STENBOL - Rojnamegerên di 23’yê nîsanê de hatin binçavkirin ji bo îfadeyê anîn edliyeyê.
Di serdegirtinên malan ên di 23’yê nîsanê de li Stenbolê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnameger Erdogan Alayûmat, li Enqereyê nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan û li Rihayê jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.
Rojnamegerên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê dihatin ragirtin, ji bo îfadeya dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.
Her wiha rojnameger Mehmet Aslan jî anîn Edliyeya Enqereyê. Hat zanîn ku Aslan dê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfadeyê bide.
Nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak jî ji bo îfadeyê anîn Edliyeya Rihayê.