WAN - Hevserokê şaxa ÎHD’a Wanê Parêzer Mehmet Salîh Coşkûn destnîşan kir ku daxwazên girtiyan ên ev 6 meh in ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne rewa ne, divê werin bersivandin û da zanîn ku dê daxwazên girtiyan aştiya civakî xurt bike.
Çalakiya girtiyên siyasî yên bi dawxwaza “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin berdewam dike. Girtiyên piştî 4’ê Nîsanê çalakiya xwe derbasî konaxekî nû kirine, dadgehan boykot dikin, dernakevin hevdînên telefon û malbatê. Herwiha di pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li Wan, Êlih, Amed, û Îzmîrê çalakiya Nobeta Edaletê hatin destpêkirin. Çalakiyên Nobeta Edaletê zêdetirî 4 mehan domiya û malbatên girtiyan jî çalakiya xwe derbasî konaxekî nû kirin.
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê Prz. Mehmet Salîh Coşkûn derbarê çalakiya girtiyên siyasî de axivî.
Prz. Mehmet Salîh Coşkûn
ÇALAKIYA ‘JI OCALAN RE AZADÎ’
Coşkûn da zanîn ku pêvajoya di girtîhan de pêvejoyekî dîrokî ye û da zanîn ku girtî mafên xwe yên herî rewa bikar tînin û çalakiya xwe didomînin. Coşkûn wiha axivî: “Daxwaza ‘Ji Ocalan re azadî’ bi mehan e di girtîgehan de olan dide. Ji roja destpêkê ya çalakiyan heya îro gelek binpêkirinên mafan pêk hatin. Derbarê çalakgerên greva birçîbûnê de lêpirsîn hatin destpêkirin, cezayên disîplînê hatin dayîn, înfazên wan hatin şewitandin. Piştre girtî di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe derbasî qonaxekî nû kirin û ji raya giştî re jî daxuyandin. Girtî çalakiya xwe veguherandin boykotkirina dadgeh, telefon û hevdîtina bi malbatê re û carekî din daxwazên xwe dubare kirin. Ev rewş bivê nevê zehmetiyan derdixe û malbatan jî dixe zorê. Girtî di hevdîtinên dawî yên telefonan de rewşa xwe ji malbatên xwe re parve kirin û ev agahî ji me re jî hatin gotin. Em jî derbarê van parvekirinan de nirxandinan dikin.”
‘ŞOPANDINÊ ZEHMETTIR DIKE’
Coşkûn bi bîr xist ku hin girtî dernakevin hevdîtinên bi parêzeran jî û da zanîn ku ev rewş tespîtkirina binpêkirina mafan jî zehmettir dike. Coşkûn anî ziman ku ew wek ÎHD û TUHAY-DER rewşa girtîgehan wek çalak dişopînin û ev tişt gotin: “Em ê derbarê pêvajoya dema çalakiyên greva birçîbûnê û pirsgirêkên di vê demê de rû dane raporekî amade bikin û bi raya giştî parve bikin.”
‘BILA DAXWAZ WERIN ÇARESERKIRIN’
Coşkûn di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku daxwazên girtiyên siyasî daxwazên rewa ne û diyar kir ku tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê derbasî hemû girtîgehan bûye û wiha got: “Ev rewşa bêragihandin û tecrîdê, badorê li civakê jî dike. Girtiyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û girtîgehan dest bi çalakiyê kirin. Bila girtî û daxwazên girtiyan werin guhdarkirin, werin çareserkirin. Dê ev daxwaz aştiya civakî jî xurt bikin.”
‘PIRSGIRÊKÊN GIRTÎGEHAN SER AŞTIYA CIVAKÊ BANDOR DIKE’
Di dawiya axaftina xwe de Coşkûn got ku pirsgirêkên girtîgehê ne tenê girtîgehê tevahiya civakê bandor dikin û bi bîr xist ku di girtîgehan de bi hezaran girtiyên nexweş tên ragirtin. Coşkûn bilêv kir ku her ku diçe hejmara girtiyên nexweş zêdetir dibe û wiha pê de çû: “Pirsgirêk di girtîgehê û daxwazên wan, her kesê eleqedar dikin û ser aştiya civakî bandor dikin. Divê agahiya tevahiya gelan ji vê çalakiyê hebe û li gorî çareseriya vê pirsgirêkê divê gav bavêjin. Her gava ji bo girtîgehan tê avêtin gava ku ji aştiyê re jî tê avêtin e. Em difikirin ku divê civak jî xwedî li van daxwazan derkeve. Wek parêzer û ÎHD em xebatên xwe didomînin.”