NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo diyar kir ku pêkhateyên jin ên Şengalê di avakirina neteweya demokratîk de roleke pêşeng dilîzin û wiha got: "Jin bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan pergala neteweya demokratîk ava dikin."
Li Şengalê jinên êzidî ku heta niha rastî 74 fermanan hatine, bi xwerêxistinkirinê bersiva qirkirin, tunehesibandin û êrişan didin. Jinên êzidî, ji qada leşkerî heta qada siyasetê li her qadên jiyanê li dijî her cureyên tundiyê têkoşîna xwe didomînin. Di 3’yê tebaxa sala 2014’an de pêşmergeyên PDK´ê bêyî ku guleyekê biteqînin ji Şengalê reviyan û civaka êzidî terkî qedere xwe kirin. Civaka êzidî terkî qedera xwe hatin kirin û di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran jê hatin qetilkirin, bi sedan hatin revandin û hejmarek mezin a gel ji cih û warê xwe bûn. Tevî vê komkujiyê jî civaka êzidî di xwe de hêza jinûve avakirina Şengalê dît. Li gel rizgarkirina Şengalê, bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) hêzên parastinê yên mîna Yêkineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yêkineyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatin avakirin. Ji bo avakirina hîmên bingehîn ên paradîgmaya neteweya demokratîk têkoşîn û pêvajoyeke avakirinê ya cidî hate destpêkirin. Hêzên leşkerî û siyasî ji bo avakirina Şengalê bi rêbaza neteweya demokratîk kedeke mezin dan. Şengal ku modêla paradîgmaya neteweya demokratîk e, vejîna jinê jî bi xwe re anî.
Hevseroka Meclisa Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo rol û rista jinan a di avakirina neteweya demokratîk a li Şengalê de axivî.
'JINÊN ÊZIDÎ DI NAV BERXWEDANÊ DE NE'
Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo, bi lêv kir fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji jinên êzidî re deriyekî nû yê jiyanê vekiriye û wiha axivî: “Bi fikir û felsefeya Rêber Apo jinên êzidî gihişte asteke geleke bilind. Bi berxwedaniya jinên êzidî çawa dikare xwe ji fermana biparêze û azadiya serok mîsoger bikin. Jinên êzidî xwedî berxwedaniyekî ne. Jinên êzidî gelekî rastî fermanan û qirkirinan hatiye. Di sala 2014'an de kesên ku jinên êzidî ji fermanê xelas kirin hêzên YJA-Star û YPJ'ê bûn. Van jinan xwe bi ser fikir û felsefeya birêz Ocalan a neteweya demokratîk xwe birêxistin kir. Ev jinên ku ji fermanê xwe ji nû ve afirandin xwedî li heqîqeta xwe û li doza xwe derket. Jinên êzidî her roj di nav berxwedanê de ne. Li hemberî hişmendiya zilam û li hemberî hişmendiya dewletê di nav berxwedan û têkoşînê de ye. Di her qadên jiyanê de jinên êzidî xwedî li dîroka xwe û xwebûna xwe derdikevin. Ji ber wê dîroka jinên êzidî ji sala 2014'an vir ve nayê hesibandin. Her tim li ber xwe daye lê her tim hatiye xwestin ku berxwedana wê bifetisînin. Di şexsê jinên êzidî de xwestine ku civaka êzidî jî di qirkirinê de derbas bikin. Ev kes dijminê vê civakê bûn. Ji ber wê her tim di nav hewledayinan de bûn ku di şexsê jinên êzidî de vê civakê qir bikin. Lê jinên êzidî ji bo xweseriya xwe li hemberî van êrişan çok dananî."
'FIKIR û FELSEFEYA OCALAN HATIYE RÛNIŞTANDIN'
Celo, anî ziman ku hemû pêkhateyên jinan ên li Şengalê di avakirina neteweya demokratîk de cihê xwe digirin û got: “Ji fermanê heta roja me ya îro kesên ku li dijî planên dijmin ê li ser vê civakê derketiye û vala derxistine jin bûn. TAJÊ bi rêxistinkirina jinan û hêza leşkerî li hemberî vê derket. Ne malbat, ne dewlet û ne jî civak nekarî me biparêze ê ku me biparêze hêza me û hebûna me ye. Li vir fikir û felsefeya birêz Abdullah Ocalan hatiye rûniştandin. Bi vê fikir û felsefeyê neteweya demokratîk tê avakirin. Xwedîderketina li fikir û felsefeya birêz Ocalan ne tenê erka jinên êzidiye, her jineke ku bixwaze ku xwe ji qirkirinê biparêze divê ku vî fikrî di nava xwe de bihewîne. Bi dirûşma 'Kesek nikare roja me tarî bike' di meha sibatê de komxebateke çêkir. Di asta Iraqê de û pêkhatên jinên Şengalê tev li bûn. Di vê komxebatê de hin biryar hatin standin. Li hemberî hişmendiya serdest û qirkirina jin tekoşîneke hevbeş bê dayin. Her wiha konferansa jinên êzidî hate li dar xistin. Di vê konferansê de jî peyama ku dê kesek nikaribe li hemberî jin bisekine hate dayin."
'EM Ê BI VÊ PERGALÊ XWESERIYA ŞENGALÊ MÎSOGER BIKIN'
Celo, anî ziman ku ji bocîhaneke ku mirov tê de bije pêwîstiya hemû jinên cîhanê bi paradîgmaya Abdullah Ocalan heye û wiha domand: “Divê ku her jinek heqîqeta xwe bizanibe û tebikoşe. Encax bi bêtirin tekoşînê em dikarin civaka xwe biparêzin. Ê ku jinên êzidî ji fermanê xelas kirin fikriyeta birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber wê jî niha pêwistiya jinên êzidî bi azadiya birêz Abdullah Ocalan heye. Li dijî qirkirina jin kar û xebatên me dê bidomînin. Çiqas zor û zehmetî hebin jî rêveberiya me ya xweser heye û kesek nikare ji niha pêve me tune bike. Ev civak di şexsê jin de tune dibe û em jî dê civaka êzidî biparêzin. Çiqasî zehmetî hebin jî ew pergala neteweya demokratîk a ku me xwe li ser wê perwerde kirî em ê berdewam bikin û xweseriya Şengalê mîsoger bikin.”
BI FELSEFEYA 'JIN JIYAN AZADÎ' DIPARÊZIN
Celo, anî ziman ku biêxistinbûna jinan û berxwedaniya jinan dê van êrişan bide sekinandin. Celo, axaftina xwe wiha qedand: “Jin dê li dijî planên li ser civaka êzidî tên kirin derbikevin û vala derbixînin. Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' em ê civaka xwe biparêzin û nehêlin ku civaka me zirar bibînin. Bi vê hişmendiyê em xebatên xwe didin meşandin. Li ku jinek hebe em li dora vê bîrdoziyê dikin xelek. Çimkî tişta ku bi me bide qezenckirin ev felsefeye û paradîgmaye ye. Ji ber wê divê ku em yek jinek nehêlin ku ji tevgera jin bêpar bimîne. Çimkî tişta ku me bi serbixe û me ber bi serkeftineke mayinde ve bibe ev bîroziye ye."
MA / Zeynep Durgut