MÊRDÎN – Dosyeya lêpirsîna der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboran a Mêrdînê yê wê demê Alî Tapan ya têkildarî kuştina 7 gundiyan de, piştî salan dîsa hatibû vekirin, lê tevî biryara dadgehê ya "lêpirsînek li gorî usûlê nehatiye kirin" careke din hat girtin. Gundê ku cînayet lê hatin kirin jî, bêyî ku were lêkolînkirin di bin ava Bendava Ilisûyê de ma.
Dosyeya lêpirsîna der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboran a Mêrdînê yê wê demê Alî Tapan ya têkildarî kuştina 7 gundiyan de, piştî salan dîsa hatibû vekirin, lê tevî biryara dadgehê ya "lêpirsînek li gorî usûlê nehatiye kirin" careke din hat girtin.
Leşkerên ku di dîroka navborî de avêtin ser gundê Çêlikê, gundiyên bi navê Ahmet Kavakçioglu, Mehmet Kavaçioglu, Alaaddin Acar, Fahrettin Acar, Mahmut Erol, Suleyman Erol û Zulfer Akkurt qetil kirin û piştre agir berdan bedena wan û ew şewitandin. Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê di Kanûna 1993’yan de li ser giliya xizmên kesên hatin qetilkirin lêpirsîn da destpêkirin, lê piştre biryara “ne hiqûqê” hat girtin û dosye şandin Dadgeha Ewlehiyê ya Amedê (DGM).
Serdozgeriya Komarê ya DGM'ê der barê kesên di 1994'an de hatin kuştin de bi hinceta "milîsên PKK'ê ne" biryara "pêwîstî bi darizandinê nîn e" da û dosyeyê girt.
Xizmên kesên hatin qetilkirin, bi agahiyên ku piştî salan derketin meydanê bi hêvî bûn û ji ber vê di 1'ê Mijdara 2013'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan. Li ser serlêdanê der barê fermandarê cendirmeyan yê wê demê yê Kerboranê Alî Tapan de di çarçoveya sûcê "kuştina gelek kesan" de lêpirsîn da destpêkirin. Lê belê bi betalkirina dadgeh û dozgeriyên bi rayeya taybet re, di sala 2014'an de dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê re hat şandin.
Serdozgeriya Komarê bi tenê îfadeya Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeyê Tapan girt. Mîna dozên din ên JÎTEM'ê yên ku piştî ku desthilata AKP'ê çareseriya pirsgirêka kurd ji rojeva xwe derxist û polîtîkaya şer careke din da destpêkirin, yek li pey hev hatin girtin, der barê vê lêpirsînê de di 2020'an de biryara "neşopandinê" hat dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê di hinceta biryarê de kesên hatin qetilkirin wekî "milîsên PKK'ê" pênase kir û îfadeya xizmên wan wekî îfadeyeke "razber" hesiband.
Gundê Çêlikê ku cînayet lê hatin kirin, niha ji ber Bendava Ilisûyê di bin avê de maye. Parêzerên kesên xizmên xwe winda kirine li dijî biryara Serdozgeriya Komarê nerazîbûn nîşan dan û xwestin li cihê bûyerê lêkolîn bê kirin. Lê belê dema ku daxwaza keşfê nehat qebûlkirin, delîlên li taxê bi temamî di bin avê de man.
Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Midyadê bi nirxandina îtîrazê, di sala 2021’an de biryara “neşopandinê” betal kir û dadgehê jî diyar kiririye ku dosye têkeve ber demboriyê.
Heyeta dadgehê diyar kir ku biryar ne li gorî qanûn û rêgezê ye û lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û wiha got: “Li gorî delîlên ku hatine berhevkirin divê lêkolînên din bên kirin da ku bê diyarkirin ku îfadeyên gilîkar û şahidan razber in an na."
Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê ku li ser biryara Dadgeha Cezayê Sulhê dosyeya lêpirsînê jê re hat şandin, careke din biryara "pêdiviya darizandinê nîn e" da û dosyeyê girt.
MA / Ahmet Kanbal