AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bal kişand ser girîngiya pîrozbahiyên Newrozê yên îsal û Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir.
Newroza Amedê ya bi heybet bi axaftinan û gotina stranan berdewam dike. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bang li sed hezaran kir. Ûçar, a bi zaravayê kirmanckî yê kurdî axivî, Newroza gelê kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Ûçar, destnîşan kir ku Newroz wijdan, berxwedan û azadî ye.