STENBOL - Rojnameger Erdogan Alayumat ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatibû girtin, ji Girtîgeha Metrîsê sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin.
Rojnameger Erdogan Alayumat di çarçoveya operasyona navenda wê Stenbolê de di 23’yê nîsanê de hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Alayumat, ji Girtîgeha Metrîsê sewqî Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê hate kirin.
Hat zanîn ku Alayumat duh di saetên şevê de hatiye sewqkirin.