AMED - Amedsporê li sehaya xwe bi Arnavutkoy Belediyesporê re lîst û 5-1 têk bir.
Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a TFF’ê de dilîze, di hefteya 30’emîn a lîgê de li sehaya xwe bi Arnavutkoy Belediyesporê re lîst. Nêzî 30 hezar alîgirên Amedsporê maç temaşe kir. Amedspor di deqeya 9’an de bi gola penaltiyê ya Ugur Adem Gezer ve 1-0 ket pêşiyê. Amedspor, di deqeya 31’emîn de bi gola Mert Çapar ferq derxist 2’yan. Lîstikvanê tîma reqîb Cerem Talha Dînçer di deqeya 40’an de golek evêt û dewreya yekemîn bi 2-1 serkeftina Amedsporê qediya.
ENCAMA MAÇÊ: 5-1
Di dewreya duyemîn a maçê de Amedsporê di deqeya 53’yan de bi gola Berk Îsmaîl Unsal re 3-1 ket pêşiyê. Di deqeya 67’an de Çekdar Orhan û di deqeya 90+3’yê de jî Mert Çapar gol avêtin. Maç bi 5-1 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.
Amedsporê di lîgê de rêza xwe ya ewil parast. Bi serkeftina dawî re Amedsporê puanên xwe derxist 62'yan.