DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn

  • rojane
  • 16:56 1 Nîsan 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Şirnexê Bêrîvan Kutlu têkildarî encamên hilbijartinê axivî û wiha got: “Banga min ji bo Mehmet Yarkaya yê AKP’î ye; gelo tu çawa li rûyê xelkê Şirnexê binêrî? Hûn rûreş in. We îradeya gel dizî. Dê navê te weke ‘diz’ di dîrokê de cih bigire.” 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê têkildarî encamên hilbijartina duh li avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJa) û bi sedan welatî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Welatiyên tev li daxuyaniyê bûn gelek caran dirûşmên “Em serokê diz naxwazin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Nûrcan Alturk axivî û got ku hilbijartinên duh bi awayekî derhiqûqî hatine lidarxistin. Alturk, diyar kir ku weke DEM Partiyê ew hilbijartinê qebûl nakin û wiha domand: “Gelê me jî qebûl nake. Tu rewatiyeke vê hilbijartinê tune ye. Bi veguhestina leşker û polîsên ji bajarên cuda xwestin qedera gelê me biguherînin. Em vê bi tu awayî qebûl nakin.” 
 
‘DÊ WEKE DIZ DI DÎROKÊ DE CIH BIGIRÎ’
 
Piştre jî namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya bajar Bêrîvan Kutlu axivî û wiha got: “Di vê hilbijartinê de xelkê Şirnexê bi ser ket. Ez gelê me pîroz dikim. Ji 7 salî heta 70 salî xelkê Şirnexê li pêş çavên hemû cîhanê xwedî li vîn û partiya xwe derket.” 
 
Bi domdarî Kutlu bal kişand ser “hilbijêrên veguhestî” yên AKP’ê û wiha bertek nîşan da: “Xelkê Şirnexê bi meha ye ji bo partiya xwe xebitî. Ev yek bi zora wan çû. Dengên amade yên ji diz û talankeran kom kirin duh bi kar anîn. Dema mirov diziyê dike hinek rûyê mirov sor dibe. Ez li vir bangî Serokê AKP’ê yê Bajar Îbrahîm Erkal û Mehmet Yarkaya dikim; gelo hûn dê çawa derkevin nav xelkê? Hûn dê çawa li rûyê xelkê Şirnexê binêrin? Hûn rûreş in. We îradeya gelê me dizî. Navê Mehmet Yarka dê weke ‘diz’ di dîrokê de cih bigire. Dizê vîna gel Mehmet Yarka tu nikarî bibî îradeya gelê Şirnexê. Tu qeyûmekî rezîlî.” 
 
‘XELKÊ ŞIRNEXÊ BI SER KET’
 
Namzetê din Turan Saltan jî wiha got: “Xelkê Şirnexê di vê hilbijartinê de bi ser ket. Li gorî tespîtên me, di 35 sindoqan de tenê dengên hevalên me yên peywirdarên sindoqan hene. Dengê yek şirnexiyekî nîne. Lewma nikarin derkevin nav xelkê bajarê. Qeyûmê ewil tayînî Şaredariya Şirnexê kirin. Dê têkoşîna me bidome. Em spasiya xelkê Şirnexê dikin.” 
 
‘EM HILBIJARTINAN NAS NAKIN’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Abdullah Gungen jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û ev tişt anî ziman: “Ev roj ji bo tevahiya xelkê Botanê rojeke dîrokî ye. Ji bo diz û bêexlaqan jî rojeke reş e. Em bejna xwe li ber keda gelê xwe ditewînin. Hûn bi xweha eniya xwe bi ser ketin. Hemû cîhanê bêexlaqî û diziya li Şirnexê hatiye kirin dît. Xelkê Botanê ev bi sala ye di bin zilm û bêhiqûqtiyê de dijî. Zilma xwe çiqas zêde jî bikin dê gelê me serî netewîne. Ji ber ku ev bajar bajarê lehengan e. Xelkê Şirnexê xwedî li vîna xwe derket. Me ne tenê li dijî partiyên siyasî, di heman demê de em li dijî hemû mekanîzmayên dewletê jî têkoşiyan. Her kesî dîmenên duh dît. Ji bajarên cuda hatin û xwestin vîna xelkê bajar xesp bikin. Ev yek, qeyûm e. Em hilbijartinên Şirnexê nas nakin. Dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome.” 

Sernavên din

02/04/2024
19:43 Li Pirxusê ray ji nû ve tên hejmartin
19:23 Şedal: Gelê Wanê wê li dijî vê xespê li ser pêyan be
Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser pêyan
18:35 Arvasê AKP'î berî ku biryar bigihê Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye
18:23 DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da
18:06 Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da
18:02 Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
17:58 Darbeya hilbijartinê li Kadikoyê tê protestokirin
17:41 Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin
17:35 Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin
16:57 DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin
16:53 DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo dengên nederbasdar îtiraz kir
16:51 Li Amedê li ber YSK'ê daxuyanî: Li hemberî darbeyê bêdeng nemînin
16:34 Xelkê Şirnexê mudaxileya bi leşkerên ‘veguhestî’ protesto dike
16:30 Hejmara miriyên şewata Beşîktaşê derket 29'an
16:15 AKP’ê ji bo Bazarcixê îcar jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
16:12 DEM Partî: Em ê li dijî darbeyê li YSK’ê îtîrazê bikin
16:08 Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn
16:07 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyeke siyasî ye
15:58 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 AKP hewl dide Bazarcixa ketibû destê DEM Partiyê xesp bike
15:46 Wan li dijî darbeya AKP’ê veguherî qada berxwedanê
15:33 Li Curnê Reş dê hilbijartin dîsa bê lidarxistin
15:24 Qeyûmê Mêrdînê dest bi revandina koliyên alîkariyê kir
15:23 Hiqûqnas: Tu aliyê hiqûqî ya biryara têkildarî Zeydan nîne
15:00 Dê darbeya AKP’ê li gelek bajaran bê protestokirin
14:50 Gunaydin ê CHP’î: Em hewldana li dijî îradeya gelê Wanê qebûl nakin
14:46 DEM Partiyê daxuyaniyeke nû da: Darbeya siyasî didome
14:23 Dê MYK’a DEM Partiyê li Wanê bicive
14:15 Li dijî îradeya gelê Wanê darbe hat kirin: Mazbata dan namzetê AKP’ê
13:56 19 baroyan bertek nîşanî leşkerên ‘veguhestî’ dan
13:48 Xelkê Wanê biryara têkildarî Zeydan protesto dike
13:45 Ji bo protestokirina biryara têkildarî Zeydan bang li xelkê Wanê hat kirin
13:43 Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya Zeydan xwest
13:37 Li dijî hewldanên xespkirina îradeyê li Curnê Reş meş tê lidarxistin
13:18 Ocalan bang li xelkê Rihayê kir: Werin Curnê Reş
13:10 Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin
13:04 Li Bedlîsê li dijî bêusiliyên hilbiajartinê îtîraz hate kirin
12:33 Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman
12:08 Bertek nîşanî xespkirina îradeya hilbijêran dan: Ev darbe ye
11:52 Gelê kurd qeyûm paş ve şand!
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:27 Li Curnê Reş piştî 45 salan serkeftineke dîrokî
11:06 Li Amedê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
10:33 Mafê qedexeyê yê Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin
10:29 Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an
10:28 Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin
10:07 Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn
09:25 Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir
09:11 Asayîşa PDK’ê rojnameger Ehmed revand: Ev 161 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê di roja 128’an de berdewam dike
09:02 Amara li benda mevananên xwe ye
09:01 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:59 Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in
01/04/2024
23:32 Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê
20:47 DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
16:56 DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn
16:56 Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû
16:33 Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye
16:32 Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket
08:38 DEM Partiyê 77 şaredarî bi dest xist
08:15 Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo
02:53 Ji Bayindir berteka Şirnexê: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê
02:32 Gel li Colemêrg û Geverê ji bo pîrozbahiyan daket kolanan
02:23 Li Rihayê bayê DEM Partiyê
01:37 Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin
01:37 Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî