Dayikên Şemiyê: Talat Turkoglu li ku ye?

img
STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya 992’an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta Talat Turkoglu yê di 1’ê nîsana 1996’an de hat windakirin pirsin
Dayikên/Mirovên Şemiyê, her hefte ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Qada Galatasarayê kom dibin û çalakiyan li dar dixin. Dayik/Mirovên Şemiyê bi heman armancê di hefteya 992'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û bi şopa windayan ketin. Di çalakiya îro de li gel malbatên windayan, Hevseroka Giştî ya Şaxa ÎHD’ê Eren Keskin û parazvanên mafên mirovan amade bûn. Malbatan dîsa wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin û daxuyanî dan. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Talat Turkoglu yê di 1’ê Nîsana 1996’an de dema ji cem malbata xwe ya Edirneyê dihat mala xwe ya Stenbolê, di rêde hat windakirin, pirsin. 
 
Endama Komîsyona Kesên di Bin Çavan de Hatin Windakirin a ÎHD’ê Zeynep Yildiz daxuyanî da. Yildiz, anî ziman ku tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin û di hefteya 992’an de di bin qedexeyan de daxuyaniyê didin. Yildiz, anî ziman ku 28 sal berê Talat Turkoglu winda kirin û wiha got: “Turkoglu bi nasnameya xwe ya sosyalist li navçeya Avcilar a Stenbolê dijiya. Di 29’ê Adara 1996’an de xwest biçe Edîrne dayika xwe bibîne. Lê wê demê polîsên sivîl ew şopand. Di 1’ê nîsanê de dema vedigeriya Stenbolê ew winda kirin û careke din agahî jê nehat girtin.” 
 
Yildiz, da zanîn ku ji bo Talat Turkoglu bê dîtin malbatê û parazvanên mafên mirovan serî li hemû sazî û rayedaran dane, lê tu encam bi dest nexistine û got: “Di sala 1997’an de Endamê JÎTEM’ê Kasim Açik mikur hat û anî ziman ku Talat Bajarê Çadiran ê polîsan hatiye binçavkirin û avêtine Çemê Merîçê. Bêyî ku lêpirsîn bê kirin dosya girtin û ser bûyerê veşartin.”  
 
Yildiz, bibîr xist ku DMME’ê Tirkiye mahkum kir, lê dîsa jî tu gavên şênber nehatin avêtin û wiha got: “Tevî biryara DMME’ê Dozgerê Komarê yê Edîrneyê da zanîn ku pêwistî bi lêpirsînê tune ye. Malbatê di sala 2020’an de dîsa serî li DMME’ê dan.
 
Yildiz, xwest di serî de aqûbeta Turkglu û hemû kesên hatine windakirin bê ronîkirin û hesab ji kujeran bê pirsin. 
 
Piştre xwişka Turkoglu Munube Turkoglu jî anî ziman ku 28 sal in birayê wê hatiye windakirin û wan serî li hemû qadan daye. Turkoglu, destnîşan kir ku hemû serlêdanên wan bê encam mane, lê dê dîsa têkoşîn û lêgerîna xwe berdewam bikin. 
 
Xwişka Huseyin Toraman, Sakine Toraman jî ji Almanyayê tev li çalakiyê bû. Sakîne Toraman anî ziman ku birayê wê 33 berê winda kirin û wiha got: “Kesên 33 sal berê birayê min winda kirin hêj hesab nedane. Îro hîkûmet bi van hesin û bendan pêşiya me digire û kujeran diparêze. Heta ku winda neyên dîtin û kujer hesap nepirsin em ê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.” 
 
Herî dawî dayika Murat Yildiz ê Hanife Yildiz jî axivî. Hanife Yildiz bang li Serokkomar kir û wiha got: “Ez bang li Serokkomar dikim. 29 sal in em li vir aqûbeta windayan dipirsin. Ez bang li Wezîrê Karên hundir dikim. Kurê min di sala 1995’an de hat windakirin ez ê heta dawî hesap bipirsim.” 
 
Diptî dayik/mirovên Şemiyê daxuyanî dan, qurnefil avêtin Qada Galatasarayê ku polîsan ew bi hesin û bariyeran pêçaye. 
 

Sernavên din

31/03/2024
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin
17:51 Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e
17:49 'Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe dê wekî zilmê vegere'
17:28 Şandeya ku dê hilbijartinê bişopîne li Amedê bi rojnamevanan re civiya
16:53 Boz: Gelê me dê bi serkeftina xwe ya di hilbijartinê de tecrîdê rake
16:34 Zana: Nasnameya me hebûna me ye em xwedî lê derkevin
15:57 Li Amed û Êlihê konvoya wesayîtan: Xwedî li Sindoqan derbikevin
15:56 Li navçeya Qulp a Îdirê mitîng: Xwedî li sindoqê derkevin
15:54 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran dengên xwe bilind kirin
14:55 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê protesto: Ev bariyer dê nikarin we xelas bikin
14:53 Birazî û pisxaletê xwe xist kar, bêyî biçin kar pere distînin
14:29 Dayikên Şemiyê: Talat Turkoglu li ku ye?
14:01 Petrol tev li ava bendavê bû: Sewal jehrî bûn
13:55 Hatîmogûllari li Çûkûrovayê, Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne
13:47 Dê ji bo ewlehiya sindoqan hezaran kes li qadê bin
13:26 Bi hezaran kes di mitînga DEM'ê ya li Misirc û Milazgirê de hatin bahev
13:17 Girtiyê 30 salan ê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
12:34 Di Şaredariya Rihayê de mikurhatina ‘karmendê bankamatîkê’
12:11 Zana: Roboskî birîna Kurdistanê ya nayê cebirandin e
11:50 Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê: Xwedî li dengê xwe derkevin!
11:42 ‘Hûn ê li dijî kesên ku hewl didin vîna we xesp bikin bêdeng bimînin?’
11:29 Komeleya Şêx Seîd: Li dijî qeyûman li rex mazlûman bisekinin
11:14 Dest danîn ser cil û bergên netewî yên ciwanên ku hatin binçavkirin
10:53 Malbatên Haci Lokman Bîrlîk û Fatma Uyarê: Em deng nedin kujerên zarokên xwe
10:53 ‘Li cihekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin, 5 qûrişên ji girtîgehê re tên şandin dibin mijara sûc’
10:06 Qeyûm guh neda Dîwana Çavdêriya Darayî: Îhaleya 2 milyonan bi bazarkirinê çêkir
10:04 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ewlehiya sînor ne bi çekan, bi aştiyê pêkan e
10:03 DEM Partî wê li Rihayê bi 9 hezar û 422 kesan sindoqan biparêze
09:38 Di konteynirên ku karker lê diman de şewat derket
09:18 Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin
09:05 Banga ji bo 'dengdanê'
09:04 Ji namzeta Êlihê ya DEM Partiyê bang: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:03 Li Akdenîzê seferberiya hilbijartinê: Ji bo 550 sindoqan hezar û 500 peywirdar
09:02 Bi daxwaza 'Azadiya Ocalan' 125 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 Edîtorê Rojnewsê Ahmet ev 158 roj in di destê îstixbarata PDK'ê de ye
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2024'AN
29/03/2024
23:14 DEM Partiya Sêrtê bal kişand ser ewlehiya sindoqan
21:38 Li Bedlîsê coşa DEM Partiyê
20:46 DEM Partî ji bo 15 hezar û 249 'hilbijêrên qaçax’ gilî kir
20:17 Mikaîl Aslan piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê ragihand: Kuleka hin kesên din me germ nake
19:38 Belgefîlma 'Dargeçît' wê beşdarî pêşbirka Mihrîcana Fîlman a Stenbolê bibe
19:29 Leyla Zana li Qilebanê ye: Bi destê Serok Apo bigirin
18:09 Ji namzetên DEM Partiyê banga ewlehiya hilbijartinê
16:56 Leyla Zana: Şirnex berxwedan e em ê nedin tu kesî
16:43 Nobeta Edaletê: Heke Abdullah Ocalan azad nebe, tu kes azad nîn e
16:28 'Li ser sindoqê em koçberî, hilweşîn û girtiyên nexweş ji bîr nekin’
16:25 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê vîdeoyeke nû
16:15 Bakirhan ê li Wanê axivî: Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e
16:06 Bayindir: Ev hilbijartin referandûma gelê kurd e
15:40 Qeyûm kurê serokê AKP’î ji bo kar xist şaredariyê
15:38 Hilbijêrên bitevger ji Îzmîrê bi rê ketin: Em diçin ku rekorê bidest bixin
15:24 Li Girtîgeha Tokatê qeydên deng û dîmen ên odeyên parêzer û cihê hevdîtinê tên girtin
14:58 Perava Yenîkapiyê ku ji bo dengdayînê ketin rê, veguherî termînala otobusan
14:21 DEM Partî dê hilbijartinan ji 2 navendan bişopîne
14:16 Şandeya navneteweyî li Amedê ye: Em ê hilbijartinan bişopînin û raporê amade bikin
14:05 Li Îdirê ji bo leşker û polîsên veguhestî dibistan hatin girtin
14:04 Hatîmogûllari: Di 31’ê Adarê de em mohra xwe li bin dara DEM Pratiyê bixin
13:39 Rewşa Kadîr Înanir baştir dibe
13:32 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê her kes xwedî li sindoqan derkeve
13:28 Mitînga Wanê bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir
13:16 DEM Partiyê ji bo Edeneyê daxuyanî da: Em amade ne û dê bi ser kevin
13:02 Ji Muglayê hilbijêrên bitevger derketin rê: Em ji bo serkeftinê diçin
12:53 AKP dixwaze li Cizîrê pereyan belav bike: Pereyan bigirin dengê xwe nedin!
12:52 Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê hate betalkirin
12:50 Leyla Zana çû serdana Orhan Dogan
12:39 Debe yê jin neçarî fihûşê dikirin ji AKP’ê bû namzet
12:29 Şandeya Amerîkayê dê bi Kalin, Guler û Akar re hevdîtinê bike
12:01 Artêşa Îsraîlê li Helebê xist
11:36 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Xebatên hilbijartinê yên li Rihayê heta danê paşîvê domiyan
11:12 Li Yewnanîstanê erdhej çêbû
10:54 Nameya girtî 4 sal şûnde gihişt ber destê rojnameger Aykol
10:34 Hunermend: Em ji bo DEM Partiyê biçin ser sindoqan