NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ser suîqesta bombeyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re 28 sal derbas bûn ku gava ewil a komploya navneteweyî bû. Ocalan, di parastina xwe de balê dikişîne ser hevkariya Gladio, kontra û MÎT’ê.
Gava ewil a mudaxileya navneteweyî ya bi pêşengtiya DYA’yê ya li dijî Rojhilata Navîn, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Gladioya NATO’yê ku DYA’yê serkêşiya wê dikir û Almanyayê, têkildarî mirina Wezîrê Swîsreyê Olof Palme derheqê PKK’ê de lêpirsîn dan destpêkirin û planên komployê gav bi gav xistin meriyetê. Parlamentoya Almanyayê di 26’ê mijdara 1993’yan de PKK weke “rêxistina sûc” qebûl kir. Piştî biryarê jî li dijî Abdullah Ocalan plana tunekirinê xist meriyetê. Gava ewil a komployê jî suîqesta li dijî Abdullah Ocalan a di 6’ê gulana 1996’an de bû. Li paytexta Sûriyeyê Şamê, bi toneke teqemeniyan sûîqest hate kirin. Dîroka gava ewil a komployê jî rasthatî nebû; roja salvegera bidarvekirina pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bû. Lê ev sûîqet bi ser neket.
ÎTÎRAFÊN EYMÛR ÊN TÊKILDARÎ ÊRIŞÊ
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî sûîqestê bal kişand ser hevkariya Gladio, MÎT û hêzn kontrayê. Serokê Daîreya Kontrterorê yê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur bi salan piştre ji T24’ê re axivî û rola MÎT’ê ya di wê êrişê de îtîraf kiribû. Eymûr, wiha digot: “Êrişa bombeyî kir ku plana tesfiyeyê bidome. Maşela em li her derê hatin astengkirin. Çevîk Bîr ê îro di girtîgehê de. Wê demê serokê îstîxbaratê bû. Me tonek teqemenî stand. Rojek piştre di rojnameya Cumhuriyetê de derket. Gotin ‘Dê MÎT çi bi teqemeniyan bike.’ Me ji serokomar û siyasiyan destûr girt. Heta Misteşarê MÎT’ê jî bêyî destûrê nikare bike. Ma heta destûr neyê girtin dê çawa bikin? Jixwe Serfermandarê Artêşê û Serokkomar qebûl kiribûn. Me pêşkeşiya xwe kiribû. Me agahiyên di destê xwe de pêşkeş kiribûn. Pêşkeşiyeke baş bû. Me qala xebatan kir. Gotin ‘temam.’ Me berdewam kir. Yeşîl (Endamê JÎTEM’ê Mahmût Yildirim) hebû. Û hinek şexsên leşker hebûn. Me hinek peywirdarên fermî şandibûn wê derê ku bi veşarî çûbûn. Di esasê xwe de mirov nikare bibêje neserkeftî ye. Me nekarî Apo bikujin lê me teqîneke ewqas mezin kir ku Sûriye tirsiya. Wê demê Fermandariya Hêzên Bejahî daxuyanî da. Piştî wê axaftinê ji Sûriyeyê derxistin. Anku rê li ber vekir. Ev yek serkeftineke. Ji ber ku Sûriye tirsand. Koreke biqasî 17 metreyan vekiribû.”
'BIRYARA TUNEKIRINÊ DI 1993’YAN DE HATE DAYÎN’
Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên dema piştre de got ku biryara tunekirina wî di sala 1993’yan de hatiye dayîn û Londonê ji sala 1993’yan ve dest bi plana tunekirina wî kiriye. Rêberê PKK’ê di hevdîtina xwe ya 13’ê kanûna 1999’an de wiha balê dikişîne aliyê navneteweyî yê êrişê: “Di lêpirsînê de gotin; ‘bombeya 96’an karê me nîne.’ Di nav de Talabanî jî heye. Agahiya ewil li Londonê da û got ‘Apo hate tunekirin.’ Li Tirkiyeyê baskek hebû, Çîller jî di nav de bû. Mesût Yilmaz di nava vî karî de nebû. Belkî bê bîra we; Çîller bêyî ku şerm bike got; ‘Mesût Yilmaz agahî da Apo.’ Heke hûn bala xwe bidin ser, nakokiyên di navbera wan de ji wê rojê ve kûr bûbûn. Di wê bûyerê de bala xwe bidin ser vê. Çatli, bi Şaredarê Wêranşarê Keleş Abdîoglû re hevdîtin kir. Yê ku bombe birî ji malbata Sino ye, xizmê şaredar e. 50 milyon dolar dane. 10 milyon dolar jî muhaberata Sûriyeyê stand. Dema Çîllerê digot; ‘Divê Apo bê bidarvekirin’, baş dizanî ku dê bûyer derkeve holê, di îfadeyên rapirsînê de jî heye.”
Di hevdîtina 13’ê îlona 2000’î de jî Rêberê PKK’ê dibêje ku piştî anîn Îmraliyê, rayedarê lêpirsîn didomand biisrar têkildarî êrişa 1996’an de gotiye “Ew kar me nekir, ev ne karê me ye.” Ocalan, wiha domand: “Çima ev digot? Ji bo ku ev bombeye weke helwesta dewletê neyê fêmkirin ev gotin dikir. Piştre jî eleqeya vê ya bi çeteyan re derket holê. Di piştperdeya wê de Şaredarê Wêranşarê yê berê, Çatli, Bucak û Yeşîl derket.”
'DEWLETÊ 50 MILYON DOLAR XERC KIR’
Abdullah Ocalan, di hevdîtina bi parêzeran re ya di 31’ê kanûna 2003’yan de têkildarî êrişê wiha dibêje: “Dozger bila van gotinên min weke îxbarekê qebûl bike û lêkolînê bike. Çatli, Bucak û Şaredarê Wêranşarê yê berê 50 milyon dolar standin. Îstîxbarata Sûriyeyê pere xwar. Wan kontrol kir. Mînîbus li ber derî, li nav zeviyeke vala teqandin. Di heman kêliyê de agahî li Washington û Londonê deng veda. Koreke bi qasî 10 metreyan vebû. Di esasê xwe de ez li wir rizgar nebûm. Çîller digot; ‘Mesût Yilmaz îxbar kiriye.’ Mesût Yilmaz jî digot; ‘min nekiriye.’ Bila dozgerî kirina Çatli û Bucak weke îxbarekê qebûl bike. Di nava dewletê de tenê ji bo bombeyekê 50 milyon dolaran xerc dikin. Ev pereye jî ji lêçûnên veşarî pêşwazî kirin. Di bûyera Selçûk Parsdan de ev çîroke derketibû holê. Dizîkeran pere wiha birin. Heke tenê li dijî min 10 suîqest hatibin kirin, ev bi qasî yek-du milyar dolar dike. Vaye dewlet wiha têkbirin.”
‘DIVÊ ÇÎLLER Û AGAR BIAXIVIN’
Abdullah Ocalan, da zanîn ku piştî serdema 1993’yan vala hatî derxistin, ji hêla madî û manewî ve gelek êş hatine kişandin, bi hezaran cînayetên kiryarnediyar hatine kirin. Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya 4’ê adara 2009’an de têkildarî mijarê wiha dibêje: “Heta ev serdem neyê ronîkirin û faîlên wan neyên darizandin dê aştiyeke mayînde çênebe. Lewma min her tim got bila Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û Lihevanînê bê avakirin. Bila rewşenbîrên xwedî namûs û rûmet hewl bidin vê komîsyonê ava bikin. Bila tevahiya agahiyên têkildarî vê serdemê berhev bikin. Bila hemû agahî û belgeyan kom bikin. Bila ev komîsyon nûçeyên di rojnameyan de derketin jî berhev bikin. Bila amadekariyan bikin û arşîvê çêbikin. Dema şert û merc guncav bûn jî bila pêşkeş bikin. Qismekî faîlên van sûcan tên darizandin. Lê hinek jê hêj nehatine darizandin. Dema Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û Lihevanînê hate avakirin, divê her kes çi dizane vebêje. Divê Çîller ji bo vê komîsyonê biaxive. Divê Eymûr ji bo vê komîsyonê biaxive. Divê Demîrel biaxive, Agar biaxive, Mesût Yilmaz biaxive.”
MA / Ozgur Paksoy