NAVENDA NÛÇEYAN- Akademîsyen Dr. Kamuran Berwarî da zanîn ku avakirina 2 baregehên leşkerî ya piştî 30 salan li bajarê Zaxoyê statuya başûre Kurdistanê ber bi xetereyê ve dibe û got: "Heke ku Erdogan lambeya kesk ji Iraqê re pêxistibe li ser bingeha dijminatiya li dijî kurdan pêxistiye. Iraq jî dixwaze ku desthilatdariya başûrê Kurdistanê bi dawî bîne û vê deverê careke din têxe bin kontrola xwe da ku karibe hevbeş bike."
Serokkomarê AKP'î yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, piştî 12 salan ji bo hin hevdîtinan pêk bîne di 22'yê nîsanê de berê xwe dabû Iraqê û li Bexdayê ligel Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es Sûdanî civiyabû. Pişti civînê hat eşkerekirin ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 24 peymanên hevkariyê hatine îmzekirin ku di nav wan de "Peymana Çarçove ya Hevkariya li Qada Avê" jî heye. Her wiha bi hikûmeta Iraqê re peymana "Rêveberiya Çavkaniyên Avê" ya 10 salan hat îmzekirin. Piştî van hevdîtinan Iraqê piştî 30 salan li gundê Kişanî yê navçeya Zaxo yê nêzî sînorê Tirkiyeyê 2 baregehên leşkerî ava kirin. Piştî 30 salan cara yekemîn hêzên sînor ên Iraqê li herêmê hatin bicihkirin û ev pêşketin di çarçoveya hevkariya di navbera Iraq û Tirkiyê de ji bo dabînkirina ewlehiya sînor tên nirxandin.
Siyasetmedar û akademîsyen Dr. Kamuran Berwarî, avakirina baregeha leşkerî ya bi ser sînorê Zaxoyê û hevkariya Bexda û Enqereyê û geşedanên herî dawî yên li herêmê diqewimin nirxandin.
Dr. Kamuran Berwarî
'IRAQ DIXWAZE DESTHILATDARIYA KURDISTAN BI DAWÎ BIKE'
Berwarî diyar kir ku Bexda û Enqere ji sala 2016'an vir ve di nava amadekariyeke bi vî rengî de bûne û got ku li sînorê Zaxoyê avakirina baregehên leşkerî ya hêzên leşkerî ya Iraqê amadekariyên şerekî mezin e û wiha got: "Di van 33 salên derbas bûyî de tu desthilatdarî û hukmê Iraqê li Başûrê Kurdistanê nîne. Ji sala 1991’ê heta niha devera Behdînan heta Hewlerê, Silêmanî û Zaxo jî di nav de deverên bi ser hikûmdariya başûre Kurdistanê ne. Destûr, pergal û zagonên hikûmeta xwecihî hene û ji ber wê desthilatdariya Iraqê nedihat vê derê. Lê niha hatina dewleta Iraqê û çêkirina baregehan girêdayî peywendiyên xwe yên herêmî, siyasî û cîhanî heye. Hatina Erdogan û wezîrên herî navdar a li Bexda û Hewlerê hatineke pêşwext bû. Ji sala 2016’an heta niha ev amadekarî tên kirin. Bi taybetî jî di serdema hikûmeta Kazimî di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de pêngavên mezin hatibûn avêtin. Ev gav jî li dijî berjewendiyên neteweyî yê gelê kurd bû. Ji ber wê yekê divê baş bê zanîn destpêka şereke mezin ê stratejîk tê kirin. Iraq jî di vê projeyê de ye. Iraq dixwaze ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi dawî bîne û vê deverê careke din têxe bin kontrola xwe da ku karibe hevbeş bike."
'ÇAWA SEDAM HISÊN TÊK ÇÛ WÊ ERDOGAN JÎ TÊK BIÇE'
Akademisyen Berwarî anî ziman ku Erdogan bi ser esasê dijminatiya gelê kurd bi Iraqê re hevkariyek îmze kiriye û got ku ev plana ku tê xwestin pêk bînin dê encam negire û wiha domand: "Helbet Tirkiye beşdarî van hemû projeyan nebû û ji ber wê jî em dibînin ku şer şereke aboriye. Çîn, Îran û Rusya şereke aborî li gel Emerîka û Ewropa dikin. Tirkiye ji van du projeyên stratejîk bêpar e. Ji ber wê niha dixwaze ku şereke aborî yê avê bi ser erdî bi rêya trenê, bi rêyeke stratejîk, di ser Basrayê re ji Enqere û Stenbolê re li gel dewletên Rojhilata Navîn û Iraqê li welatên Ewropayê bike. Helbet Erdogan ji aliyê hêzên netewdewletî û herêmî ve ji bona tunekirina deskeftiyên niştemanî ya kurdan a weke Şengal, Mexmûr, Rojava, bakur, başûr û rojhilat di nav seferberiyekê de ye. Heke ku Erdogan glopa kesk ji Iraqê re pêxistibe li ser vî bingehê ye. Lê der encamê vî şerî Erdogan û hikûmeta wî bi xwe jî dê têk biçin. Ji ber ku planên ku hatine kirin encamê wê nîşanî me dide. Çawa Sedam Hisên têk çû helbet di encamê vî şerî de dê Erdogan û hizba wî jî têk biçe. “
'EV HEWLDAYIN JIHOLÊRAKIRINA STATUYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE'
Berwarî di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku avakirina baregaha leşkerî ya Zaxo li ser statûya Başûrê Kurdistanê gefeke mezin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê gelê kurd xwe ji mirinê biparêze. Ev plana wê nîşan dide ku di asta cîhanî de qirkirina gelê kurd bibe yasayî. Çimkî ev planên Erdogan, Iraq û dewletên din hizr dikin xelaskirina gelê kurd a siyasî, bîrdozî, felsefî û leşkerî ew dê ne kareke hêsan be. Gelê kurd li hemberî van planan amade ye û li ser astên navxweyî û cîhanî, dîplomasî û leşkerî. Gelê kurd dikare xwe biparêze. Ev 40 sal in şerê gerîlla û Tirkiyeyê heye. Tirkiyeyê ev 50’î sal in nekariye gavekî paşve biavêje. Çêkirina nokendeke ji Basra û baregehek li Zaxo ya ji bo Tirkiyeyê hewledayina tunekirina statuya Başûrê Kurdistanê ye. Ev pêngava Iraqê tê wê wateyê ku êdî bi ser navê Başûrê Kurdistanê statuyek namîne. Heger ku ev 26 hevpeymanên ku Iraqê bi Tirkiyeyê re îmze kiribin êdî Iraqê û Tirkiyeyê pêwîstî bi Başûrê Kurdistanê namîne. Başûrê Kurdistanê bi destê xwe gora xwe dikole û bûye beşek ji vê projeyê. Dijî kurd, Kurdistanî û deskeftiyên kurd tevdigere."
'EV PLANE BI KOMPLOYA 1998-1999'AN DESTPÊKIR'
Akademîsyen Kamuran Berwarî anî ziman ku projeya têkbirina deskeftiyên gelê kurd di sala 1999'an de bi komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev projeya Errogan a ser asta cîhanî û herêmî berdewamiya plangerî ya sala 1998-1999’an a li ser Ocalan û PKK ya li ser hêzên kurdî hatiye destpêkirin. Ji ber ku Ocalan doza kurd dide û hemû doza kurdî bi wî ve girêdayiye. Ji ber wê her pêngaveke ku Erdogan û hikûmeta wî biavêje dê bêguman dê li Rojhilatanavîn rûbarên xwînê birijîne. Bi giştî şer li dîji îradeya Rojava, Şengal û kurdê azade. Divê ku îradeya ku Rojava hatiye danîn bibe bingeha Kurdistanê. Ji ber wê divê ku gelê kurd şiyar be û nîşan bide ku Erdogan wê nikaribe tişta ku Sedam Hisên aniye serê gelê kurd ew bîne serê gelê kurd. Gelê kurd ne kurdê 30-40 sal beriya niha ne. Ne pêkan e ku civaka navneteweyî li dijî van planan bêwijdan û qirker xwe bêdeng bike. Tirkiye dixwaze ku Başûrê Kurdistanê bike perçeyeke vî şerî."