MÊRSÎN - Jinên dixebitin dê 8’ê Adarê di hala zebzeyan de pêşwazî bikin wiha gotin: “Bila jin ji ber me jî bi gotina ‘aştî’ û ‘jin, jiyan, azadî’ bimeşin.”
Jin dê sibê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Lê belê gelek jinên li hala zebzeyan dixebitin dê 8’ê Adarê li halê pêşwazî bikin. Jinên di halê de dixebitin balê kişandin ser zehmetiyên ku ew dijîn.
Yek ji jinên karker Gûrbet Karakoyûn (31), ev 4 sal in di fîrmayekê weke çawiş dixebite. Karakoyûn da zanîn ku di salên dawî de hejmara çawişên jin zêde bûne û wiha got: “Li vê derê hejmara jinan ji ya zilaman zêdetir e. Ji ber çawişa jin ji halê jinan baştir fêm dike, min dest bi vî karî kir.”
Karakoyûn destnîşan kir ku di halê de pirsgirêka jinan a sereke, tunebûna wesayîtên çûn û hatinê ne û da zanîn ku ji ber vê rewşê piraniya jinan bi meşê diçin kar. Karakoyûn diyar kir ku dema jin nikaribin ji ber reglê bixebitin, nikarin yewmiyeyê jî bistînin û têkildarî zehmetiyên jinan ên kar ev tişt gotin: “Ji bo werim vê derê di saet 06.00’an de hişyar dibim. Keçeke min a 9 salî heye. Ji ber ez dixebitim dayika min keça min dibe dibistanê û tîne, bi piranî nikarin tev li civîna weliyan bibim. Dema ku ez piştî kar diçim malê jî bi karê malê re mijûl dibim, xwarin çêdikim, bi spartekên zarok re eleqedar dibim û ev yek min dide zorê. Anku kar ji bo jinekê bi rastî jî zehmet e û pir kedê dixwaze. Lê belê dema ku jin xwest, karê ku nikaribe bike tune ye.”
‘EM NIKARIN XWARINÊ TÊXIN ÇENTEYA ZAROKAN’
Karakoyûn bi bîr xist ku yewmiyeya xebatkaran kêm e û têkildarî mijarê wiha axivî: “Dema em rewşa aborî didin ber çavê xwe, yewmiyeya me ya 750 lîreyan a em ji vê derê digirin têra lêçûnên me yên bazarekê nake. Em nikarin ji bo dibistanê xwarineke bi rêk û pêk têxin çanteya zarokên xwe. Temînata me ya tenduristiyê nîn e. Em nikarin têra xwe demê bi zarokan re derbas bikin. Rojên destûrê yên jinên di fabrîka, hal û bostanan de dixebitin, nîn in.”
‘BI JINÊN RE SERFIRAZ IN’
Karakoyûn da zanîn dema ku kesên xizan dixwazin ji dewletê piştgiriyê bistînin bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê mafê mirovên kedkar û tu mafên wan nîn in, bidin ber çavan. Ev 4 sal in di halê de dixebitim, beriya ku bizewicim jî dixebitîm. Heta vê rojê kesek ji me pirsa ‘hûn di kîjan şert û mercan de dixebitin, temînata we ya tenduristiyê heye yan na’ nekir. Dixwazim bila werin tev li me bibin û bibînin. Ji ber ku em xebatkar in, dê di 8’ê Adarê de jî bi ser karê xwe bin. Heke jinek rabibe ji bo jineke din dengê bilind bike, ev hêviyê dide me. Em ji ber her tiştên jin bo hev dikin ji hev re serfiraz in. Ji ber wê em spasiyên xwe pêşkeşî hemûyan dikin.”
Fîlîz Yigiter (29) a 12 sal in di halê de dixebite derbarê şert û mercên giran de ev tişt gotin: “Dem tê giran e, dem tê sar e, dem tê germ e. Ma mirov ji germê aciz dibe? Erê dibe. Em di demên xwe yên regle de nikarin bixebitin, yewmiyeyê jî nastînin. Dema ku kar zêde dibe israr dikin, zextê li me dikin. Ji me re ‘kar zêde ye, tu neçarî ku werî’ dibêjin.”
‘DÊ DI 8’Ê ADARÊ DE DILÊ ME LI QADAN BE’
Yîgîter anî ziman ku ew di 8’ê Adarê de weke fizîkî li qadan nebin jî dê dile wan li qadan be û ev tişt gotin: “Jiyaneke ku bi qasî ku ked bê dayîn xweşik dibe heye. Li vî welatî kedkarên herî mezin jin in. Heke dayik û jinên bextewar li welatekê nebin dê ew welat jî bextewar nebe. Ji ber wê bila jin ji ber me jî bêjin aştî, bextewarî, azadî, ‘jin jiyan azadî” û bimeşin.”
MA / Yusra Batihan