NAVENDA NÛÇEYAN - Agirê Newrozê ku ji bo gelên Mezopotamyayê sembola berxwedan û vejînê ye, ji Kawayê Hesinkar heta Mazlum Dogan qet venemirî.
Bi hatina meha Adarê re gel amadekariya pîrozkirina Newrozê dike. Newroza ku bi hatina biharê re şiyarbûn û vejînê îfade dike, bi hezaran sal in ji Mezopotamyayê heta Rojhilata Navîn û Asyaya Navînê ji aliyê gelek kesan ve bi wateyên cuda tê pîrozkirin. Cejna Newrozê ku xwedî dîrpkeke bi hezaran salan e, cara ewil di 21'ê Adarê de ku vê rojê şev û roj wekî hev diajon, cbi Persan di rûpelên dîrokê de hat tomarkirin. Di sala 2009’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li lîsteya Mîrateya Çandî ya Manwewî ya Cîhanê hat zêdekirin û di sala 2010’an de li ser daxwaza Afxanistan, Albanya, Hindistan, Îran, Qazaxistan, Tirkmenistan û Tirkiyeyê, 21’ê Adarê bi awayekî fermî wekî “Roja Newrozê ya Navneteweyî” hat qebûlkirin. Newroza ku di dema Asûrê de xwedî ruhekî polîtîk bû, ji aliyê zerdeştî, elewî û behaiyan ve jî pîroz tê qebûlkirin. Hin elewî Newrozê wekî roja jidayikbûna Hz. Alî qebûl dikin. Lê bi giştî ji aliyê gelek gelan ve wekî berxwedan û têkoşînê berbiçav dibe.
Li gorî efsaneya Newrozê ya ku di berhema Firdewsî ya bi navê Şahnameyê de hatiye nivîsandin, zilma mîrê bi navê Cemşîd ku 700 sal desthilatdarî kiriye, bi Dehaqê zilimkar ê bûye belaya serê wî bi dawî bûye. Dehaq, ji bo ji marên li ser her du milên wî derketine xelas bibe, her roj mêjiyê ciwanekî dide wan. Gelê ku bi salan rastî vê zilmê hat, bi pêşengiya Kawayê Hesinkar xwe bi rêxistin kir û dawî li zilma Dehaq anî. Agirê ku bi pêşengiya Kawa di 21'ê Adara 612'yê beriya zayinê de hat vêxistin, heya niha li Rojhilata Navînê li dijî Dehaq, Nemrûd, Fîrewnan wekî agirê berxwedanê gur û geş dibe.
KURD Û NEWROZ
Newroza ku ji aliyê gelek kesan ve girîng tê dîtin, ji bo gelê kurd tê wateya berxwedan û serhildana li dijî zilm û zordariyê. Li Tirkiyeyê bi salan agirê Newrozê yê ji aliyê kurdan ve hat pêxistin, hat qedexekirin û hewl hat dayîn ku pîrozbahî bi tundiyê bê tefandin. Bi avakirina Komarê re her tiştê ku bi çanda kurdî ve girêdayî hat qedexekirin û bi vê re Newroz jî hat qedexekirin. Di sala 1924’an de bi biryarnameyeke fermî, di sala 1925’an de bi Plana Şarq Islahatê û di sala 1934’an de bi “Qanûna Îskanê” navên gundên kurdan û heta bi cil û berg û rengên kurdî her tişt li kurdan hat qedexekirin. Lê tevî van qedexeyan jî gelê kurd tu carî dest ji Newrozê berneda. Newroza ku bi rojbûna Hz. Alî ve tê girêdan, rastî heymên ewil ên gurkirina agirê serîhildana Dêrsimê jî tê. Di sala 1937’an de li herêma Dêrsimê di serhildana bi pêşengiya Seyîd Riza de, di 21’ê Adarê de Pira Kahmût a ku rûyê zilmê yê dewletê temsîl dikir hat şewitandin û berxwedana Dêrsimê dest pê kir.
JI KAWAYÊ HESINKAR HEYA MAZLUM DOGAN: BERXWEDAN DIDOME
Ji aliyê din ve, li hemberî “Dehaqên Hemdem” “Kawayên Hemdem” jî tu carî kêm nebûn. Di derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de li Zindana Amedê bi hezaran kurd rastî îşkenceyên giran û pêkanînên dijmirovahî hatin. Di van îşkenceyan de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Lê belê Mazlûm Dogan ê ku wekî "Kawayên Hemdem" ên serdemê tê pênasekirin, di 21'ê Adara 1982'yan de li dijî tirkkirin û îşkenceyê sê niftik vêxistin, ruhekî nû li Newrozê bar kir. Agirê ku Dogan pêxist ji bo gelê kurd careke din bû hêvî. Di sala 1990'î de Zekiye Alkan, di 1992'yan de Rahşan Demîrel, di 1994'an de Ronahî û Bêrîvan bi şewitandina bedena xwe li dijî zilmê berxwedanê mezin kirin.
Newroza ku di salên 1990'î de bi girseyî dest pê kir, bi xwe re zêdekirina tundiya dewletê jî anî. Di pîrozbahiyên Newrozê de ku di bin siya qedexeyan de pêk hatin, di êrişa hêzên dewletê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1991’ê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Di êrişên li ser pîrozbahiyan de 31 kes mirin. Dîsa di êrişên Newroza Cizîrê ya sala 1992’yan de li gorî hejmarên fermî 57 kes hatin qetilkirin û li gorî şahidan ev hejmar ji 100’î zêdetir e. Dewleta ku nikarîbû bi êrişan berxwedana gel bişikîne, vê carê Newroz wekî “cejna tirk' îlan kir û navê wê kir “Nevruz”. Lê Newroza ku cara yekem di sala 1996'an de ji aliyê rayedarên dewletê ve hat pîrozkirin, bala gel nekişand û hema bibêje di van salên dawî de pir ji aliyê dewletê ve nayê pîrozkirin.
GEL NEWROZÊ ÇAWA PÎROZ DIKIN?
Newroz ku aliyê wê yê mîtolojîk bi aliyê wê yê siyasî ve jî dibe yek, wekî berxwedan û ji nû ve zayîna gelan veguherî efsaneyeke zindî. Bi taybetî li Mezopotamyayê efsaneya Newrozê bi hezar salan ji aliyê zanayên extiyar û dengbêjan ve bi devkî tê vegotin û bi vê kevneşopiyê derbasî nifşên pêşerojê dibe. Li deverên cuda yên cîhanê Newroz bi vî rengî tê pîrozkirin:
Azerbêcan: Di Newrozê de hunermendên Azerbaycanê bi enstrumanên xwe beşdarî festîvalan dibin û bi stranên gelêrî yên resen ên Azerbêcanê konsertan li dar dixin. Ji bo tevahiya salê bibereket be vexwarina avê ji bo azeriyan kevneşopiyeke Newrozê ye. Her wiha di pîrozbahiyên Newrozê de vexwarina bi navê “Semenu” ya ji aliyê jinên azerî ve tê çêkirin, tê îkramkirin.
Afxanistan: Afxan hatina biharê pêşî bi serdana "Mazar-i Sharif" pêşwazî dikin û piştre merasîmeke cejnê ya bi gulên sor li dar dixin. Merasîma cejnê ya ku bi hilgirtina alê dest pê dike 20 deqîqeyan dewam dike. Di vê şeva cejnê de ku elok tên serjêkirin, vexwarinên cur bi cur jî tên îkramkirin. Goştê spî sembola aştiyê ye û bi sebzeyên kesk tê pêşkêşkirin. Ji ber ku kesk ji bo afxanan rengê serkeftinê ye.
Ozbekistan: Beriya Newrozê jinên ozbek li malê dest bi paqijiya biharê dikin. Ozbek kevirên piçûk diavêjin ezmên da ku wan di sala nû de zindî bike û merasîmên cejnê vediguherînin mîhricanekê ku tê de xort di warên werzîşê yên cur bi cur de pêşbaziyê dikin.
Tacikistan: Muzîkjenên ku "Koronî" lêdixin xelkê vedixwînin semayê û şahiyan. Di Newrozê de ku cil û bergên gelêrî li xwe tê kirin, tacik bi rengekî taybet "kum" didin serê xwe. Newroz ku bi baweriya sersala jiyaneke nû temsîl dike tê pîrozkirin û jin bi tiştên didin serê xwe dişibin “siltanên” merasîmê. Di pîrozbahiyên Newrozê de ku pêşbirkên wekî şerê dîk û kewan tê lidarxistin, ciwanên tacik bi bênavber bi hev re dikevin pêşbaziyê û hewl didin diyariyên ku di merasîmê de tên belavkirin bi dest bixin.
Qazaxistan: Li gorî baweriya qazaxan Newroz sembola biharê û pirbûna barana ku dê li ser zeviyan bibare bi xwe ye. Tê bawerkirin ku kevirê Semerqendê yê şîn di Newrozê de dihele. Xwarineke cejnê ya taybet bi navê “Newroz guje” heye. Ev xwarin qedandina zivistanê temsîl dike. Ev xwarina ku ji heft cureyên dexl û sebzeyan tê çêkirin, îkramî mêvanan tê kirin. Qazax pêşbirkên ku jin û mêr bi lîstikên xwe yên bi navê “Qul tuzaq” dikevin pêşbirkê li dar dixin. Tê bawerkirin ku ger jin di van pêşbirkan de bi ser bikevin, wê sala nû hinekî bi fêde be û ger mêr bi ser bikevindê sala nû pir bi berdartir be.
Qirxizistan: Yekane welatê ku Newroz du rojan lê tê pîrozkirin Qirxizistan e. Du rojên destpêkê yên biharê, ango bi salnameya miladî 21 û 22'yê adarê, ji bo gelê qirxis Newroz e. Li Qirxizistanê ji bo pîrozbahiyan xwarina cejnê ya taybet ya bi navê “Beş Parmaq” tê amadekirin û cirîd tê lîstin.
Turkmenistan: Li vî welatî pîrozbahî bi giştî bi awayê pêşbirkê tên pîrozkirin. Lîstikên cur bi cur ên wekî şerê dîk û beranan, beza dirêj û kişik tên lîstin. Jinên Tirkmen ji bo Newrozê şîrîniyên taybet çêdikin û îkramî her kesî dikin.
Îran: Li Îranê beriya Newrozê paqijkirina biharê ya berfireh tê kirin. Li ser maseyeke mezin ku bi heft tepsiyan tê xemilandin, heft xwarinên cuda tên îkramkirin. Navê her heft xwarinan bi tîpa "S"yê dest pê dike. Di roja 13'ê mehê de welatî diçin qadên bêhnvedanê, pîknîkê dikin, lîstikan dilîzin û heta danê êvarê bi dîlanên kevneşopî kêfê dikin.
MA / Tolga Guney