STENBOL - Rojnamevan Mehmet Altan bal kişand ku helwesta mûxalefetê dê di parastina hêviya guhertinê ya piştî hilbijartinan derket holê de bi bandor be û wiha got: “Ji bo nûbûn û demokratîkbûyîna ku pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike, pêdivî bi lihevkirinê heye.”
Encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hêj tên nîqaşkirin. Mijara mereqê ye ku piştî sala 2002’yan û şûnde cara yekemîn e ku hikûmeta ku dikeve pozîsyona partiya duyemîn û serkeftinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û CHP’ê û bilindbûna Partiya Yenîden Refahê (YRP) wê bandoreke çawa li ser siyaseta tirk bike. Qasî polîtîkayên desthilata ku deng windakirine bimeşîne, di serî de pirsgirêka kurd gavên ku mûxalefet di warê demokratîkbûnê de biavêje jî dê bandorê bike.
Rojnamevan û nivîskar Mehmet Altan têkildarî siyaseta heyî ya li Tirkiyeyê û refleksên wê yên li ser civakê ya piştî hilbijartinên 31’ê Adarê nirxand.
‘ASTA EM HATINÊ BI TAMAMÎ RIZÎNE’
Altan, anî ziman ku desthilata 22 salan a AKP’ê ya piştî hilbijartinê kete pozîsyona partiya duyemîn divê weke du serdemên cuda 2002 û piştî sala 2011’an bê nirxandin û got: “Serdema ji 2002’yan heta 2011’an bû serdemeke ku dengê xwe zêde bike, azadiyên li Tirkiyeyê berfireh bike, Rewşa Awarte ya li Başûrrojhilat rake, reformên YE'yê pêk bîne, ango reçeteya YE'yê ya ji bo azadî û refaha gelê xwe bi kar tîne, lê piştre bi temamî dev ji vê berda. Bi gotina ‘Me niha ev der bi dest xistiye, lewma pêwîstî bi aramî û azadiyê nîne. Em li karên xwe yên pere binêrin’ rêzikên hiqûq û aboriyê înkar kirin. Û asta em hatinê rizîn, xizanî, feqîrî û hiqûqa ku bi temamî ji aliyê darazê hatiye fetisîn.”
‘GOTINÊN BAHÇELÎ LI DIJÎ FERASETA HIQÛQÊ NE’
Altan ê got ku “encamên hilbijartinê qêrîna gelên Tirkiyeyê ya ‘ez nikarim bêhnê bistînim’ e. Ji ber ku heke civakek hebe ji bo bi awayekî bitendurist bimeşe hêmanên wê yên bingehîn hiqûq û aborî ne. AKP’ê her du jî bi temamî ji holê rakirin” qala hin niqaşên piştî hilbijartinê derketin holê kirin. Altan îşaret bi gotina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya “Komara Tirkiyeyê di sindoqê de nehatiye avakirin” kir û wiha got: “Ev gotin gotineke ku tê wateya ‘dema em di hilbijartinê de têk biçin em ê sindoqê tune hesibînin’ û li dijî feraseta dewleta hiqûqê ye û di heman demê de gotineke gefê ye. Hevkarê biçûk ê AKP’ê MHP partiyeke ku ketiye bin ji sedî 5’ê AKP jî bi heman awayî dengên herî kêm wergirtî ye.”
‘DI ŞERTÊN NIHA DE GUHERÎNA DI AKP’Ê DE NE PÊKAN E’
Altan, anî ziman ku bi taybetî piştî hilbijartinan hin nîqaşên li ser guhertineke AKP’ê ku bi rêya medya nêzî hikûmetê hatin belavkirin, di nava şert û mercên heyî de ne pêkan e û got: “Tirkiye ji pergaleke demokratîk gelekî dûr ket û niha destûra xwe ya bingehîn jî bi cih naîne. Eger di dewleteke demokratîk a hiqûqê de ya herî girîng vîna neteweyî be, ev yek dengê herî mezin ê pêbaweriyê ye û gel xwe ji dengê baweriyê vekişandiye. Di hawîrdoreke wiha de heke rejîmeke parlamenteriyê bûye hewce bûbû desthilat ber bi hilbijartinekê ve çûbûya. Lê helwesteke ku weke ev tune be, AKP û MHP’ê bi komî ketine rêza duyemîn tune be heye. Bi van manîpulasyonên siyasî û şiroveyan ev rewşa fîîlî naçe serî. AKP’ê weke ku ji bo demokrasî, desthilata gel, aramî û azadiya mirovan were nîşan da û berovajiyê vê desteserkirina xezîneyê, bêkontrolî, bêhiqûqî dawiya dawî bû dewlet. Encama vê îflaskirine, ber bi wê ve diçe. Ez ne bawer im AKP û MHP dest ji vê berde.”
‘EM DI NAVA MIZGEFT Û QIŞLEYÊ DE ASÊ MANE’
Altan, destnîşan kir ku derketina CHP’ê ya weke partiya yekemîn a ji hilbijartinên piştî sala 1977’an dikare veguhere firsendeke dîrokî û wiha berdewam kir: “Ji nava vê rizîbûnê hêviyeke nû derdikeve holê lê belê ji bo ev hêvî mayînde bibe, CHP dê vê avadaniya riziyayî, bêkêr ji nû ve ava bike yan ji wê şaşitiyên AKP’ê bidomîne? CHP dê penasekirina xwe bike. An ku CHP dê bibe şandeya ku li dijî provokasyonê çû Wanê û li rex hiqûqê bisekine be an jî dê Şaredariya Bolûyê û Afyonkarahîsar be? Îro di serî de YOK hemû saziyên darbeya 1980’yan û qanûna partiyên siyasî disekine. An ku em di nava mizgeft û qişleyê de asê mane. CHP dê div ê serdemê de bibe dengê qişleyan an jî dê ji bo komereke demokratîk di serî de saziya siyasetê biguherîne?”
‘HETA KU TIFAQA DEM PARTIYÊ NEBE HÛN NIKARIN QEZENC BIKIN’
Altan, bi lêv kir ku yek ji partiyên di hilbijartinê de serkeftî jî DEM Partî bû û wiha got: “Divê li vir mijûlbûna desthilata siyasî ya bi siyaseta kurd re mirov bi paş ve bixwîne. Dema tu bi DEM Partiyê re tifaqê nekî nikarî serbikevî. DEM Partî hêzeke mezin a siyaseta kurd e. Dikare pêşiya demokratîkbûnê veke. Ji ber ku dema te got ev kar li Enqereyê bi dewletê re dikare were çareserkirin tu ji gel vediqetî. Rêya piştî vê pêvajoyê gelekî girîng e; ka dê pêşengtiya demokratîkbûnê bikin an na?”
PROTESTOYÊN WANÊ DIHATE WATEYA ‘EZ Ê HIQÛQÊ BIPARÊZ IM’
Altan, diyar kir ku hêza DEM Partiyê ya li qada siyasetê di hilbijartinan de zêdetir derket holê û bi van hemû geşedanan re bû hedefa desthilatê û anî ziman ku hewldana xespa vînê ya li Wanê yek ji mînakên vê ya herî mezin bû. Altan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ne karê aqilane ye ku bi vîna dewletê vîna gel tune were hesibandin. Ev nayê qebûlkirin. Li Wanê berteka gel dihate wateya ez bi hiqûqê re me û ez ê hiqûqa gerdûnî biparêzim bû. Bifikirin li herêmê vîna wî bi xwe deng dide lê qeyûm tê şûna wî. Qeyûm hemû pereyan xerc dike û deyndar dibe lê tu nikarî hesabê jî jê bipirsî. Em wan deynan bi baceyên xwe didin. Mirovê ku tu dengê xwe didiyê nikare li wir bisekine. Vê carê ne tenê li herêmê hemû Tirkiyeyê li dijî ji holê rakirina azadiyan û bêhiqûqiyan qîr kirin.”
‘AMÛRA HERÎ GIRÎNG DEMOKRATÎKBÛYÎNE’
Altan, anî ziman u desthilat hêzê winda bike û hêviya guherîne zêde bibe jî nîqaşên li ser siyaseta giştî hêj didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “An ku ji ber saziya siyasetê riziya ye û têk çûye di heman demê de desthilata siyasî jî têk çûye her kes bi awayekî ‘kî dê çawa, ber bi ku ve biçe’ ketiye nava lêgerîn û nîqaşan. Li gorî min amûra herî girîng a vê yekê demokratîbûne. Niha li vir ji bo nûbûn û demokratîkbûyîna ku pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike, pêdivî bi lihevkirinê heye. Divê mirov pêşengtiya vê bike. Heke ev nebe siyaset dirize.”
DESTNÎŞANKIRINA JINÛVE AVAKIRINÊ
Altan ê got ku “pergala Komarê sed sal in demokratîk nebû” destnîşan kir ku çareserî jinûve avakirina saziya siyasetê ya heyî ye. Altan, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Niha hemû partî li gorî qanûna partiyên siyasî tên avakirin. Qanûna partiyên siyasî, qanûna 12’ê îlonê ye. An ku rêveberiyên herêmî rêveberiyên herêmî yên pergaleke wesayetê ne. Heta ku bi van re mijûl nebin pêşî li Tirkiyeyê venabe.”
MUXALEFET WÊ BI SER BIKEVE?
Altan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ez ji qêrîna demokratîk a gel bi bawer im. An ku niha derfêtekî hêvî û derketinê dît. Lê ji bo ku ev bikeve meriyetê pêdiviya me bi vîneke siyasî ya vê saziya siyasetê ya riziyayî bêexlaqiyê bi dawî bike heye. Mûxalefet dê bikare pêşengtiya ji demokratîbûyînê re bike? Dê ji bo pergala parlamenteriyê bikeve hewldanan? An jî wê şer bike ku ka kî dê bikeve şûna Erdogan? Daxwaza rê li ber saziyeke siyasî ya demokratîk a bi rastî jî dikare daxwaza gel bi xurtî nîşan bide, hêza îfadekirinê, pêşketina me ya ber bi cihekî tenduristtir ve leztir dike.”
MA / Îbrahîm Irmak