ÎZMÎR - JÎN Art ku ji bo parastina çand û hunera kurdî li ser şopa NÇM’ê li Îzmîrê dest bi rêwîtiya xwe kir, dê di 11’ê gulanê di salvegera wefata Hozan Mizgîn de bê vekirin.
JÎN Art Huner (Mala Hunerê ya JÎN Artê - JÎN Art) ku bi mebesta çand û hunera kurdî bigihîne nifşên nû li Îzmîrê hatiye avakirin, dê di 11’ê gulanê de bê vekirin. Sazî, li semta Bamane ya navçeya Konakê ye û bi meha ye amadekariyên vekirina xwe dike. Qursên perwerdeya zimanê kurdî, muzîk, şano û sînemayê jî beriya vekirina fermî hatin destpêkirin. Sazî ji bo zarokên 4 salî heta welatiyên di her temenî de perwerdeyên def, tembûr, baterî, piyano, gîtdar û govendê dide. Di her roja hefteyê de ji saet 09.00’ê heta 21.00’ê vekirî ye. Di qursan de li ser teorî û pratîka muzîkê xebat tên meşandin.
JÎN Art ku daye ser şopa Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM); dê di 11’ê gulanê di roja wefata hunermend Hozan Mizgîn de bi awayekî fermî bê vekirin. Muzîkjen Hogir û Koma Agirê Zerdeşt dê di pîrozbahiya vekirinê de derkevin ser dikê û bi vê wesîleyê stranên Hozan Mizgîn bistirên. Di heman demê de dê sînevîzyoneke ku jiyan û têkoşîna Hozan Mizgîn vebêje bê pêşandan.
ARMANCA DAMEZIRANDINÊ
Ji rêveberên saziyê û perwerdekar Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn, da zanîn ku ji bo domandina kevneşopiya NÇM’ê û parastina çand û hunera kurdî JÎN Art vekirine. Bîtkîn, wiha got: “Beriya her tiştekî em dixwazin bandoreke çandî di jiyanê de ava bikin. Em dizanin ku NÇM’ê ev bandor çêkiriye lê belê em dixwazin bi JÎN Artê vî ruhî bidomînin. Bi sala ye li Îzmîrê di mijara çand û hunerê de xebatek nehatiye kirin. Dê ev xebat bandorekê mezin li ser çand û hunera kurdî bike. Em naxwazin tenê bi Îzmîrê re bisînor bimînin.”
PERWERDE DÊ BI KURDÎ BIN
Bîtkîn, anî ziman ku dê xebatên wan bi zimanê dayikê bên kirin û wiha pê de çû: “Israra di zimanê kurdî de, israra di xwebûnê de ye. Tiştekî mantiqî nîne ku mirov perwerdeya çanda kurdî bi zimanê tirkî bide. Wê demê dê veguhere oto asîmîlasyonê. Wê demê tu wateya xebatê namîne. Ziman û çand girêdayî hev in. Mirov nikare ji hev cuda bike. Temamiya perwerdeyên li vê derê bi kurdî ne. Di vê serdemê de polîtîkayên pişaftinê pir zêde ne. Ev jî bandoreke neyînî li ser civakê dike. Jixwe dê perwerdeyên me yên zimanê kurdî jî bên dayîn. Bi taybet jî dê perwerdeyê bidin zarokên qet bi kurdî nizanin. Temamiya atolyeyên me dê bi zimanê kurdî bên dayîn.”
DÊ VEKIRINÊ DIYARÎ HOZAN MIZGÎN BIKIN
Di berdewamê de Bîtkîn sedema vekirina saziyê ya di 11’ê Gulanê de jî wiha vegot: “Ev dîrok ji bo me girîng e. Ji ber ku salvegera wefata hunermenda kurd Hozan Mizgîn e. Hozan Mizgîn yek ji pêşengên hunera azad e. Jineke berxwedêr e, ji bo hunera azad, ji bo gelê xwe têkoşîneke mezin da. Lewma em vekirina saziya xwe diyarî Hozan Mizgîn dikin. Em keyfxweş in ku di rojeke wiha de saziya xwe vedikin.”
BANGA TEVLIBÛNA MERASÎMA VEKIRINÊ KIR
Bi domdarî Bîtkîn destnîşan kir ku karê wan roj bi roj zêdetir dibe û xebatên wan ên ji bo serlêdanan dê hêj bêhtir bibin. Bîtkîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê di çarçoveya çand û hunerê de gelek çalakî û konser bên dayîn. Em ê li her devera Îzmîrê xebatan bikin. Ne tenê li Îzmîrê, em ê li tevahiya Egeyê xebatên xwe mezintir bikin. Di serî de gelê kurd, banga me li her kesî heye ku tev li merasîma vekirinê ya di 11’ê gulanê de bibin.”
DÊ JIYAN Û HUNER BE
Ji rêveberên saziyê û perwerdekaran Yilmaz Erîncîk jî da zanîn ku peyva “Jîn” di kurdî tê wateya jiyanê û “Art” jî di gelek zimanan de tê wateya huner û zanistê û wan jî ev her du peyv anîne cem hev û dest bi meşa xwe kirine. Erîncîk, wiha domand: “Armanca me ew e ku di xebatên xwe de çand û jiyana hunerê bigirin dest. Di sala 2023’yan de me dest bi amadekariyan kir û niha temam bûn. Em ê di 11’ê gulanê de saziyê vekin. Dê çalakiyeke me ya vekirin û bîranînê bê lidarxistin. Ji ber ku me vekirina wê diyarî hunermenda şoreşger Gurbet Aydin kir. Em tevahiya gelan vedixwînin vê pîrozbahiyê.”
Erîncîk, daxuyand ku dê di demên pêş de sazya wan ji bo hemû gelan xebatan bimeşîne û wiha pê de çû: “Ji ber zextên salên 90’î gelek kes ji gundên xwe koçî Îzmîrê bûn. Malbata min jî yek ji wan e. Ji ber zextan, malbatên me nedixwestin em li dibistanan bi kurdî biaxivin. Zextên li ser saziyên cemaweriyê em ji zimanê me qut kirin. Hewcehiya kurdên li Îzmîrê bi hînkirina çand û zimanê kurdî heye. Em dixwazin ji vê daxwazê re bibin bersiv. Ziman, nasnameya gelekî ye. Dê li JÎN Artê qursên kurdî û xebatên çandî bên kirin. Her wiha xebatên şano, sînema û muzîkê hene. Xwendekar tên saziyê, hem xwe digihînin hem jî xizmetê ji gel re dikin.”
DÊ MECLISÊN HUNERÊ BÊN AVAKIRIN
Erîncîk got ku huner di heman demê de xweparastineke û axaftina xwe wiha qedand: “Rêbazên şerê taybet ên weke tiryakê li dijî ciwanên gelê kurd pir tên bikaranîn. Hedefa me ew e ku kolanên Îzmîrê veguherînin qadên çand û hunerê. Em ê vê jî bi avakirina Meclisên Çandê bikin. Li gorî min em ê bi hunerê bikarin van êrişan vala derxînin û dahatûya xwe ava bikin.”
MA / Semra Turan