NAVENDA NÛÇEYAN - Di danişîna doza têkildarî êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê ya li Taksîmê de biryar hate aşkerekirin.
Di 13’ê mijdara 2022'yan de li ser Cadeya Îstîklalê ya li semta Taksîmê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê êrişeke bombeyî pêk hatibû. Di êrişê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê Ahlam Albashir ku bombe danîbû Cadeya Îstîklalê jî di nav de der barê 37 kesan de doz hatibû vekirin. Di danişîna dozê ya îro li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê hat lidarxistin de biryat hate aşkerekirin.
Dadgehê 7 caran cezayê hefsê yê giran ê muebedê û hezar û 794 sal cezayê hefsê li Albashir birî.