Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Berxwedana wê rojê bû ronahiya roja me

ŞIRNEX - Şahidên Newroza Cizîra Botan a sala 1992'yan diyar kirin ku tevî her cureyên êrişê, komkujî û zextê jî xelkê Cizîrê berxwedaneke dîrokî raber kirin û wiha gotin: “Berxwedana wan rojan rêya me vekir û bû ronahiya roja me.”

Di sala 1992’yan de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi bedelên mezin Newroz pîroz hate pîrozkirin û tovên berxwedanê li Botanê hatin avêtin. Bi dîmenên serhildanê re, Cizîrê navê xwe di dîroka Newrozê de mayinde kir. Piştî ku Serokwezîrê demê Suleyman Demîrel di sala 1992'yan de got; “Herkes dikare Newrozê bi awayekî azad pîroz bike”, di sibeha 21'ê Adarê roja Newrozê de li Cizîrê bi hezaran kes daketin qadan û agirê Newrozê geş kirin. Lêbelê bi geşkirina agirê Newrozê re tîmên taybet û hêzên tarî yên dewletê bi çekên lûledirêj gule li gel reşandin. Piştî gel çû ser gora sembola Newrozê Binevş Egal û dest bi pîrozbahiyê kirin, rastî êrîşan hatin. Li gorî daneyên fermî; 57 kes di êrişan de hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Ji wê dîrokê û şûnde Newroza Cizîrê bû dîrok û kete hişê herkesî. Cizîr bû bajarê Newrozê. 
 
Kesên tev li wê Newroza dîrokî bûn, ji ajansa me re axivîn.
 
TEVÎ HEVJÎNÊ XWE TEV LI NEWROZÊ BÛ
 
Yek ji van kesên ku şahidiya Newroza dîrokî ya Cizîrê kirî jî Ayşe Ertene ya 55 salî ye. Ertene, tevî hevjînê xwe tev li Newrozê bûbû. Hevjînê wê Huseyîn Ertene ku bavê sê zarokan bû, di 25 saliya xwe de bi guleyên dewletê hate qetilkirin. Ertene, diyar kir ku dewletê bi komployekê xwest yek carê bi hezaran mirovan bikuje.
 
Bi domdarî Ertene anî ziman ku wan xwest Newrozê pîroz bikin û wiha qala wê rojê kir: “Dewletê bi xwe jî got; ‘hûn serbest in.’ Me jî kincên xwe yên netewî li xwe kirin û em çûn. Ji 7 salî heta 70 salî daketin qada Newrozê. Me govend gerand û şahî li dar xist. Lê me nedizanî dewletê komplo amade kiriye. Em dorpêç kirin, pêşiya kesên ji gundan hatin û dixwestin tev li Newrozê bibin girtin û nehiştin derbas bibin. Piştre yek carê êrişî me kirin û bi dehan mirov birîndar bûn. Li cihê bûyerê 30-40 mirov şehîd xistin. Em di kolanan de man û sê roj û sê şevan mirovekî tenê jî nekarî serê xwe ji mala xwe derxîne. Cenazeyên me di nexweşxaneyan de man. Me nekarî xwedî li cenazeyên xwe derbikevin. Me nezanî mirîne yan birîndar in. Piştre agahî ji me re hat ku gelek hevalên me şehîd ketine. Piştre min pirsa hevjînê xwe kir û got; ‘Ka heval Huseyîn?’ Ji min re gotin; ‘me nedîtiye.’ 1-2 saet piştre agahî ji min re hat û gotin; ‘Em ji Huseyîn bêhêvî ne.’ Şaredar ji min re got; ‘Huseyîn jiyana xwe ji dest daye lê em nikarin niha ji malbatê re bibêjin. Bila êrişên dewletê bisekinin em ê biçin cenazeyê xwe bînin.’ Dema ku me cenaze standî jî êriş kirin û gule li me reşandin. Nehiştin kesek bê cihê şîna hevjînê min.” 
 
EV SÊ SAL IN BI SÊ ŞIXARTEYAN NEWROZÊ PÎROZ DIKE
 
Di berdewamê de Ertene anî ziman ku piştî qetilkirina hevjînê wê, wê daye ser rêça wî. Ertene, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez nexweşim û li malê me. Her sal li hewşa malê bi sê zilikên şixarteyê Newrozê pîroz dikim. Ji 1992'yan heta niha em li ber xwe didin û xizmeta ku dikeve para me, em dikin. Me zarokên xwe mezin kirin û ew jî bi vê dozê dan naskirin. Ez ê neviya xwe jî weke welatparêz bigihînim. Çima? Ji bo ku vê dozê ji bîr neke. Dema em ne amade bin jî ew ê xwedî li vê tekoşînê derbikevin. 
 
EZ Ê NEVIYA XWE JÎ WEKE WELATPARÊZ BIGIHÎNIM
 
Dema ku hevjînê min di serhildana Newroza 1992'an de hatiye qetilkirin, min sê zarok hebûn. Yek ji wan 40 rojî bû, yek jê sê salî û yek jî 2 salî bû. Di wê demê de berxwedaniyeke gelek mezin hat dayin. Gel şiyar bû û hemû bi hevre daketin qadan û gotin,’ev rê rêyeke pîroz e.’ Em ji bo zarokên xwe têkoşiyan. Ji bo ziman û hebûna xwe têkoşiyan. Bi Bêrîvan Cizîrî agirek kete Cizîrê û me berê xwe da vê rêyê. Xwedê me ji vê rêyê poşman neke. Di wê demê de me 6-7 rojan pêşiya 21'ê Newroz pîroz dikir. Dema ku ya dîrokî dihat jî me bi hevre pîroz dikir. Ez niha nexweş im û ev 3 sal in ez nikarim biçim Newrozê. Lê ev sê salin ez Newroza dîrokî bi sê zilikên şixarteyê pîroz dikim. Her çendî nikarim biçim qadê jî ez di hewşa mala xwe de pîroz dikim.” 
 
‘GER BERXWEDANA WAN ROJAN NEBÛYA NEWROZ NEDIHAT PÎROZKIRIN'
 
Ahmet Baysoy ê 74 salî jî bi lêv kir ku tu Newroz bi qasî Newroza 1992’yan a Cizîrê bi wate û tije berxwedan nebû û got ku bi saya wê berxwedanê îro Newroz tên pîrozkirin. Bi domdarî Baysoy destnîşan kir ku di wê salê de, bi girseyeke pir mezin li Dortyolê ya navenda navçeyê hatin cem hev û ev roj wiha vegot: “Girseya din jî ji gundên li ser Kolana Nisêbînê hatin cem hev. Ez li pêşberî girseyê bûm û ji bo axaftinê çûm cem midûrê polîsan. Min got; ‘Rê li ber me vekin, çekên me tune ne.’ Midûrê Emniyetê got ku ew ê bi qeymeqam re biaxivin û gotin fermana mudaxeleyê hatiye û ew ê bi tu awayî nehêlin meş bê lidarxistin. Piştî me israr kir, gule barandin û gaza îsotê avêtin. Em dîsa li ber Qesebxaneyê hatin cem hev. Careke din gule barandin û hevalên me şehîd bûn. Hevalên me yên ku dixwestin ji gundan bikevin bajêr, ji aliyê termînalê ve hatin gulebarankirin û 7 hevalên me li wir şehîd bûn. Di sûka tarî de şewat derket û li wir jî hevalekî me şehîd bû.”
 
Aksoy, bi domdarî anî ziman ku ji bo pîrozkirina Newrozê heta êvarê li ber xwe da û wiha pê de çû: “Di danê êvarê de jî herkes çû mala xwe. Yekane armanca me ya wê rojê pîrozkirina Newrozê bû û serdana gorên şehîdên demokrasiyê bû. Bi deh hezaran kes hatin, girseyeke mezin hebû. Hemû gundên bajêr ji bo pîrozkirina Newrozê hatibûn Cizîrê. Me got çi dibe bila bibe em ê wî agirê pê bixin û me ew agir pêxist. Berxwedaneke gel a mezin hebû. Wê demê gel ji bo pîrozkirina Newrozê berdêlên mezin dan. Di roja Newrozê de gel gelekî kêfxweş bû. Ez pir bêriya Newroza berê dikim. Em ciwan bûn û me berxwedanek mezin nîşan da û me gav paşve neavêt. Lê wan jî gelek zext li me kirin. Ji wê rojê heta niha ez her tim beşdarî Newrozê dibim. Wê demê ez hatim girtin û 4 sal û nîv di girtîgehê de mam. Ez karmend bûm û ji ber ku ez hatim girtin ez ji kar jî bûm. Îro çi ji destê min bê ez ê bikim. Newroz ji bo min her tişt e, kevneşopiya me ya pir kevn e, Newroz tava Kurdistanê ye. Dema Newroz tê berxwedan derdikeve qadan. Ger ew berxwedaniya wan rojan nebûya, dibe ku îro Newroz nehatiba pîrozkirin. Bi saya wan rojan êdî Newroz tê pîrozkirin. Wê berxwedanê rê li ber me vekir, lewma em berdewam dikin. Têkoşîna me heta serkeftinê wê bidome."
 
'NEHIŞTIN BIRÎNDARAN BIBIN NEXWEŞXANEYÊ'
 
Ji welatiyan Mahmut Ozalp (71) jî got ku serhildana wê demê bûye ronahiya vê demê û ev tişt anî ziman: “Tişta ku tê bîra min, me dixwest Newrozê pîroz bikin. Lê nehiştin em pîroz bikin û pêşiya me girtin û gotin,' qedexe ye.' Piştre gel ji hev veqetiya û pêvçûn derket. Di wê pêvçûnê de ewilî çêleka me kuştin, piştre nanpêjeke me hebû ew kuştin, piştre Seyît Salih kuştin. Gel piştî ku ji hev veqetiya jî bi gazên kimyewî êrişî me kirin. Gelek kes birîndar bûn lê nehiştin ku birîndaran bibin nexweşxaneyê. Hewa sar bû û birînên wan jî kûr bûn. Gel rastî jî berxwedaniyeke mezin nîşan dan. Cenaze diketin erdê, gel diçû ew cenaze ji destên wan derdixist û piştre li ber xwe dida. Bi hezaran kes daketin qadê û rê nebû ku mirov bimeşe. Armanca me tenê pîrozbahiya Newrozê bû. Lê nehiştin, êriş kirin û gel jî li ber xwe da. Berê berxwedan hebû ji ber wê Newrozên berê gelekî ji yê niha xweştir bûn. Li tevî hemû astengiyên dewletê jî gel digot,'em ê Newrozên xwe pîroz bikin.' Heke ku ruhê Newrozên salên 90'î nebûya, dibe ku îro me Newroz pîroz nekiriban.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 

Sernavên din

25/05/2024
11:52 Girtiyê nexweş ê 72 salî krîza dil derbas kir
11:47 Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’emîn de ye: Em ê dest jê bernedin
11:23 Dayikên Şemiyê di hefteya hezaremîn de li Qada Galatasarayê dest bi kombûnê kirin
10:52 Bariyerên polîsan ên li Qada Galatasarayê piştî 300 hefteyan hatin rakirin
10:43 Zarokek ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ hatiye cezakirin
10:39 Namzeta Hevşaredariyê ya Periyê: Em ê şaredariya xwe ya hatiye xespkirin paşve bigirin
10:15 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
10:14 Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan
09:41 Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike
09:30 Ji bo girtiya ku daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin serlêdaneke nû
09:29 Li Mêrdînê faîlê tecawizê hate girtin
09:13 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir xistin ber du lêpirsînan
09:12 39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man
09:10 64 sal in li çiyayan nebatan berhev dike
09:06 Rojnameger Dîcle: Herêma Kurdistanê di bin metirsiya parçebûnê de ye
09:05 Fuara Gastronomiyê didome: Gel bi çavê ‘şaredariya me’ li standan dinêre
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN
08:34 Di operasyona li Licê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
24/05/2024
23:42 Li Amedê 'Rojên Belgefîlman ên Ekolojik' dest pê kirin
21:56 Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê didomin
21:34 Jinan destdirêjiyê şermezar kir: Bêcezatî tê wêrekkirin
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê