ÎZMÎR - Di dema AKP’ê de herî kêm 894 rojnameger hatine girtin, çapemenî ketiye destê hinekan û sansur hat qanûnîkirin. Ev, bû sedem ku welat di Endeksa Azadiya Çapemeniyê de dakeve rêza 165'emîn.
Piştî biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1993’yan de 3’yê Gulanê li hemû cîhanê wekî Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hat ragihandin. Lê 31 sal in zext, sansur, binçavkirin û girtina rojnamegeran bi dawî nebûye. Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku herî zêde mafên mirovan lê tê binpêkirin. Bi taybetî di dema desthilata AKP'ê de zextên li ser çapemeniyê zêde bûn û azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê paşde çû. Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2023’yan ku ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ve hat amadekirin; Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 165'emîn de ye. Piştî binçavkirin û girtinên li dijî Çapemeniya Azad, Tirkiye ji kategoriya "bipirsgirêk" daket kategoriya "dijwar." Li gorî raporê, li Tirkiyeyê ji sedî 90'ê çapemeniya neteweyî di bin kontrola hikûmetê de ye.
894 ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN
Ji sala 2002’yan vir ve herî kêm 894 rojnamevan hatine girtin. 17 rojnamevan di 2002'yan de û 15 rojnamevan di 2003'yan de hatine girtin. Ji bo salên 2004 û 2005’an tu dane naxuyên. Di 2006’an de 22, di 2007’an de 9, di 2008’an de 23, di 2009’an de 37, di 2010’an de 9, di 2011’an de 36, di 2012’an de 5, di 2013’an de 1, di 2014’an de 2, di 2015’an de 8 rojnamevan hatin girtin. Piştî Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an hat ragihandin, zextên li ser rojnamevanan zêde bûn. Di sala 2016’an de 145, di 2017’an de 206, di 2018’an de 56, di 2019’an de 130, di 2020’an de 87, di 2021’ê de 3, di 2022’yan de 32, di 2023’yan de 43, di 4 mehên destpêkê yên sala 2024'an de 4 rojnamevan hatin girtin. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) niha 45 rojnamevan di girtîgehan de ne û bi sedan rojnamevan jî ji ber nûçeyên xwe tên darizandin.
ROJNAMEVANÊN HATIN QETILKIRIN
Di dema AKP'ê de gelek rojnamevan ji ber ku bûn hedef an rastî tundiyê hatin an jî hatin qetilkirin. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, belavkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş, Xwediyê Rojnameya Bandirma Guney Marmara Yaşamê Îsmaîl Cîhan Haysever, xwediyê Rojnameya Kocaelî Sesê Gongur Arslan, edîtorê Azadiya Welat Rohat Aktaş, belavkarê Azadiya Welat Kadrî Bağdû, nivîskarê Kovara Devrîmcî Hareketê Onder Babat û belavkarê Kovara Yuruyuşê Engîn Ceber di rojên cuda de hatin qetilkirin.
MEDYA BÛ MONOPOL
Midûriyeta Ragihandinê ya Serokomariyê (CÎB) ku di sala 2018'an da hat avakirin, qertên çapemeniyê yên bi sedan rojnamevanan betal kir û bi sedan serlêdanên qertên çapemeniyê ji nedîtî ve hatin dîtin. AKP, ji bo çapemeniyê têxe bin desthilata xwe, serî li gelek rê û rêbazan da. Di sala 2004'an de Star Tv û rojnameya Starê ya Koma Ûzanê desteser kir û ew firotin Aydin Dogan û paşê Koma Dogûşê ku nêzî desthilatê ye. Di sala 2007'an de dest danî ser Rojnameya Sabahê û ATV'yê ya aydê Koma Cînerê.
Piştî navbera Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) û desthilatê xera bû, 4.8 milyar TL cezayê pereyî li Koma Doganê hat birîn. Piştî vî cezayî Koma Doganê biçûk bû û di sala 2011'an de rojnameya Milliyet û Vatanê firot şirîkatiya Demîroren-Karacanê. Piştî Karacan ji şirîkatiyê vekişiya, her du rojname ketin destê Demîrorenê. Dogan Aydin di sala 2018'an de hemû rojname û televîzyonên di destê xwe de firot Koma Demîrorenê.
ROJNAME Û TELEVÎZYON HATIN GIRTIN
AKP'ê zext û zordariya xwe ya li ser çapemeniyê domand. Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) yên di dema Rewşa Awarte ya piştî 15'ê Tîrmehê hatin ragihandin, saziyên çapemeniyê yên wekî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), JINHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, TV 10, ÎMC û Hayat TV girtin. Bi giştî 16 televîzyon, 3 ajansên nûçeyan, 23 radyo, 45 rojname, 15 kovar, 29 weşanxane û qenalên belavkariyê hatin girtin.
Bi biryarnameyên di sala 2017’an de Dîhaber, Rojnameya Şûjin û Rojeva Medya hatin girtin. Qeyûm tayinî Rojnameya Orgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê hate kirin. Bi KHK'yên piştî Rewşa Awarte hatin weşandin, bi giştî 170 saziyên çapemeniyê hatin girtin.
Her wiha desthilatê bi reşkirina ekranên televîzyonên muxalif jî hewl da rê li ber çapemeniya muxalif bigire û bi milyonan ceza li televîzyonên bi vî rengî û rojnameyan birî.
SANSUR
Piştî weşanên nivîskî û dîtbarî, dor hat çapemeniya dîjîtal. Li gorî rapora EngelWeb a Komeleya Azadiya Ramanê, di sala 2022'yan de bi giştî 6 hezar û 528 nûçe hatien astengkirin, 5 hezar û 388 nûçe ji weşanê hatine derxistin û hatine sansurkirin. Di navbera salên 2006-2023'yan de ketina 712 hezar û 558 malperan û xwegihandina 616 hezar û 239 parvekirinên medyaya sanal hatine astengkirin.
Li Meclisê di 29'ê Tîrmeha 2020'î de der barê medyaya sanal de hat qebûlkirin û qanûn di 1'ê Cotmeha 2020'î de ket meriyetê. Li gor vê, şerta ku platformên medyaya dîjîtal nûnertiyên xwe li Tirkiyeyê ava bikin. Li gor qanûnê kîjan platform nûnertiya xwe ava neke ceza li wan tê birîn.
Her wiha desthilata AKP'ê bi "Qanûna Dezenformasyonê" jî ku di 18'ê Cotmeha 2022'yan de ket meriyetê, xwest bi temamî pêşî li ber çapemeniyê bigire. Piştî ev qanûna ku wekî "qanûna sansurê" tê binavkirin ket meriyetê, gelek astengî derketin pêşiya rojnamevanan.
MA / Tolga Guney