ENQERE -Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser nîqaşên têkildarî destûra bingehîn a nû û wiha got: “Em tenê dikarin bi Rêya Sêyemîn ji vê hilweşînê rizgar bibin û Komara Demokratîk ava bikin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê ya di heftane de mijarên di rojevê de nirxand.
Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê, Malbatên Pirsûsê, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûvedarizandina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz û endamên Sendîkaya Tem Emeklîlerê jî tev li civînê bûn.
Hatîmogûllari ji ewil Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr anî û got ku dê tu caran ji bîr nekin. Her wiha Hatîmogûllari Komkujiya Dêrsimê bi bîr xist û diyar kir ku divê dewlet bi vê komkujiya li dijî mirovahiyê hatiye kirin re hevrû bibe. Hatîmogûllari xwest ku komîsyonê lêkolîn û hevrûbûnê bên avakirin û ji gelê Dêrsimê lêborîn were xwestin.
Bi domdarî Hatîmogûllari cezayên li Seroka Giştî ya Komeleyên Çandê yên Elewiyan (AKD) Seher Şengunlu û Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek hatine birîn bi bîr xist û got ku îktîdar cezayê dide kesên li dijî yekperestiya li dijî elewiyan û polîtîkayên pişaftinê derdikevin. Hatîmogûllari got ku dê elewî tu caran serî netewînin. Di berdewamê de Hatîmogûllari cejnên Hidirellez û Paskalyayê pîroz kir.
AMESPOR PÎROZ KIR
Hatîmogûllari di axaftina xwe de bal kişand ser Amedsporê û şampiyontî lê pîroz kir.
Hatîmogûllari di berdewamê de bal kişand ser krîza aborî û got ku bandoreke giran li kedkar û karkeran dike. Hatîmogûllari wiha domand: “Ji bo bibin Harun ketin rê niha bûna Qarûn. Ya ku ji qirika karker, kedkar û xizanan tê dizîn dikeve berîka sermayedarên alîgir. Her qirûş li wan ziqim be. Tirkiye ji hêla aborî, siyasî û civakî ve têk diçe. Sedema wê jî ew e ku ji hêla aborî ve girêdayî derve ne. Tirkiye di îxracatê de di rêza 9’emîn de bû lê niha her tiştî ji derve îthal dike.
PÊŞÎ LI ENFLASYONÊ NAYÊ GIRTIN
Niha jî enflasyon her ku diçe zêde dibe. Ji vê rewşê herî zêde xizan û yên kêmtirîn mûçeyê werdigirin bibandor dibin. Di rewşeke wiha de dibêjin ku dê kêmtirîn mûçeyê zêde nekin. Li holê tiştekî bi navê kêmtirîn mûçeyê nema ye. Ev heqdest, heqdestê koletiyê ye, heqdestê hejariyê ye. Em ê bi hev re rê li ber şêlandina çavkaniyên welêt bigirin.
YÊN DIGOTIN DÊ BIBIN HARUN NIHA BÛNE QARÛN
Qesr ji bo lêçûnên malzemeyên baxçeyê xwe 85 milyon û 329 hezar lîreyan dide. Bi vî pereyî dikare mûçeyê 4 hezar û 266 kesên kêmtirîn mûçeyê werdigirin bide. Lê ew ne ji bo kedkaran, ji bo qesra xwe dixebitin. Serokatiya Karên Diyanetê ya ku qala îsrafê dike, di nava îsrafê de dijî. Ev ji bo bibin Harun derketin rê lê niha bûne Qarûn. Ya ku ji qirika karker, kedkar û xizanan tê dizîn dikeve berîka sermayedarên alîgir. Her qirûş li wan ziqim be.
HEZAR QATÎ WÊ DI 1’Ê GULANÊ DE KIRIN
Me 1’ê Gulanê li pey xwe hişt. Li gorî biryara AYM’ê 1’ê Gulanê dikariya li Taksîmê bihata pîrozkirin. Lê hate qedexekirin. Tenê bi qedexeyan bisînor neman. Tundiyeke pir mezin kirin. Îcar bertekê nîşanî tundiya li DYA’yê didin û dibêjin ‘Jipiştve kelemçekirina akdemîsyenan nayê qebûlkirin. Em vê qebûl nakin.’ Te jî heman tişt kir. Heta we hezar qatî ji wan xerabtir kir. Li dijî van zem, zilm û jiyana dermirovî tekane rê heye ku ew jî têkoşîna hevpar e.
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD
Serokê Meclisê birêz Nûman Kurtulmuş çû serdana hemû partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê hene. Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûra bingehîn a demokratîk heye. Em baş dizanin ku destûra bingehîn a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê nikare ji vê xakê re bibe bersiv. Mijarên pir lezgîn hene ku divê Tirkiye çareser bike. Ew jî xizanî, bêkarî, azadî... Di rewşeke wiha de ku dijminatî li azadiyê tê kirin de nîqaşên têkildarî destûra bingehîn, ji bo veşartina pirsgirêkan e. Weke DEM Partiyê ku em partiya muzakere û guftûgoyê ne, banga çareserkirina pirsgirêkan dikin. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Ev pirsgirêk tevek dikarin bi destûreke bingehîn a demokratîk were çareserkirin.
WEKE DEM PARTIYÊ ME KOMÎSYON AVA KIR
Ji bo pêvajoya amadekirina destûra bingehîn a demokratîk me komîsyonên xwe ava kirin û xebat dan destpêkirin. Pêdivî bi destûra bingehîn a demokratîk heye ku hemû derdoran di nav xwe de bihewîne.
NÎQAŞA TÊKILDARÎ QEYÛMAN
Di demekê ku nîqaşên destûra bingehîn tên kirin de nîqaşa qeyûman nayê kirin. Qeyûman her tişt dizî ne û şaredarî xistina çirava deynan. Jixwe tu xizmet nekirine. Kesekê ku qelemê xwe bi hibrê îktîdar tije kirî gotiye ku dê li 27 şaredariyan qeyûm bê tayînkirin. Anku dibêjin em ê mafê bijartin û hilbijartinê yê gel ji dest bigirin. Medyaya îktîdarê hewl dide binhişekî ava bike û weke ku pirsgirêk bi alê re hebe nîşan didin. Lê tiştekî wiha nîne. Bêguman ev nûçe wisa vala vala çênekirine. Bila baş bê zanîn ku çawa me li Wanê destûr nedabe ku îradeya me were xespkirin, dê ji vir û şûnde jî destûrê nedin. Em ê heta dawiyê şaredariyên xwe biparêzin.
RÊYA SÊYEMÎN RÊYA XELASIYA JI TÊKÇÛNÊ YE
Em tevek jî dizanin ku em dikarin welêt ji vê têkçûnê rizgar bikin. Em ji bo ve amade ne. Em dikarin bi hev re komara demokratîk ava bikin. Xelasiya ji vê têkçûnê bi têkoşîna hevpar pêkan e. Bi siyaseta Rêya Sêyemîn pêkan e. Divê em bi tevlibûna hemû dînamîkên siyasî û civakî siyaseta Rêya Sêyemîn birêsin. Bi vê yekê pêkan e. Em dikarin civakê bi paradîgmaya demokrasiya radîkal ava bikin. Em dikarin bi hev re komara demokratîk ava bikin. Bawer bikin ku tekane rêya xelasiya ji vê têkçûnê ev e.”