ŞIRNEX - E.B. yê mamoste ku bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zaroka 14 salî kiribû, beraet kir. Parêzer Arzû Sena Topûz ku biryara beraetê nirxand û wiha got: "Ev cara yekem e ku zarokek ji dewletê edaletê dixwaze. Ev tê wateya ku baweriya zarokê ya bi edaletê hatiye şikandin." Topûz, diyar kir ku ew ê îtiraz bikin.
Di 4’ê gulana 2023’yan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dibistanekê keçeke 14 salî rastî destdirêjiya mamosteyê xwe E.B. hat. Bûyer, piştî ku zarokê ji malbata xwe re got eşkere bû. Îfadeya zarokê li hizûra pedagog li Navenda Şopandinê ya Zarokan (ÇÎM) hat girtin û rapora "beyanên zarokê bê nakok in û jidil in" hat amadekirin. Di raporê de hat diyarkirin ku zarok bi awayekî sîstematîlk rastî destdirêjiyê hatiye.
Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê jî ew qebûl kir. Mamoste E.B. yê ku bi sûcê destdirêjiyê hat darizandin, di danişîna 2'yan a 28'ê sibatê de beraet kir.
Ji parêzerên Komeleya Pêşî Zarok û Jin Arzû Sena Topûz ku biryara beraetê û geşedanên di dosyayê de nirxandin.
Topûz, bi bîr xist ku der barê destdirêjiya sîstematîk ya li ser keçikê de îdianame hatiye amadekirin û berê jî zarok her tim bi rêya peyaman ji aliyê sûcdar ve hatiye tacizkirin û wiha got: “Di dema darizandinê de beyanên ku mamoste berê bi rêya nivîsê zarokê taciz kiribûn jî hatin tomarkirin. Di danişîna duyemîn a dozê de dozgeriyê bi hinceta ku mamoste E.B. sûd ji 'perwerdekariya xwe' girtiye û tiştekî wiha kiriye, xwest cezayekî giran lê bê birîn. Tevî mutalaaya dozgeriyê jî di danişîna 28’ê Sibatê debiryara beraatkirina mamosteyê bersûc hat dayîn."
Topûz, anî ziman ku daraz di sûcên zayendî yên li dijî zarokan de li 'delîlên berbiçav' digere û îfadeyên mexdûran esas nayên girtin û got: "Mixabin em dibînin ku li her herêmê îstîsmara li dijî zarokan heye û hema bêje ji aliyê her komeke pîşeyî ve tê kirin. Li hemberî rastiyeke wisa kûr a civakî, em rastî zehmetiya îspatkirina van sûcan tên. Tevî ku em bi berdewamî bi bîr tînin ku delîlên herî bingehîn di sûcên li dijî parêzbendiya zayendî de îfadeya mexdûran e jî,lê mixabin, em rastî rewşên ku bêtir delîl tên xwestin tên."
Topûz, anî ziman ku sûcên li dijî parêzbendiya zayendî li cihên ku kes lê nabîne pêk tên û got: "Tevî ku ev rastî heye jî, ji bilî îfadeya di dosyeyên destdirêjiyê de lêgerîna li delîlên din, dê di çarçoveya bêcezakirina van sûcan de helwêsteke edlî pêk bîne. Di dosyeya me ya li Cizîrê de, rapora li hizûra pedagogan hat amadekirin de hat gotin ku îfadeyên zarokê bê nakok in û ji dil in. Di mutalaayê de ku ji aliyê dozgeriyê ve hat dayîn, hat nirxandin ku zarok tu bêebxtî nekirine û îfadeyên wê li hev dertê. Di rewşeke wisa de ku hebûna sûc eşkere ye, biryara beraetê hat dayin. Ev biryar, biryareke ku dê pergala bêcezatiyê biafirîne."
Topûz, got: "Ev cara yekem e ku zarokek ji dewletê edaletê dixwaze. Ev tê wateya ku baweriya zarokê ya bi edaletê hatiye şikandin."
Parêzer Topûz, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya li dijî biryarê bidomînin û got: "Rastiya sûc li dibistanekê û ji aliyê mamosteyekî ve kirina wî, hûrguliyeke gelekî krîtîk e. Bêbaweriya civakî ya ku zarokên me li dibistanê jî ne ewle ne, ev e. Mixabin wekî Komeleya Pêşî Zarok û Jin em ketine kîjan dozê, me dîtiye ku delîla destdirêjiyê beyan bûye. Lê em ê dosyeya xwe ya li Cizîrê bibin îstinafê û ji bo fail bi awayekî herî giran bê cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
MA / Zeynep Durgut