ENQERE - Girtî Umut Ozer ji rojnameger Huseyîn Aykol re 4 sal berê nameyek şand. Aykol, piştî têkoşîna hiqûqî ya 4 salan name bi dest xist û wiha bertek nîşanî vê rewşê da: “Derdê wan tecrîdkirin e.”
Girtî Hasan Umut Ozer ê li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlehiya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, di sala 2018’an de ji rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol re ku wê demê li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê dihat ragirtin re nameyek şand û name bi hincetên keyfî nehat dayîn. Li ser vê yekê Ozer di 1'ê mijdra 2018'an de li Dadgeriya Cezayê Înfazê ya Karabûkê îtîraz kir. Îtîraza Ozer hate redkirin û Ozer serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê îtîraza Ozer qebûl kir û biryara xwe di 22’yê mijdara 2022’yan de ji Girtîgeha Karabukê re şand. Di biryarê de AYM'ê xwest 3 hezar lîre tezmînata manewî bidin Ozer û biryar da ku ji bo binpêkirin ji holê were rakirin, darizandin jinûve were lidarxistin.
Li ser vê yekê Dadgeriya Înfazê ya Karabûkê di 28’ê kanûna 2022’yan de biryar da û ji îdareya girtîgehê xwest ku nameya behsê xeberê ji Aykol re bişîne. Îdareya girtîgehê 15 meh piştî biryarê name şand.
Huseyîn Aykol têkildarî mijarê û sepanên binpêkirinên keyfî yên girtîgehan axivî. Aykol ê piştî têkoşîna hiqûqî ya 4 salan nameya xwe bi dest xist, wiha got: “Îdareya girtîgehê dawiya dawî hefteya borî ew name ji min re şand. Name hat. Biryara dadgeha herêmî jî hat.”
‘MAFÊN GIRTÎ Û HIKÛMXWARAN HENE’
Aykol ku nêzî 20 sal in di quncikê xwe yê rojnameyê yê bi navê “Ji hundir” nameyên ji girtîgehê tên dinirxîne, têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Dema girtî dikevin girtîgehê danezanekê didin wan. Di wê danezanê de mafê we yê ragihandinê, nameyan û telefonê dinivîse. Heke ziyaretvanê we nikarin werin serdana we, hûn dikarin ji bo daxwazên xwe yên sereke ji xizmên xwe yên nêz, hevalên xwe û ji min re binivîsin. Herwiha nameyên ku hûn ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, saziyên mîna wê yên fermî yên dewletê re dişînin û daxwaznameyên hûn ji Wezareta Dadê re dişînin divê bêyî bên kontrolkirin bên şandin. Ev mafên girtiyan hene. Lê belê hinek girtî hay ji van mafên xwe nînin. Divê xwînerên me jî di vê mijarê de israr bikin.”
‘ASTENGKIRINA NAMEYAN DERVEYÎ MAFÊN MIROVAN E’
Aykol, da zanîn ku rêveberiyên girtîgehan bi hincetên vik û vala dixwazin pêşî li van mafan girtî û hikûmxwaran bigirin û wiha domand: "Ji ber her nameyek ji bo çareserkirina pêdiviyekê, ji bo moral û ragihandinê pir girîng e. Dixwazin derûniya girtî xera bikin lê belê ev sepan derveyî mafên mirovan e. Qanûn rê nadin vê yekê. Mînak di demên dawiyê de ji girtîgehan name tên û dibêjin, ‘Me dest bi grevê kir, li filan derê ewqas heval ketine greva birçîbûnê, dê pey me ev heval bikevin grevê’ dinivîsin. Îdareya girtîgehê van gotinan sansur dike û hûn ne dikarin îtîrazê bikin ne jî hûn pê dihesin. Dema hûn nameyê bitaahhut dişînin, kaxiza şandina nameyê ji we re tê. Rêbazeke wiha jî heye lê belê bi piranî nameyan naşînin.”
‘DERDÊ WAN TECRÎDKIRIN E’
Di berdewama axaftina xwe de Aykol ser mînaka Umut Ozer sekinî û wiha pê de çû: “Em bibêjin AYM biryar da û got; 'erê, ev nameyeke fikaredar e.' Wê çaxê hûn dikarin biryarê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME gelek caran Tirkiye ji ber vê mijarê mehkûm kir. Ji ber wê divê girtî li mafên xwe bigerin. Hûn çiqas vê rewşê qebûl bikin dê ewqas bi ser we de werin. Hewl didin we tecrîd bikin, dîwarekê di navbera we û derve de ava bikin. Jineke 75 salî ji ber ku ji keça xwe û hevala wê re pere şandiye hate cezakirin û girtin. Ev kes nikare di girtîgehê de bimîne. Hemû derdê wan ew e ku bi vî awayî tecrîd bikin."
'BIRYARÊN AYM’Ê NÎŞAN BIDIN’
Aykol, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema ku îdareya girtîgehê biryara neşandina nameyekê da, bila girtî û hikûmxwar demildest biryarên AYM’ê nîşanî wan bidin. Erê tezmînata 3 hezar lîreyan ji xizîneya dewletê tê razandin lê belê van biryaran derbasî sicîlên wan dikin. Li wê derê qanûnên pir zelal hene. Divê xwedî wijdan bin.”