ŞIRNEX - Welatiyên ku kevneşopiya “Adarok” a 300 salî ye li bajarokê Gundikê Melê didomînin, wiha gotin: “Ji bo ku çanda me ji holê ranebe divê em xwedî li nirxên xwe derkevin.”
Li Bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê her sal di nava meha adarê de bi aktîvîteya ku jê re dibêjin “Adarok” hatina biharê pîroz dikin. Kevneşopiya “Adarokê” 300 sal in didome. Îsal ji ber meha Remezanê aktîvîte hinek zû hate lidarxistin. Şaredariya Gundikê Melê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de îsal li herêma ku di navbera Çiyayê Cûdî û Herêma Bestayê de dimîne aktîvîteya “Adarokê” li dar xist. Di aktîvîteya ku bi sedan kes tev li bûn de di qazanên mezin de genim û nok hatin kelandin. Welatiyan bi lîstina lîstikên herêmî yên bi navê “guhgan” , “birgî” , “gulşek” , “kêlanî” , “kergî mela” rojeke xweş derbas kirin.
KEVNEŞOPIYA BINGEHÎN DIDOME
Hevşaredarê Bajarokî Şehmûs Sîdar, îşaret kir ku ji bo sal bi bereket derbas bibe her sal şahiyê li dar dixin. Sîdar, bal kişand ku şêniyên bajarokî girîngiyê didin aktîvîteyên “Adarokê” û wiha got: “Em di saetên serê sibê de tên vê derê. Mirov li vir sohbet dikin, lîstikan dilîzin, govendê digerînin, nimêjên xwe dikin û herî dawî xwarina xwe dixwin. Heta êvarî wextê xwe li vir derbas dikin. Mirovên li derveyî bajêr jî tên vir û tev li bernameyê dibin. Rojeke weke şahiyê derbas dikin.”
Sîdar, da zanîn ku ji roja şaredarî bi dest xistine ve pêşengtiyê ji aktîvîteyan re dikin û wiha berdewam kir: “Ev aktîvîte ji bo kevneşopiyeke bingehîn e. Çanda me ye û em xwedî lê derdikevin. Ji ber ku heke civakek çanda xwe ji bîr bike pişaftin dest pê dike. Gelek bi çand û zimanê xwe tê nasîn. Dema ev winda kirin bi holêkirinê re rûbirû dimîne. Par ji ber erdheja çêbû me şahî lidarnexist. Em tenê kom bûn nimêja xwe kirin û xwarina xwe xwarin. Me êşên gelê xwe yê mexdûrên erdhejê ne parve kirin. Me îsal weke şahiyê li dar xist. Em tu pergaleke teknolojîk jî naînin vir. Mirovên me kilamên xwe dibêjin û li ber govendê digerînin.”
KESÊN JI HEV XEYÎDÎNE TÊN BAHEV
Welatiya bi navê Hanim a 50 salî kut ev li aktîvîteya Adarokê bûye, anî ziman ku xwedî li mîreteya ku ji aliyê mezinên wan ve ji wan re hatiye hiştin derdikevin û wiha axivî: “Em di 14’ê adarê de li ku dera cîhanê bin bila bibin em vê rojê pîroz dikin. Berê zarok mal bi mal digeriyan. 6-7 salên dawî ne, em diçin seyranê. Êdî jin û zilam her kes bi hev re tê. Me ji bapîr û dapîrên xwe ev kevneşopî girt. Bila zarokên me jî ji me bigirin.”
Hasan Sevîm (72) jî anî ziman ku “Adarok” xwedî kevneşopiyeke bingehîn e û wiha got: “Em hatina biharê weke şahiyê li nav xwezayê pîroz dikin. Beriya niha hinek din kêmtir dihate pîrozkirin. Niha em bi girseyî pîroz dikin. Em lîstikên xwe yên herêmî li vir dilîzin. Ciwanên nifşê nû her ku diçe ji lîstikên me dûr dikevin. Ji bo ku em çanda xwe nedin ji bîr kirin, em hînî ciwanên xwe jî didin.”
Kamîl Atak (53) jî wiha axivî: “Ev aktîvîte yekitiya mirovên me ya li bajarokî pêk tîne. Kesên ji hev xeyîdîne li vê derê tên bahev û pêk tên. Hemû gelê bajarokî tê vir. Kesên di nava salê de hev nabînin li vir bi hev re wextî derbas dikin. Ji bo ku nirxekî wiha neyê ji bîr kirin, divê em xwedî lê derkevin.”