STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a serdana rojnamevan Esra Solîn Dal a di girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hat kir, diyar kir ku di pevayoke her cure rexne qedexe ye de derbas dibin û bi lêv kir mûxalefeta sereke û çapemeniya mûxalîf “vebijeriya mexdûran” dikin.
Zextên li dijî kedkarên çapemeniyê didomin. Di çarçoveya operasyona ku navenda wê Stenbol bû de di 23’yê nîsanê de di serdegirtinên malan de 9 rojnamevan hatin binçavkirin. Nûçegihanên ajansa me Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal û rojnamevan Erdogan Alayûmat ên hatin binçavkirin di 26’ê nîsasnê de “bi endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Hevdîtinên rojnamevanan ên bi çavkaniyên nûçeyan re û nûçeyên çêkirin bûn mijara sûcdariyê. Yek ji rojnamevanan Esra Solîn Dal li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê rastî lêgerîna tazî hat.
‘PIŞTÎ SALA 2015’AN ZEXT ZÊDE BÛN’
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn a serdana Solîn Dalê kir, zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad nirxandin. Keskîn bal kişand ku rojnamevan beriya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hatin girtin û anî ziman ku li Tirkiyeyê berdêla vê rojê nîne. Keskîn, axaftina xwe wiha domand: “Ji Komarê û vir ve, çapemeniya mûxalîf qet azad nebû. Heke hûn têkildarî mijarên xetên sor û bîrdoziya fermî ya dewletê fikrên mûxalîf pêş bixin hûn nikarin tu car azad bibin. Ji ber vê yekê çapemeniya mûxalîf a ku em jê re dibêjin çapemeniya azad li vê erdnîgariyê tu car azad nabin.”
Keskîn, anî ziman ku li Tirkiyeyê zextên li dijî azadiya îfadeyê piştî sala 2015’an zêde bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewletê di salên 1990’an de rêbazên cuda bikardianî. Mînak ji holê radikir, dikuşt, di bin çavan de winda dikir. Lê ji aliyê azadiya îfadeyê de bi awayekî qismî rehetiyek hebû. Lê niha rêbaz hatin guhertin. Niha jî azadiya ramanê bi temamî tê astengkirin û biryara girtinê tê dayîn. Mînak berê we ceza digirt, dema ceza teqez dibû hûn diketin girtîgehê. Lê niha mirov ji ber fikrên xwe, bi taybetî jî dema xebatkarên çapemeniyê ji bo îfadeyê diçin tên binçavkirin û girtin.”
‘EM DI PÊVAJOYA KU REXNE QEDEXE YE DE DERBAS DIBIN’
Keskîn, da zanîn ku Tirkiye peymanên ku îmze kiriye bi cih naîne û wiha lê zêde kir: “Ez ne rojnamevan im lê navê min 3 salan weke gerînendeya weşanê ya giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ku rojnameya Mûsa Anter ê her tim deynê dilsoziyê hîs dikim hate nivîsîn. Ji ber vê yekê jî min û hevalên min ên din bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ me ceza wergirt. Ji bo ku hûn dibin gerînendeya weşana giştî ya rojnameyekê an jî nivîsekî dinivîsî we weke ‘endama rêxistina biçek’ qebûl dikin. Her wiha sûcdariyên weke ‘propagandaya rêxistinê’ , ‘heqareta li serokomar’ tên kirin. Bi kurtasî em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexe ye de derbas dibin. Lê em dikarin hemû pirsgirêkan bi axaftinê çareser bikin. Lê em nikarin biaxivin. Pirsgirêk li vir e.”
REXNEYA ‘COTSTANDARTIYÊ’ LI MUXALEFETÊ KIR
Keskîn, bal kişand ku girtina 3 rojnamevanan di gelek organên medyayê de cih negirt û bi lêv kir ku mûxalefeta sereke û çapemeniya mûxalîf “vebijeriya mexdûran” dikin. Keskîn axaftina xwe wiha domand: “Partiya mûxalefeta sereke tenê bi azadiya kesên nêzî xwe re eleqedar dibe. Min di tu televizyon û organên çapemeniyê yên dibêjin mûxalîf in de nedît ku nûçeya her 3 hevalên me yên rojnamevan çêkir.Tenê yên xwediyê kevneşopiya çapemeniya azad kirin nûçe. Em neçar in ku vê vebijêriya muxalefetê ya mexdûran jî biaxivin. Di rojên derbasbûyî de Bariş Terkoglû 2 sal ceza wergirtin. Helbet em li dijî vî cezayî jî ne. Lê ew di hemû çapemeniyê de cih girt her 3 hevalên me yên rojnamevan ên hatin girtin di tu organên çapemeniyê de cih negirtin. Ev cot standart hêzê dide vê dewletê ku mafan zêdetir bin pê bike.”
TIŞTÊN ROJNAMEVAN DAL JIYAN E
Keskîn, da zanîn ku rojnamevan hem li midûriyeta polîsan hem jî li girtîgehê rastî “mûameleya xerab” hatine. Keskîn, qala hevdîtina ku di 30’ê nîsanê de bi rojnamevan Dal re kiriye kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yekane tişta ku jê tê sûcdarkirin nûçeyên ku çêkirine. Em qala rojnamevaneke ku ji ber nûçeyên çêkirine hatiye girtin dikin. Dal di hucreyeke 4 gav û nîvan de tê ragirtin. Xwarin nedane wê, tenê av dane û êvarî nanek danê. Ev hemû binpêkirina mafan e. Dixwaze demildest derbasî qawişê bibe. Li girtîgehan Lijneya Çavdêrî û Îdareyê heye. Ev avaniyeke kontra ye. Peywîra van lijneyan ku bi ser dozgeriya înfazê de hene. Solîn jî dixwaze derbasî qawişê bibe. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê dema derbasî qawişê dibe ji Solînê xwestiye ku bibêje ‘ez endamê vê rêxistinê me, ji ber wê yekê dixwazim derbasî vê qawişê bibim’. Solînê jî gotiye ‘ez ji çi têm darizandin dixwazim derbasî wê derê bibim. Ez ne endamê rêxistinê me û vê îmze nakim. An ku dema dikevî girtîgehê hewl didin gotina ‘ez endamê rêxistinê me’ bi te bidin gotin. Ev bi temamî derqanûnî ye. Ev rêbazên kontra ku divê tu caran di pergala hiqûqeke demokratîk de nebinin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû