NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên li Enqere, Îzmîr û Stenbolê hatin kirin de daxwaza berdana Mehdî Boz, Eren Odabaşi û Mahmût Başyîgît hate kirin. Girtî Boz ê ji 14’ê Sibatê ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem de ye wiha got: “13 roj in nikarim dermanên xwe yên kanser û tansiyonê wergirim.”
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Stenbol û Îzmîrê û Înîsîyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweşên giran Mehdî Boz, Eren Odabaşi û Mahmût Başyîgît daxuyanî dan.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê çalakiya xwe ya 286’emîn a ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevin a Konakê pêk anî. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” hate vekirin. Dayikên Aştiyê, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî piştgirî dan çalakiyê. Di daxuyaniya ku kurdiya wê Hevseroka Şaxê Zîlan Gumuş, tirkiya wê Hevserokê Şaxê Alî Aydin xwend de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mahmût Başyîgît ê li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê tê ragirtin.
Gumuş, da zanîn ku Başyîgît di 10'ê çileya 2023'yan de hat girtin û birin Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê û wiha got: “Beriya ku bikeve girtîgehê pirsgirêkên wî yên kezebê hebûn. Ji ber ku piştî hat girtîgehê pirsgirêkên wî yên tenduristiyê zêde bûn, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Aydinê kirin. Di 22'ê Kanûna 2023'an de ultrason hat kirin û hat tespîtkirin ku mezinahiya, kîsikê kezebê ne asayî ye.Ji ber ku sînorê di navbera Kîsikê kezebê û kezebê de nedihat ferq kirin, muayeneya din a li zikê jorîn bi MRG hate pêşniyar kirin. Di encama MRG de ku di 19’ê çileya 2024’an de hate kirin, kîsikê kezebê nehat dîtin. Tevî van encaman jî ji nexweşxaneyê nehat gazîkirin. Di encama israra xwe de di 4’ê Sibata 2024’an de rakirin odeya lezgîn lê muayeneyên berfireh nehatin kirin. Girtiyê nexweşiya giran daxwaza sewqkirina nexweşxaneyê kir, lê ji bo sewqkirina wî mehek derbas bû.”
PIŞTÎ EMELIYATÊ 7 ROJAN BIRIN GIRTÎGEHÊ
Gumuş, diyar kir ku di 7’ê sibata 2024’an de ji bo rakirina kîsikê wî yê zirav hate emeliyat kirin û wiha domand: “Di dema emeliyatê de hat dîtin ku di kîsikê zirav de tumor heye û hat fêhmkirin ku tumora xerab li pişa reş, rûviya mezin û mîdeyê belav bûye. Piştî emeliyatê demekê di lênihêrîna giran de ma û dema derket derve rakirin odeya girtiyan a li nexweşxaneyê. Girtiyê ku haya wî ji kansere tune bû, ji aliyê malbatê ve hat agahdarkirin. Di 12'ê Sibatê de emeliyat bû û piştî emeliyata ku 4-4,5 saetan dom kir ew rakirin lênerîna awarte. Di vê emeliyatê de hewl hat dayîn ku beşek ji tumorê bê rakirin û piştî 2 rojan di lênihêrîna awarte de ma, dîsa rakirin odeya girtiyan a nexweşxaneyê. Tevî ku rewşa wî giran bû jî, destûr ji malbata wî re nehat dayîn û di vê heyamê de nekarîn hevdîtinê pêk bînin. Di 16’ê Sibatê de, hevjîna wî karîbû destûr werbigire ku biçe hundir û rojê 20 deqeyan lê xwedî derkeve. Her çend nexweş nekaribû bilive, biaxive û li xwe xwedî derbikeve jî, rojê tenê 20 deqe destûr didan hevjîna wi. Di 19’ê sibatê de dema careke din çû cem hevjîna xwe, jê re gotin ku ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û di rewşeke emeliyatkirî û pêdiviya wî bi lênêrînê heye de dîsa şandin Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê.
NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE
Tevlî ji bo patolojiyê hatin şandin û hat diyarkirin ku dê di pêşerojê de tedawiya çawa were kirin û heke ji bo kemoterapiyê guncav be dê kemoterapî were destpêkirin. Rapora patolojiyê di 27ê Sibatê de hat weşandin. Li gorî rapora patolojiyê, tumora xerab a ku ji kîsika zirav derketiye di asta 4’emîn de bûye û li organên derdorê belav bûye. Girtiyê ku kansera wî li organên cuda belav bûye û di asta 4'emîn de ye, ne di wê rewşê de ye ku rojekê jî di girtîgehê de bimîne û tevî rewşa wî ya giran jî nayê qebûlkirin. Em daxwaz dikin ku demildest bê berdan û li gel malbata wî bê dermankirin. Mayîna wî ya di girtîgehê de tê wateya binpêkirina mafê wî yê jiyanê. Li gorî agahiyên dawî ku me ji malbata wî girtine, wî vê hefteyê dest bi kemoterapiyê kiriye û piştî kemoterapiya xwe ya ewil dîsa birin girtîgehê. Me rewşa girtiyên nexweş anî ziman. Em ê daxwazên xwe bînin ziman û bi raya giştî re parve bikin heta hemû pirsgirêkên girtiyan bi awayekî mayînde bên çareserkirin.”
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê 625’emîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixe, li ber avahiya komeleyê pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mehdî Boz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Xarpêtê tê ragirtin. Di çalakiya ku gelek malbatên girtiyên nexweş û parazvanên mafên mirovan tev li bûn de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tedawî maf e nikare were astengkirin” hatin vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Mirov bi mafên xwe mirov in” hatin berzkirin.
Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn di çalakiya vê hefteyê de rewşa girtiyê nexweşê giran Mehdî Boz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Xarpêtê tê ragirtin parve kir. Bekîn, qala nexweşiyên boz û binpêkirinên mafan ên Boz pê re rû bi rû mane kir.
GIRTIYÊ NEXWEŞ: EZ NIKARIM DERMANÊN XWE BIGIRIM
Bekîn, metnê serlêdana dawî ku Boz li komeleya wan kiriye xwend û da zanîn ku Boz gotiye ku “Ji bo daxwazeke mirovî jî neçar dimînin ku bikevin çalakiya greva birçîbûnê. Ji 14’ê sibata 2024’an ve di çalakiya greva birçîbûnê de me. 13 roj in nikarim dermanên xwe yên penceşêr û tansiyonê bigirim. Pêkanîn keyfî yên li vir bi hejmartinê xelas nabin.” Bekîn, bang li rayedaran kir ku girtiyên nexweş bên berdan.
ENQERE
Înîsîyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 497’emîn a çalakiya xwe de careke din li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê hatin bahev û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Li qadê pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin, girtiyên nexweş serbest berdin” hate vekirin. Daxuyanî ji aliyê endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate kirin.
Çevîrmen jî rewşa girtiyê nexweş Eren Odabaşi yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê tê ragirtin vegot û xwest ku Odabaşi were berdan û li derve were dermankirin.