STENBOL - Endamê heyeta Aqilmendan a di pêvajoya diyalogê de hat avakirin Ahmet Farûk Unsal, bibîr xist ku di pêvajoya diyalogê de Abdullah Ocalan pevçûn dane sekinandin û pêvajoyeke aram dest pê kiriye û wiha pirsî: "Çima ji bo careke din rola xwe bilîze em deriyê Îmraliyê venakin?"
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîda girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, 36 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî an tên hatin redkirin an jî bêbersiv tên hiştin. Ji ber vê gelê kurd û dostên wan di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi daxwaza “Azadî ji Abdullah re, çareserî ji pirgsirêka kurd re” dest bi kampanyayeke cîhanî kirin. Li gel qonaxa duyemîn a kapanyayê, hefteya borî jî heyeta Delegasyona Navneteweyî ya Parêzerên Li Dijî Tecrîdê ku ji 12 parêzerên ji Swêd, Efrîqaya Başûr, Spanya, Îtalya û Norwêcê pêk tê, li Tirkiyeyê hin serdan kirin.
Li Stenbolê bi beşdariya heyetê konferansek bi sernavê "Li dijî Polîtîkayên Tecrîdê Têkoşîna Aştî û Azadiyê" hat lidarxistin. Di konferansê de ku tecrîda li Îmraliyê û çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd wekî mijara sereke hatin nîqaşkirin, modelên çareseriyê yên bi tecrûbeyên Efrîqaya Başûr û BASK'ê hatin nîqaşkirin. Di pêvajoya diyalogê ya navbera 2013-2015’an de siyasetmedar Ahmet Faruk Unsal ê ku li ser pêşniyaza Ocalan di nava heyeta Aqilmendan de cih girtibû, der barê tecrîd û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de ji MA'yê re axivî.
PÊNGAVA HERÎ KRÎTÎK A NEÇARESERKIRINÊ TECRÎD E
Unsal diyar kir ku konferansa navborî ji bo dîtina encamên pergala tecrîda Îmraliyê ya di meseleya kurd de xaleke girîng a neçareserkirinê ye, pir girîng e.
Unsal bi bîr xist ku di pêvajoya diyalogê ya sala 2013’an de tecrîda li Îmraliyê hatiye rakirin û bi saya Abdullah Ocalan pêvajoya ji pecçû»nan xalî ceribandiye û got ku li ber wan ezmûneke 2 sal û nîvî heye.
‘ÇIMA EM HEWL NADIN DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN?'
Unsal anî ziman ku tecrubeyên heyî nîşan didin ku Îmralî di çareseriya pirsgirêka kurd û berdewamiya pevçûnan de aktoreke gelekî girîng e û got: “Ev aktor berê rola xwe gelekî serkeftî lîstiye, nexwe ji boe v aktor careke din rola xwe bilîze çima em ji bo vekirina deriyê Îmraliyê tevnagerin? Ev pirseke pir krîtîk e. Pêwîst e kilîdên Îmraliyê ji bo gelê me bên vekirin, ji bo aştiya li herêmê û ji bo atmosfereke mezin a aştiyê ne tenê li Tirkiyeyê, li başûr û rojavayê Kurdistanê jî pêk were."
‘DIVÊ EM BIKIN KU OCALAN KARIBE ROLA XWE YA DÎROKÎ BILÎZE'
Unsal bal kişand ser pêwîstiya pêwendiya bi Abdullah Ocalan re ji bo pêvajoyeke aştiyeke mayînde û rasteqîne û wiha got: “Di dawiyê de em partî û rêxistina bi serokatiya Ocalan li dijî Tirkiyê wekî hêza nakok dibînin. Pêdivî ye ku ew rasterast nêrîn û perspektîfa xwe bigihîne vê rêxistinê. Ez vê ne tenê wekî pêngaveke ku pirsgirêka aştiyê ya bi kurdan re di nava sînorên Tirkiyeyê de çareser bike, di heman demê de ji bo Rojava û Başûrê jî wekî însiyatîfekê dibînim. Ji ber ku Tirkiye li her du parçeyên Kurdistanê xwedî hêzeke leşkerî ya cidî ye. Ev hem bedelên mirovî û hem jî barekî giran a aborî ye, li ser milê me hemûyan. Ji ber vê yekê ger aştî hebe, divê were dîtin ku ev çavkanî hemû dê ji bo aramiya me bên xerckirin. Xuya ye ku rêya vê yekê jî vekirina deriyê Îmraliyê ye. Ev jî bi pêkanîna rol û rista dîrokî ya Ocalan pêkan e."
Unsal diyar kir ku ji sala 2015'an û vir ve polîtîkayên şer ên desthilatê krîzeke aborî bi xwe re anîne.
MA / Yeşîm Tukel