îmraliyê û ev tê wateya ku CPT "ji derveyî armanca xwe ya damezrandinê bi hincetên siyasî tevdigere." Acûn her wiha destnîşan kir ku rewşa derketiye holê zemînek wiha çêkiriye ku rewabûna CPT'yê bê lêpirsînkirin.
‘ŞERT Û MERCÊN GIRTINÊ DI WARÊ HIQÛQÎ DE JI HOLÊ RABÛNE'
Acûn anî ziman ku bi biryara DMME'yê ya sala 2014'an re divê Ocalan di girtîgehê de nemîne û got: "Ji ber ku di hiqûqa gerdûnî de cezayên giran ên wekî heta hetayê herî zêde 25-30 sal e. Di hiqûqa gerdûnî de binesaziya azadiya birêz Ocalan çêbûye. Ger di hiqûqa navxweyî de guherînek bê kirin dê pirsgirêk çareser bibe. Lê belê dema mijar birêz Ocalan û mafên kurdan be, hêza siyasî tu gavan navêje. Ji ber ku biryara DMME'yê ji bo azadiya birêz Ocalan binesaziyek çêkiriye, berpirsyarî dikeve ser milê rêxistinên mafên mirovan, baro û parêzvanên mafên mirovan. Hêla wê ya siyasî li aliyekî, ev pirsgirêk pirsgirêkeke hiqûqî ye. Şert û mercên girtinê yên birêz Ocalan ku 25 sal in înfaza wî didome, êdî bi awayekî qanûnî ji holê rabûye."
Acûn da zanîn ku pêvajoya pevçûnên li Tirkiye û Kurdistanê ji bilî krîzê tu tişt nedaye gel û got: “Civak bi hesreta aştiyê ye. Divê birêz Ocalan di aştiyê de rola xwe bilîze. Civak di wê baweriyê de ye ku rêya aştiyê bi vekirina deriyên Îmraliyê û bi rol û rista birêz Ocalan pêkan e û ji bo vê jî azadiya birêz Ocalan divê."
MA / Mehmet Guleş