Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'

WAN - Newroz dê di 17'ê adarê de li quntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin. Welatiyên ku dê beşdarî pîrozbahiyê bibin diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê biqîrin.
 
Li Wanê ku yek ji navendên pîrozbahiyên Newrozê ye, amadekarî dest pê kirin. Newroz wê di 17’ê adarê roja Yekşemê de li quntara Kela Wanê ya dîrokî bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Di Newrozê de ku tê payîn bi sed hezaran kes beşdar bibin, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir wê axaftinekê bikin. Faraz Sine, Suavî, Koma Aryen û Helîmê Omerî jî wê derkevin ser dikê. Şêniyên bajêr diyar kirin ku ew ê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li qadan bin.
 
‘NEWROZ AZADIYA KURDAN E'
 
Abdulcabbar Serbest diyar kir ku ew ê îsal jî li qada Newrozê bin û wiha got: "Agirê Kawayê Hesinkar hê jî li tevahiya Kurdistanê geş e. Ev kevneşopî wê bidome. Em ê li ser şopa wî bin. Em ê Newrozê bi coş pîroz bikin. Wekî her sal em ê îsal jî Newrozê bi coş pêşwazî bikin. Newroz cejna me kurdan e. Newroz azadiya kurdan e. Divê hemû gelê kurd di 17'ê Adarê de beşdarî Newrozê bibe."
 
Bêrîvan Polatê bang li hemû şêniyên bajar kir û got: "Newroz têkoşîna Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqan tîne ziman. Ji bo me hatina biharê û roja pêxistina agirê azadiyê ye. Li dijî şer sembola aştiyê ye. Em bi salan e ji bo vê têdikoşin. EM ê îsal Newrozê li her derê Kurdistanê bi coşeke mezin pêşwazî bikin. Em hêvî dikin bibe munasebat aştî û azadiyê. Divê hemû gelê kurd xwedî li vê berxwedanê derkeve." 
 
'AZADIYA ABDULLAH OCALAN'
 
Necmî Kalçik jî diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser girtîgehên divê peyameke xurt ji qadên Newrozê bê dayîn û got: "Newroz berxwedana gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Cejna serketinê ye. Gelê kurd xwe di Newrozan de nas kir. Newroz kevneşopiyek e ku ji Kawayê Hesinkar heta niha berdewam dike. Divê hemû gelê kurd ê welatparêz beşdarî Newroza 17'ê Adarê bibe. Di Newrozê de divê di şexsê birêz Abdullah Ocalan de doza azadiya hemû girtiyan bê kirin." 
 
‘ÊDÎ BES E'
 
Şemsettîn Şeker diyar kir ku ew ê li qada Newrozê bersiva pêwîst bidin hemû zextan û got: "Newroz têkoşîna li dijî zilmê ye. Ew roj e ku Kawayê Hesinkar dawî li zilmê anî. Di heman demê de mizgîniya biharê ye. Newro ew roj e ku mirov rabe ser pêyan û dawî li vê zilmê bîne. Niha jî zilm li gelê me tê kirin. Em ê niha jî wekî Kawayê Hesinkar bibin bersiv ji vê zilmê re. Divê hemû gelê Wanê di roja Newrozê de biherike qadê û ji vê zilmê re bêje 'êdî bes e.'"
 
Tûran Edîş got: "Newroz mizgîniya biharê ye. Em ê îsal jî wekî her salê di 17'ê Adarê de li kelehê bin. Em li bendê ne ku hemû gelê kurd û gelê Wanê beşdarî Newroza ku roja Yekşemê bê lidarxistin bibin û xwedî li vê roja pîroz derkevin."
 

Sernavên din

15/03/2024
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'
09:07 Bajarên Egeyê dê govenda Newrozê bigerînin
09:06 Namzetê hevşaredariyê yê Mêrdînîkê: Em ê tiştên ku AKP'ê di 20 salan de nekir, di 5 salan de bikin
09:04 Bang li hilbijêrên livdar kir: Nebêjin 'ez neçim ser sindoqê jî dibe'
09:03 Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Berxwedana wê rojê bû ronahiya roja me
09:01 Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN
08:39 Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê hate kirin
13/03/2024
22:15 Li Qesrikê şivanê pêl mayinê kir bi giranî birîndar bû
22:11 OHD'ê serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:15 Namzetên DEM Partiyê yên Sêrtê tax bi tax digerin
18:01 Tîma parastinê ya Erdogan qeza kir: Polîsek mir
17:59 Li Şirnexê cismek teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
16:55 Dayik bi pêşmalkên ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ çûn serdana esnafan
16:54 Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome
16:50 Şenyaşar îro jî li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir
16:33 Jinan piştgirî dan rojnamegerên rastî êrişê hatin
16:23 Li Şirnexê starta Newrozê dê bê dayîn
16:08 Egîtîm Sen: Dibistanên li Wanê ji ber mitînga Erdogan bi awayekî fiîlî tên girtin
15:58 ÎHD’ê dê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar bixe
15:57 Dadgehê di doza Kazanhan de tu daxwaz qebûl nekirin
15:45 Li Silopiyayê ji bo zarokan parqeke nû hat çêkirin
15:36 Demîrtaş ji ber ferzkirina lêgerînê derneket hevdîtinê
15:15 Leyla Zana dê tev li Newroza Amedê bibe
14:51 5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin
14:39 Ji bo tevlibûna Newroza Mêrsînê bang hate kirin
14:38 Li Wanê biryar hat dayîn ku afîşên Erdogan ên li ser bîllboardan bên rakirin
14:06 Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê
13:50 Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN
12:20 Kampanyaya namzetê Mêrdînîkê yê AKP’ê bi karkeran dan kirin
12:13 Li Şirnexê xwendekar bi darê zorê birin mitînga AKP’ê
11:45 Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin
11:40 Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin
11:26 Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne
10:39 Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin
10:38 Ji salên 90’î heta niha manşetên Newrozan
10:35 Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in