NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azîz Koyluoglû hevdîtinên zêde yên Tirkiyeyê yên li Iraqê nirxand û wiha got: “Bi zanebûn an jî ne bi zanebûn, Iraqê rê da êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê û Iraqê.”
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Di mehên dawî de hevdîtinên di navbera Hewlêr-Bexda-Enqereyê de zêde bûn. Tê gotin ku Tirkiye di nava amadekariyên êrişeke berfireh de ye. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê ya dawî ya di 4’ê adarê de gotibû: “Em ê meseleya têkildarî sînorê me yê bi Iraqê re êdî çareser bikin.”
HEVDÎTINÊN ZÊDE YÊN DAWÎ
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Yaşar Guler û Mistaşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ji bo hevdîtinên bi rayedarên Iraqê re çûn Bexdayê. Piştî hevdîtinan danezaneke hevpar hate weşandin. Di danezanê de hat îdiakirin ku PKK li ser ewlehiya Tirkiye û Iraqê xetere ye û hat gotin ku her du alî ji bo tevdîran guftûgo kirine.
Rojnameger Azîz Koyluoglû tekildarî hevdîtinên dawî yên Tirkiye-Iraqê axivî û got ku Iraq hewl dide êrişên Tirkiyeyê rewa bike.
‘DIJBERTIYA KURDAN’
Koyluoglû, anî ziman ku Tirkiye hewl dide Iraqê li ser dijbertiya kurdan qaneh bike û wiha got: “Di navbera her du aliyan de ev demekî dirêj e trafîkeke dîplomatîk heye. Di demên dawî de zêdetir bûn. Her wiha bi rayedarên PDK’ê re jî hevdîtin kirin. Tirkiye qala ‘ewlehiyê’ dike anku di esasê xwe de qala kurdan dike. Tirkiye li Rojhilata Navîn û cîhanê polîtîkaya dijkurd dimeşîne. Ev polîtîka jî bû danezaneke hevpar. Di vê danezanê de hinek mijar derdikevin pêş. Yek ji van aborî ye. Tirkiyeyê hewl da li ser aboriyê Iraqê di mijara dijbertiya kurdan de qaneh bike. Ya balkêş jî ew e ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûat Huseyîn ku kurd e serokatiya vê civînê kir. Bi vê danezanê re êdî ji niha ve PKK di nava rêxistinên qedexe de ye. PKK li Iraqê rêxistineke qanûnû nebû û di demên berê de jî partiyeke qanûnî nebû. Xebatên wê li hundirê Iraqê de jî nînin. Anku rewşa heyî tenê hate ragihandin. Lê di heman demê de ev têgeh, rê li ber rewakirina dagirkirina Iraqê jî vedike. Lê nizanim rayedarên Iraqî ev çiqas fêm kirine. Lê ev ji bo rewakirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li Başûr û Iraqê ye.”
'IRAQÊ RÊ DA ÊRIŞAN’
Bi domdarî Koyluoglû anî ziman ku bi danezana hatiye parvekirin re Iraqê hinek raye jî radestî Tirkiyeyê kiriye û wiha dom kir: “Mirov dikare bibêje ku bi vê danezanê re Tirkiye êdî dikare li her derê êrişan bike û êrişên xwe bispêre vê danezanê. Sedam Hisên demekê bi Tirkiyeyê re peymanek îmze kir û her du dewlet dikarin bi qasî 5 km’an di nava sînorên hev de li dijî dijberên xwe operasyonan li dar bixin. Tirkiye hêj jî di vê çarçoveyê de êrişî Başûr dike. Bi peymana nû re Tirkiye dikare hêj bêhtir bikeve nava sînorê Iraqê. Anku dê dagirkeriya xwe berfirehtir bike û êrişan zêdetir bike. Anku heke Tirkiye heta deşta Mûsilê biçe û Iraq bertekê nîşan bide, dê Tirkiye bibêje; ‘we jî PKK girtiye nav lîsteya rêxistinên qedexe û ez êrişî PKK’ê dikim.’ Dê hemû bertekên Iraqê jî vala derkevin. Bi zanebûn an jî ne bi zanebûn Iraqê rê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên di kûrahiya Iraqê de vekir.”
'IRAQÊ BERTEKEKE ZELAL NÎŞANÎ ÊRIŞAN NEDA’
Di berdewamê de Koyluoglû got ku Iraqê heta niha li dijî êrişan seknekî zelal nîşan nedaye û wiha pê de çû: “Tenê ji ber êrişa li dijî Perex a Zaxoyê ku 9 hemwelatî hatin kuştin bertek nîşan da ku ew jî ereb bûn lewma wisa kir. Û ji NY’yê xwest ku bi lezgînî bicive. Lê ji bo dagirkirina Başûr tu bertek nîşan neda. Di mijara avê de daxwazên wê ji Tirkiyeyê hene. Ji ber vê mijarê carnan bertek nîşan dida. Lê di pratîkê de tiştek nekir. Iraqê dagirkirina xaka xwe erê kir. Ne bawerim Iraq bi awayekî fiîlî bikeve nava plana dagirkeriyê. Nexwe dê bikeve pozîsyoneke ku piştgiriyê dide dagirkirina xaka xwe. Dê Iraq hevsengiyên heyî zêde xerab neke. Li gorî min Tirkiye jî dê nekare ji êrişên niha mezintir êrişan bike. Li dijî tevgera azadiyê ya kurd hemû argumanên xwe bi kar anî. Tiştekî di destê wê de nema. Tenê dikare erdnîgariya êrişan berfirehtir bike. Ev jî dê bêhtir zirarê bide wê. Ji ber ku erdnîgarî çiqas fireh bibe dê hîn bêhtir rastî êrişan jî bê. Anku dê tevgera azadiyê ya kurd bêhtir li ber xwe bide û firsenda çalakiyan zêdetir bibe. Her ku erdnîgarî belav dibe dê koordînekirina wê ji bo Tirkiyeyê zehmettir bibe. Dewleta tirk dikare çi bike? Di demên berê de bombeyên qedexekirî bi kar di anî û di tunelan de çekên kîmyewî bi kar tîna. Hger cureyên amûrên şer bi kar anî. Anku zêde tiştek di destê wê de nema ye. Berfirehkirina erdnîgariya şer dê bike ku bêhtir rastî êrişan bê.”
EWLEHIYA RÊYA PÊŞKETINÊ
Koyluoglû, da zanîn ku Iraqê polîtîkaya “ewlehiya rêya pêşketinê bi tesfiyekirina PKK’ê pêkan e” qebûl kiriye û ev nirxandin kir: “Sedema esasî ya qebûlkirina vê peymanê ya Iraqê, projeya rêya pêşketinê ya Iraqê ye. Ev rêya pêşketinê, duyemîn xeta stratejîk a Tirkiyeyê ye. Dê ji Kendava Basrayê dest pê bike, başûrê Kurdistan baypas bike û girêdayî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku ev rê, di heman demê de ji bo jiholêrakirina statûya Başûr e. Yek ji mezintirîn armancên wê ev e. Iraq piştgiriyê dide lê pêdiviya Tirkiyeyê hêj bêhtir pê heye. Ji Iraqê re gotiye ku ewlehiya vê rêyê tenê bi tunekirina PKK’ê dibe. Îxtîmaleke mezin armanca danezana dawî jî ev e. Her wiha dibe ku daxuyaniyên dawî bi di çarçoveya şerê psîkolojîk de jî hatibin kirin. Her kes dizane ku PKK ji bo Iraqê gef nîne. Artêşa Iraqê bi xwe jî di demên berê de gotiye. Di dema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de heta deverên dûr ên Iraqê çû û li dijî DAIŞ’ê têkoşiya. Serokwezîr Haydar Ebadî wê demê spasiya PKK’ê kir. Lê Iraq niha dixwaze ji bo rêya pêşketinê û têkiliyên bazirganiyê bi Tirkiyeyê re hevsengiyekê ava bike û pê re lihev bike. Di vê çarçoveyê de dê komîteyên daîmî bên avakirin û rojane hevdîtinan bikin. Dibe ku carnan bên gel hev jî.”
‘PDK XWE DIXAPÎNE’
Herî dawî jî rojnameger Koyluoglû ev tişt anî ziman: “Mimkin nîne Iraq li dijî PKK û kurdan bikeve nava şerekî. Lê dibe ku ji hêla îstîxbarî û hwd. piştgiriyê bide Tirkiyeyê. Her wiha li dijî êrişên wê bêdeng be. Hatina Erdogan a Iraqê nîşan dide ku li ser hinek xalan li hev kirine. Ev jî nîşan dide ku bihareke germ li Başûr li benda me ye. Dibe ku hewl bide di kûrahiya Başûr de êrişan bike. Lê gelo vê carê dê tenê bi vê ve bisînor bimîne? Armanca Tirkiyeyê ew e ku tevahiya Başûr dagir bike. Dixwaze Mûsil û Kerkûkê îlhaq bike. Di pişt deriyên veşarî de van planan dike. Iraq ev demekî dirêj e dixwaze pergala federal ji holê rabe û pergaleke navendî ava bibe. Li ser krîzên li Başûr jî bi rêya Dadgeha Federal dest bi bisînorkirina destkeftiyên Başûr kiribû. Dibe ku Tirkiyeyê di piştperdeyê de teklîfeke wiha ji bo Iraqê kiribe. Ev peyman dê zirarekî mezin bide kurdan û kurd dê pir mezin winda bikin. Dê destkeftiyên Başûr ji holê rabin. Em dibînin ku PDK bi awayekî xurt piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Bi taybet jî Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Federe ya Kurdistanê Rêber Ehmed tev li civînê bûbû. Ew jî wiha difikirin; ‘Heke em bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe baş bikin dê destkeftiyên xwe yên li Iraqê biparêzin.’ Lê xwe dixapînin. Gefa herî mezin a li ser destkeftiyan, Tirkiye bi xwe ye.”
MA / Zeynep Durgut