STENBOL - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz got ku ji bo rêya ber bi çareserkirina meseleya kurd ve 3 gav hene û wiha bi rêz kir; guherandina şert û mercên fizîkî yên Abdullah Ocalan, bidawîkirina polîtîkayên tesfiyekirina tevgera siyasî ya kurd û avakirina binesaziya cemaweriyê.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka kurd a pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ye, 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Ji ber ku ev 36 meh in destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, tecrîda li ser Ocalan veguheriye tecrîdeke mutleq. Kampanyaya ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji aliyê kesayetên navdar ên navneteweyî ve li dijî vê polîtîkaya ku xitimandina pirsgirêka kurd kûrtir dike, bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserş” dest pê kir, bi çalakiyên xwe bandorek mezin da der.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan a ji bo piştgirîkirina kampanyayê ku derbasî qonaxa duyemîn bûye, di roja xwe ya 100’emîn de didome û li gel vê bi Nobeda Edaletê û Meşa Azadiyê jî daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
Yek ji gavên girîng ên di vî warî de hatin avêtin konferansa bi sernavê "Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Têkoşîna Aştî û Azadiyê" bû ku dawiya hefteyê li Stenbolê hat lidarxistin.
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz ê ku yek ji axaftvanên konferansê bû ji MA re axivî û bal kişand ku ji bo çareseriya pirsgirêkê divê çi bê kirin.
MALIYETA POLÎTÎKAYA TEKPARÊZ
Tahmaz anî ziman ku ji destpêka avakirina komarê ve polîtîkaya bingehîn a li hemberî gelê kurd "ewlehî" bûye û der barê encamên vê polîtîkayê de jî ev tişt gotin: "Ji ber pêvajoya pevçûnan, maliyeteke lêçûnên leşkerî heye ji bo Tirkiyeyê. Pirsgirêkên ku çavkaniyên binerd û sererd bi awayekî realîst nayên nirxandin û parvekirin hene. Hem lêçûn heye, hem jî pirsgirêka nebikaranîna çavkaniyên binerdî heye. Her wiha ev dibe sedema pirsgirêkên wekî welatî nikarin mafên wekhev, civakî û aborî bi kar bînin. Budçeya ku Tirkiye ji artêşê, polîs û cerdevanên xwe re xerc dike û bûdçeya ku ji bo ji nû ve afirandin û hilberandina îdeolojiya kemalîst û ji nû ve zindîkirina nasnameya tirk xerc dike, tiştên bingehîn ên Komara Tirkiyeyê pêk tînin."
‘GAVA EWIL A ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE'
Tahmaz pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015'an de ku aktorê sereke Abdullah Ocalan bû û atmosfera wê demê ku li Tirkiyeyê hat afirandin jî bi bîr xist. Tahmaz diyar kir ku di wê serdemê de xwestek û daxwaza aştiya civakî çêbûye, lê destnîşan kir ku di vê serdemê de dewlet xwedî "ajanda" bûye. Tahmaz got: “Dema ku dewletê xwest di polîtîkaya kurdan de guhertineke erênî yan neyînî çêbike yan jî dema dihizirî ku êdî ev rewş nadome, ewilî serî li Îmraliyê daye. Em dizanin ku dema deriyê Îmraliyê tê girtin sertbûn çêdibe. Îmralî, bû gava ewil a ji bo çareseriyê."
3 GAVÊN EWIL ÊN ÇARESERIYÊ
Tahmaz anî ziman ku bêyî guhertina şert û mercên fizîkî yên Abdullah Ocalan tu gav ji bo çareseriyê nayên avêtin û got ku tecrîd di vî warî de xala sereke ye. Tahmaz der barê gavên din ên der barê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de ku divê bên avêtin wiha got: “Gava duyemîn ew e ku bêyî ku rêgez, sazî û binesaziya çareseriyê ya ku li gelemperiya cîhanê hatiye qebûlkirin, çûna ber bi çareseriya demokratîk ne pêkan e. Gava sêyemîn divê Tirkiye dev ji polîtîkaya 'ewlehiyê' ya ku niha dimeşîne, ango polîtîkayên xwe yên li dijî kurdan ên li hemberî pêkhateyên siyasî yên kurd û aktorên herêmî yên bi armanca tasfiyekirina tevgera siyasî ya kurd, berde."
MA / Ferhat Sezgîn