STENBOL - Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok anî ziman ku fikarên têkildarî çapemenî û azadiya xweîfadekirinê yên li Tirkiyeyê zêde dibin û wiha got: “Ji ber zextên lê tên kirin, pêşniyara min ew e ku 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê weke Roja Piştevaniya bi Rojnamegerên Kurd re bê ragihandin.”
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1993’yan de 3’yê Gulanê weke “Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê” ragihand. Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 165’an de cih digire. Li Tirkiyeyê rojnameger û dezgehên çapemeniyê her sal vê rojê bi girtin, binçavkirin, sansur û girtinan pêşwazî dikin. Bi taybet jî xebatkarên Çapemeniya Azad yekser dibin hedefa îktîdarê.
Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG); ji roja AKP bûye îktîdar anku ji sala 2002’yan heta niha herî kêm 894 rojnameger hatin girtin. Di 4 mehên ewil ên sala 2024’an de jî 8 rojnameger hatin girtin.
Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok, bi boneya 3’yê Gulanê ji ajansa me re axivî.
GEF LI SER AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ HEYE
Ok, diyar kir ku li Tirkiyeyê gef li ser çapemenî û azadiya xweîfadekirinê heye û wiha domand: “Îktîdar, rojnamegerên ne li gorî nêrîna wê bi rêya darazê tacîz dike. Ev yek jî bandoreke neyînî li avadaniya demokratîk a Tirkiyeyê û têkiliyên wê yên navneteweyî dike. Bi qanûnên dezenformasyonê yên demên dawî re zextên li ser rojnamegeran zêdetir bûn. Ev qanûn ji bo wê ye ku dengên li dijî îktîdarê kontrol bikin û van dengan qut bikin. Di qada navneteweyî de rewşa azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê jinêzve tê şopandin. Lê li Tirkiyeyê hêj jî di vê mijarê de gav nehatine avêtin. Di dawiya dawî de têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê fikarên mezin hene.”
ROJNAMEGERÊN KURD
Bi domdarî Ok anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd bandorê li saziyên kurd jî dike û wiha pê de çû: “Yek ji qadên herî zêde zext lê tê kirin jî medyaya kurd e. Hema hema her meh bi awayekî sîstematîk li dijî rojnamegerên kurd operasyon tên kirin û rojnameger tên binçavkirin, îşkencekirin û demekî dirêj girtî dimînin. Par di roja azadiya çapemeniyê de rojnameger Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz hatin girtin. Îsal jî Erdogan Alayumat, Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan hatin girtin. Li dijî rojnamegeran zextên sîstematîk tên kirin. Sedema yekemîn a van zextan jî; bi rêya sansur û zexta li dijî çapemeniya kurd re dixwazin peyaman bişînin. Ya duyemîn jî neçareserkirina pirsgirêka kurd û nebûna diyalogê, fikarên ku dê zext zêdetir bibin mezin dike.”
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Ok, daxuyand ku tevî ewqas zextan jî piştevaniya bi çapemeniya kurd re kêm e û axaftina xwe wiha qedand: “Li rexê rojava piştevaniyeke bi qasî tê xwestin nayê nîşandan. Ev yek jî dike ku di têkoşîna azadiya çapemeniyê de têkoşîneke lawaz derkeve holê. Girtina rojnamegerekî tê wateya girtina gelekî. Ji ber ku bûyereke li Şirnex û Colemêrgê tê jiyîn ji hêla rojnamegeran ve tê ragihandin. Her wiha mafê agahîgirtinê yê cemaweriyê tê tunekirin. Lewma jî divê em 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê veguherînin Roja Piştevaniya bi Rojnamegerên Kurd re.”