ENQERE - DEM Partî têkidarî Hefteya Astengdaran daxuyanî da û wiha got: “Divê ji bo têkoşîna hemwelatiya wekhev a astengdaran seferberiyekî berfireh were destpêkirin.
Berdevkê Komîsyona Astengdaran a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hatîce Betul Çelebî têkildarî Hefteya Astengdaran a Neteweyên Yekbûyî (NY) wek 10 û 16’ê Gulanê qebûl kiriye, daxuyaniya nivîskî da. Di daxuaniyê de hat gotin ku di têkoşina nêzî 50 sal in li gelek welatên cîhanê de ji bo hemwelatiya wekhev tê dayîn de astengdar hin maf bi dest xistin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di tevahiya cîhanê de ji 1 milyarekî bêhtir, li Tirkiyeyê jî derdora 12 milyon welatiyên astendar hene û hat diyarkirin ku ev astengdar bi pirsgirêkên wek xizanî, bêkarî, zehmetiya xwegihandina xizmetan û îstîhdamê re rû bi rû dimînin, mafên wan yên xebatê tune tê hesibandin, tundiya di saziyên de li ser wan tê sepandin bê kirarî dimîne.
‘BÎRDOZIYA SAXLEMKAR ASTENGDARAN PIŞTGUH DIKE’
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gel krîza aborî pirsgirêkên astengdaran gelek giran bûne, wekî astendaran penaber jî xwegihandina xizmetên cemaweriyê de zehmetiyê dikêşin û ev tişt hat gotin: “Di serî de rêveberiyên xwecihî, gelek xizmetên ku saziyên cemaweriyê tên dayîn nagihin astengdaran. Bajar wekî ku astendar nîn in tên avakirin, rê, peyarê, wesayîtên veguheztinê yên komî, qadên ji bo civakê tên çêkirin wekî ku astengdar nîn in tên çêkirin, li gorî taybetmendiyên hin pîvanên laş û mejî tên amadekirin. Bîrdoziya saxlemkar rewşa astengdar, pîr û hin kesên jiyanên wan cuda ne piştguh dike, û ji bo van kesan avahî, kolan, kargeh û jîngehên din gelek bisînor in.”
SEFERBERIYA HEMWELATIYA WEKHEV
Daxuyanî diyar kir ku bîrdoziyên nijadperest, netewperest, zayendperest homofobî û saxlemkar rê li ber şert û mercên jiyana “birûmet” digire û wiha pê de çû: “Divê razemeniyên piştgriyê yên ku di çarçoveya hemwelatiya hevpar de bi qasî muçeya kêmtirin bin, wekî ku nav jî li ser e, feraseta sedeqeyê ya desthilatê nîşan dide. Divê her sal 20 hezar astengdar werin îstîmdamkirin lê belê saziyên ku li gorî qotaya ji sedî 3 astengdaran bigirin kar jî piştguh dikin hene. Divê rêveberiyên herêmî yên nû hatine peywirê bêhtir astendaran teşwîqî jiyana civakî bikin, xizmetên derûnî-civakî ya xizmên astengdaran zêde bikin. Divê îstîhdamkirina kesên bi zimanê laş diaxivin, pergalên alternatîf ên ragihandinê û teknolojiyên têkildar û xwegihandin têkeve rojeva rêveberiyên xwecihî. Divê helwesta yekparêz a Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û sekna rantparêz a sektora taybet dawî bibe, divê ji bo têkoşîna astengdaran a hemwelatiya wekhev seferberî were destpêkirin.”