ENQERE - Sebahat Tûncel diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de roleke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û divê tecrîd rabe û got, "Ev pirsgirêk bi bextê dewletê re nayê hiştin. Aştî karê civakê ye."
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.
Di danişîna îro de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tûncel parastina xwe kir. Tûncel, li ser dosyaya ku derheqê wê de li Meletiyê hatibû vekirin û piştre bi vê dosyayê hatiye yekkirin re parastina zêdek kir.
‘HEMÛ HEVALÊN ME JI BER XEBATÊN XWE TÊN DARIZANDIN’
Tûncel, bi pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest bi axaftina xwe kir. Tûncel, wiha got: “Em pêvajoyeke zehmet birêve dibin û azadî bêyî bedel nabe. Ez di roja 9’emîn a greva birçîbûnê de me. Dibe ku hinek zehmetiyê bikişînim. Heke zehmetiyê bikişînim dê ji we daxwaza navberdayînê bikim. Beriya parastina xwe dixwazim têkildarî 8’ê Adarê çend tiştan bibêjim. Temamiya hevalên jin ên li vê derê, di heman demê de ji ber têkoşîna xwe ya jinê tên darizandin. Ji ber ku em ji bo tevgera jinên demokratîk û azad xebitîn û me ji tundiya li dijî jinan re got na. Em di 8’ê Adarê de daketin qadan û me daxwaza aştiyê kir. Şerma Tirkiyeyê ye ku ev bûne mijara darizandinê. Me her tim têkoşîna jinan meşand û dê bimeşînin.”
‘MUXATABÊ MIN DESTHILATA SIYASÎ YE’
Tûncel, wiha domand: “Hûn wan cibeyên xwe derxînin. Bila AKP’î derkevin pêşiya me. Ji ber ku em siyasetê dikin lewma tên darizandin. We qebûl nekir ku biçin. Heta hûn li ser navê AKP-MHP û Tifaqa Cumhur hatin li wir rûniştin. Wê demê hûn mecbûr in guhdarî bikin. Di esasê xwe de muxatabê min desthilata siyasî ye.”
Bi domdarî Tûncel anî ziman ku mirov naxwazin di bin zextê de bên birêvebirin û wiha pê de çû: “Naxwaze ked wan were xwarin û di bin zextê de bijîn. Binêrin em di sedsala 21’an de ne lê hêj jî zilam têkildarî jiyana jinan biryaran didin. Em jî dixwazin bi pergala hevserokatiyê jin tev li mekanîzmayên biryardayînê û bicihanînê bibin. Ev yek bi saya ked û têkoşîna jinan a dîrokî ye. Anku ev pêvajo ji ber xwe ve çênebû. Divê mirov li ser keda ji bo 8’ê Adarê hatiye dayîn biaxive. Gelo encama têkoşîneke çawa ye. Ev yek girîng e.
Em dixwazin bi hev re vê zemîna ku ev 5 hezar sal in ji hêla zîhniyeta zilam ve hatiye amadekirin, jinan dike kole û weke însan nabîne biguherînin. Em ji bo vê têdikoşin. Lewma dîrokî ye. Em dizanin bê ka zilam çima dijminatiyê li jinan dikin; ji ber ku naxwazin desthilatdar û derfetên jiyana xwe parve bikin. Ne tenê pirsgirêka azadbûna jinê, pirsgirêka azadbûna zilam jî heye.
‘QIRKIRINA JINAN REWA DIKIN’
Ez hinek nêzikatiya dewletê ya li dijî jinên kurd vebêjim; Nagihan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyeyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê hate qetilkirin. Akarsel, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê bû. Rojnameger bû. Anku dewlet dikeve pey jinan. Di bin navê ‘têkoşînê’ de qirkirina jinan rewa dike. Em vê qebûl nakin û hûn jî me digirin. Her roj operasyon tên kirin û jin tên binçavkirin. Lê jin xwe birêxistin dikin û dixebitin. Dewlet zextker maço û tecawizkar e. Lewma divê ev dewlet biguhere. Divê pergala darazê biguhere. Divê feraseta polîsan, feraseta leşkeran biguhere. Heta ne guherin dê bi rastî jî jiyana jinan neguhere.
Binêrin niha jinên filistînî tên qetilkirin. Ji 7’ê cotmehê heta niha zêdetirî 30 hezar kes hatin qetilkirin û piraniya van zarok û jin in. Jin tên tecawizkirin, tên tacîzkirin û neçarî koçberiyê tên kirin. Gelo me ev tevek pirsgirêka me ye? Ev rewş tenê Filistînê, hemû cîhanê eleqedar dike. Şoreşa li Rojava ne tenê wê derê, hemû cîhanê eleqedar dike. Serhildana li Îranê hemû cîhanê eleqedar dike.
Ez ê niha vê tundiya mêr-dewletê bi mînakekî şênber vebêjim. Mînakên me jinên kurd jiyane gelek in. Di pêvajoyên şer de bedena jinê weke qada şer tê nirxandin. Jin tên tecawizkirin û ev yek weke rêbazekî cezakirina civakê ya dewleta serdest û pergala mêrê serdest tê nirxandin. Vaye we meseleya Filistîn-Îsraîlê dît ne wisa? Mirov tazî kirin û wêneyên wan kişandin. Hemû kes li dijî vê rabû. Tirkiye jî heman tiştan dike. Yên ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêya şer çareser bikin, tecawiza li dijî jinên kurd weke rêbazekî êşkenceyê bi kar anîn. Hêj niha jî tê bikaranîn. Hêj hesabê vê nehatiye dayîn.
PÊVAJOYA XWERÊVEBERIYAN
Ji ber axaftinên xwe yên di pêvajoya xwerêveberiyan de tên darizandin. Me rexne li hikûmetê kirine û me gotiye; ‘hûn di nava sînorên xwe de mirovan dikujin, bombeyan dibarînin. Ev nayê qebûlkirin. Pirsgirêkeke vî gelî heye. Werin vê meseleyê bi rêya guftûgoyê çareser bikin. Ev mirov li dijî vê derdikevin.’ Vaye Tayyîp Erdogan dibêje ye; ‘exlaqekî şer jî heye.’ Rast e exlaqekî şer jî heye. Lê ji ber ku me gotiye; ‘bila kesek nebe şirîkê vî sûcî, bila AKP dev ji van polîtîkayên şer û dijminatiya kurdan berde’ lewma îro tên darizandin.
Ez têkildarî wê pêvajoyê çendek tiştan bibêjim; li Cizîrê zêdetirî sed ciwan bi zindî şewitandin û tevek jî xwendekarên zanîngehê bûn. Gelo ma zarok û malbatên van kesan tune ne? Binêrin di yekî wan de darizandin tune ye. Dewletê tenê yek carê li wan doz venekir. Çima, ji ber ew ciwan weke ‘terorîst’ dît. Dema wan kesan dixwestin ji wan jêrzemînan derkevin hatin qetilkirin û bi zindî şewitandin. Li vî welatî sûcê li dijî mirovahiyê hate kirin. Ez niha weke parastvana mafên jinan, weke parastvana mafên mirovan ma dê van sûcan venebêjim? Min ev rastî anîne ziman lewma îro têm darizandin. Dibe ku hûn bidarizînin lê ez ê van her tim vebêjim. Di axaftina xwe ya piştî nîvro de jî ez ê girîngiya aştiyê vebêjim.”
Şandeya dadgehê bi yekdengî biryar da ku di 18'ê Adarê de ji bo nirxandina rewşa girtinê û 19'ê Adarê îfadeyên dawî bên guhdarkirin.