KAYSERÎ – Kesê ku li navçeya Kocasînan a Kayseriyê bi çekê êriş biribû ser wesayîta hilbijartinê ya DEM Partiyê, serbest hat berdan.
Duh bi şev li navçeya Kocasînan a Kayseriyê kesekî bi çekê êriş biribû ser wesayîta hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Piştî êrişê êrişkar hatibû binçavkirin. Dadgehê êrişkar serbest berda.